Têbiniya Diyarnameyê:
Bi nûkirina rûyê nû ya malperê re me nikarî xwe bigihînin hin nivîsan û yên ku me karî xwe bigihînin me kişandin ser vê rûyê nû.
Li gor vê nivîsên nivîskarê me Cîhan Roj me dan ser hev û hemû di vê rûpelê de di bin hev de em pêşkêşî we dikin...
***
Nameyek xalî ji bo Jîr
02. 02. 2008
Cîhan Roj
Ji roja ku ez haydar bûm tu nexweşî ji wê rojê de dilê min xalî ye kek; nêrînên min xalî, gotinên min xalî, xwendin û nivîsandin bi min xalî ne…
Di nav xalîtiyê de peyva hêviyê her û her bi min şîrîn dibe; belkî jî ev bawerî ji hêza gotinê tê, belkî jî rih û bedena kesên mîna we di her tengasiyê de dibin peyvên herî bi ber, bi rik, serhildêr.
Ez bûbûm şahid bê tu çi qas ji peyvên vî zimanî ên sergirtî hez dikî. Li Mêrdînê, li mala we, wexta te peyva ‘xalî’ ji devê min bihîst tu bi helecan, bi kêf û dilşadî bi ser jina xwe de zivîrî û te got:
“Çi peyvên me ên şîrîn hene, hezar mixabin em pê biyan in. Peyva xalî, xwedî çi wateyek xweş û geş e.”
Kek, ji dilê min tê ez behsa kedkarên mîna te û behsa hin qîrînan bikim lê na, hew dixwazim peyvekê pêşkêşî te bikim da kêliyekê di dil û hişê te de bibe gul û vede. Ez bawer dikim da kesên wekî Jîr Dilovan bi peyvekê dikarin nexweşiyê têk bibin.
Kek, em di sibeheke zelal de li benda silaveke zelal in, beriya me peyvên te li benda te ne… Ev nivîsa xalî hêvîyeke zelal e. Kêliyekê bi tenê êvarên Mêrdînê bi bîra te bê…behra tarî, deşta beriyê belkî niha tirîjan nakuje heya tu deng lê bikî.
***
Çîroka hevpeyvînê
22. 01. 2008
Cîhan Roj
Carê dostekî ji bo hevpeyvînê li min bûbû mêvan. Baş e. Wî pirsî min bersiv dan/nedan! Piştî ji mal derket di rê de, “Emê bibêjin me çû hevpeyîvîn kir!”
Na, min tu tişt negot, hew keneke sivik bi min ket lewre min dizanî sedem û rewş çi ye! Xeyal û hêviyên wî bi cih nehatibûn. Û ev çîrok çendî caran bi serê min de hatibû; berî neh salan min û hevalekî bi riya têlefonê peyam ji hev re dişand. Di konferansa nivîskaran de me hev dît. Ew heval piştî dîtina min mîna bi satilan ava sar bi serde birije metelmayî ma! Xeyalên wî jî bi avê de çûbû. Ew jî li benda ‘yekî’ din bû!
Hin kes hene wexta hûn pirsan ji wan dikin ew amade ne; bersivên herî nazik û fesih didin. Mîna hebê tizbiyan gotinan der dibin. Sohbetên wan xweş in. Lê ez ne ji wan kesan im, wexta pirs rû bi rû ji min tên kirin bi hezaran peyv û gotin bi ser dil û hişê min de dibarin, dibe bagera nêrîn û derbirînan, ez neçar dimînim, bêçare dimînim, di bin giraniya wan peyv û gotinan de bêdeng dimînim. Dawiya dawî gelek tiştên dil dixwaze bibêje di qirika min de difetisin. Ez ji wan kesan im bêhtir xwe bi xwe diaxivim. Di sohbetan de jî nîvê hişê min li sohbetê ye nîvê din li xewn û xeyalekê ye. Ev jî dibe sedem da hewayeke sar xwe bide der.
Dilê min û ser û ber, rû û sohbetên min li hev nakin! Lê wexta di nav tenêtiyê de me, ‘kêf kêfa Emerê Misto’ ye. Hûn werin li govenda min û peyv û gotinan binihêrin!...
Ev bû bi dehan kes ku piştî min dibînin tevliheviyekê dijîn. Belkî jî hesûdiya min e, bi awayek naxwazim tu kes bikeve navbera min û peyvan. Belkî jî em hînê kenê nebûne, belkî jî hê ew wêrekî bi me re pêknehatiye em bi deng jî biqîrin, bibêjin, ez ji te/we hez dikim. Belkî hê jî em ji gotinên sivik, ji gotinên qure, ji gotinên ayetî, ji ya dilê xwe ditirsin…
Îronîyek e, pirî caran hûn a herî xweş diafirînin lê rû li we her tim sar e, xem konê xwe li nêrîn û rûyê we vegirtî ye. Ji bo rewşên wanî gotina herî di cih de ev e, “Felek, mala te mîrat be.” Belkî jî em li hember felekê bi minet in, ne ji wê bûya belkî jî nivîs ji vir û heya asîman ji me dûr bûya…
***
Dora gotinê dora dilê min ê din e (2)*
08. 01. 2008
Cîhan Roj
Di ber koka darekê, xeyalê xwe hêtîm dihêlî. Li peyvan digerî ji bo ya di dil de…li navekê digerî. Gotin mane ji çîrokan bi te re. Gavên te, bi pelên di sikakê de sivik tê…
a di dilê xwe de bibêje
vebêje xewnên li te bûne hêvî
ger deh peyvên bi kurmancî tune bi te re
a di dilê xwe de biavêje avê
Însan beramberî çend kenê dîrokî ye! Kî ne yê kenê xwe bi însan dişon…ê/a dikene kî ye…çendî qehir û ken bi jana herî sivik dikin…kî li dengan digere…
lê ewr
rojên çileya nêr
baskên peyvek birîndar…
Hûn peyvên xwe li ku kedî dikin, di kîjan dema helbestî de…rengê peyvên we tên jimartin…çend çavî di dilê gotinên we de hene…li bajarên gotin tê de giş nêr in bi çend peyvan hûn serê xwe datînin ser sînga xewnên pînekirî…
tu tu car bê deng nemayî
lê dengê te bi pêlan re
bi avê çeman re dibû newa
Bi salan xwêdan li we dimiçiqe, bêhn li we diçike da hûn dengekê, şêweyekê bibînin û wekî navekê li helbesta xwe bikin. Di şeveke ker û lal de hûn bi ser piyan dikevin û dibînin a ku hûn bi salan li bendê mane xwe dide der û dibe ev helbest…
bi xeyalan
bi hêviyan
bi kerbên lal
bi peyvên hêtîm mane
destmêja çi nêmêjî tê girtin…
* “Dora gotinê, dora dilê min ê din e - 1” hatibû weşandin. A rast min wekî gotarê dest pê kiribû. Bi dû re wekî helbest xwe dabû der. Min beşa yekem di dosya xwe ya bi navê “Aqil diçe sewda dimîne” de bi cih kir û ew dosya li ber çapê ye. Hem ji alî şikil ve hem jî ji alî deng û rîtmê ve ew dengê ku bi salan bi min re mabû, dengê dayikan ku carê dest pê dikirin dikaribûn bi şev û rojan dom bikirana xwe da der. Ji ber wê taybetiyê ew helbest her tim derî lê vekiriye. Lewma jî beşeke din xwe da der. Ev e deriyê vê beşê jî vekirî ma. Taybetiya wî dengî û şêweyî ev e ku nermenerm û bi pexşaniyên sivik tê der kirin û her ku diçe peyv û gotin bi nermiya xwe dibin gule, guleyên wêjeyî û vegotinî.
***
Peyvan nebe bi vî awayî
27. 12. 2007
Cîhan Roj
Carna hûn bi tenê bi aîdî xwe ne. Bi xeyalên xwe re, bi hêviyên xwe re, bi rastiyên xwe re, bi guneh, kêfxweşî, xwezî, bîranîn û tenêtiya xwe re ne. Heya ez dest bi vê nivîsê bikim halê min haleke wanî bû.
Belkî nivîskarî hinek ev e; hûn xwarin jî dixwin, cixare dikişînin, ser û çavê xwe dişon…dawiya dawî her hereket û tevgerê bi çaveke nivîskarî dinirxînin. Êvarî, min lûleya avê geh hindik vedikir geh jî zêde û bi wî awayî min dixwest çavdêriyan bikim bê dengê avê bi çi awayî bi ser min dikeve.
Bi dû re bi nav nivîsên berî deh salan hatin nivîsîn ketim. Bi piranî jî ‘helbest’. Bi çend çavan û bi çend dilan min hewl da binirxînim. Ji sedî nodê wan di navbera salên hezar û nehsed û nod û heftan û duhezar û yekê de hatine lêkirin.
Di wan salan de dûrketina ji welêt bûye sedem da ez ji çîrokê bi dûr bikevim. Rastiyek din jî di wan berheman de helbest ne armanc bûye, navgîn bûye bêhtir ji bo min! Hewlek bi min re hebûye da ez bidim selmandin bê bi ziman risteyên çawa bi hêma, wekî nifte tê nivîsîn! Her ristek wekî mijarek an jî kilîtên hedîsan; gere ji bo her risteyê yan jî helbestê şîroveyek berfireh jî hebûya!...
Ez gelek fikirîm. Min navekê li wan kir. Nîşeyên sêwî mane. Bi rastî ji bo helbestên wê demê ev nav di cî de ye. Malzemeyên xweş in ger însan bikaribe careke din wan bi dilek helbestî binîvîse. Di nav de helbest jî hene lê wekî min gelek caran derkiribû ew jî di nav diranên dilê hişk de perpitîne! Ev nîşe jî wekî gelek nîşeyan xwe ji dilê nerm daye der lê nebûne helbest, dilê nerm wê çaxê bi serneketiye!
Mînak di nav nîşeyan de min nîşeyeke bi vî awayî lêkiriye:
“Peyvan nebe bi vî awayî,
Bila peyv li vî warî bi dê û bav bin hê bibe;
te peyv birin, bila temiya min li te be …
wan sêwî nehêle…”
Çiqas peyv li van deveran û li wan deveran sêwî man…Di dilê me de melûl bûn. Hinek jê bûn teyrên koçber û bê alî fir dan. Hinek jê li sikakekê geriyan hinek jê li çavên zarokan. Di odeyekê de û di cîhana xeyalî de gelek jê li dengê xwe digerin.
***
Dora gotinê, dora dilê min ê din e
08. 12. 2007
Cîhan Roj
Gotin li ku sivik e; çi wext hênik e, çawa safî û şîrîn e, di çi de dibe bayek hênik û bi bin baskên we dikeve?
Kîjan peyv dibe vîrûs û bi rihê gotinê dikeve, kîjan peyv bê pêsîr mezin dibe, kîjan peyv bi tena serê xwe govendek e û kîjan peyv dibe newayek û bi dehan peyvan re govenda xwe li dar dixe.
Lê şev,
lê dil,
lê pirsên dibin morîka xewê,
lê ?Çavbirçîtiya ?mirovê? biaqil?,
lê dar, asîmanê şîn, gotinên mezin, hevokên qîrî, kenên sar ên pînekirî,
lê peyvên bi kurdî yên hatine recim kirin?
Na, dora gotinê ne dora dilê hişk e, dilê hişk bi sawê ketiye, saw lê mirar bûye, dor dora dilê min ê din e?
Deng li ku bê hesêb e, kîjan peyv dibe reng kîjan gotin dibe pêsîr tazî, virnî, bêxem li ber tava nîvro rengesmer diterike.
Ferhenga peyvên sar ,
ferhenga êşên servekirî,
ferhenga gotinên qusiyayî,
ferhenga gotinên bi avê de çûyî û ferhenga sozên bi qewl û bi qirar bi çend şeran bi çend gotinên dayikane tê derkirin?
Tava peyvê, tîna gotinê, siya peyvê û tarîtiya gotinê, barana gotinê, şeva gotinê, roja peyvê, dev, lêv, dil û asîmanê vegotinê?
Bi çend avan tê şûştin,
Bi çend qîrînan betal dibe gunehên ji bêgunehtiyê xwe dane der,
Çendî car,
Li kîjan welatê çîrokane,
Çendî hawar bi keneke zarokane bi dawî bûye?
Însan!
Ey însan!
Însan!
Însaaan!
Însan!
Bi gotinekê bi ser pira siratê dikeve,
Bi peyvekê dibe av, bi peyvekê heft heram dibe?
Ziman, rih, dil, gotin, pêsîr, çend tinaz, rûyê zarokane, peyveke bûye piliya berfê?
Însan,
Bi çîrokeke derî lê vekirî dibe mora axir zeman,
Bi axînekê heftê çîrokan vedibêje?
Nivîs!
Xewnên şevan bibe ji xwendevan re,
Ferhenga dilê rezîl,
Kêliyên neçariyê,
Kenên şîrîn,
Hêviyên meyandî,
Çend diayan û
Silavên sibehên zû?
***
Poşmanî
29. 11. 2007
Cîhan Roj
Di wêjeyê de peyvên ku kes jê vediceniqin, peyvên ku bi yekcarî û cara pêşî hinek bi însan sar tên balkêş in. Lê, gere mirov baş li ser wan peyvan bifikire; ew peyv li ku hatiye bikaranîn, kê bi kar anîye, cih û mekan, derûniya leheng, an jî bi giştî atmosfera nivîs û berhemê...
Di wêjeya kurmancî de (ne kurdî, carna di nivîsan de hûn pirsgirêkên kurmancî digengêşin lê gelek kes mîna pirsgirêkên kurdî têdigihêjin) peyva ku bal dikişîne û gere bikişîne peyva poşmanî ye!
Wekî xwendevan dixwazim ji gelek kesan peyva poşmaniyê bibîhîzim! Ji bo çi? Ji bo ku rexnegirî û rexnegir li welatê wêjeya me peyda nabe. Ji ber ku hûn carna li hêviyêne da nivîskar wê aliyê dil ê nazenîn û tenik bi xwendevan re parve bike.
Di wêjeyên dî de însan ji devê gelek kesên navdar gotinên bi vî awayî dibihîzin:
?Xwezî min filan berhema xwe neweşanda?Xwezî min naveke dî li filan helbesta xwe bikira. A rast gere min bi çîrokê/helbestê dest pê nekira. Li gorî min ew bi têra xwe ne berhemek baş e lê baş bû ku min ew berhem weşand lewre ji bo rewşa qonaxekê ew berhem mîna belgeyekê ye?.?
Min hê gotinên bi vî awayî (bi gelemperî) ji devê nivîskarên kurd nebihîstin. Sedemên vê rewşê hene lê ew babetek din e.
Bêhtir di wêjeyê de, di sohbet û gengêşiyên muhibtî de peyva poşmanî rasterast, ?Xwezîtî ye, rexnelixwegirtina sivik e.? Wexta hûn peyva poşmaniyê bi kar tînin di heman demê de hûn, ?Xwezî?? dibêjin. Ev rexneyek e. Haydarî ne têkçûn e, pêşveçûn e. Helbet her nivîskar, bi awayek, di dilê xwe de vê rastiyê dijî. Wexta bi xwendevan re bê parvekirin, li gorî min, nivîskar bêhtir şîrîn dibe.
Ma serê we li ser çonga yara we be, hûn dê xweziyên xwe der nekin. Ma dawiya dawî hezkirinek di navbera we û xwendevan de jî nîn e? Ne yar, însan ji dostên xwe re jî carna wan xweziyan der dike. Xwendevan dostê/a herî dilsoz e ji bo nivîsa we.
Ha, mîna her tiştî xwezî û poşmaniyên me jî pir in lê gere em dîsa jî carna di wêjeyê de bikaribin bibêjin ez poşman im, biborin, xwezî?
Nîşe:
"Bi gotina". Cîhan Roj "sergo"! Li şûna sergo; em çêjên berhemên bedewiyê girstir û xişintir û bilindtir bikin dê ne paktir be? Li şûnwarê Biraboz, Hamedanî, Xanî, Nalî?? (Arjen Arî)
Paktir e û her hewl, her nivîs belkî her hawar û zarîn ji bo wê gotina servekirî ye. Ji bo êdî peyv li ser zimanê me mîna kevirê êş negere. Ji bo peyv û gotinên bi vî zimanî di bexçeyê wêjeyê de her şîn werin?Bes e Arjen! Hinek dî dirêj bikim wê xwesteka nivîsandina helbestê xwe li min bide der!
***
Nalet
19. 11. 2007
Cîhan Roj
Baran dibarî. Kêliyên baran dibare cih ji bo we ne muhîm e; ne welatê we bi bîra we tê ne jî ciyê hûn lê ne xema we ye. Jixwe pirî caran ji bo ku ez nizanibim ez li kîjan welatî me ji bajêr derdikevim û xwe dispêrim siruştê.
Baran dibarî. Xew. Xew li min şîrîn bû. Min hinek av avêt ser çavên xwe; fîlmek bi navê, ?Herêma bê teref? ku mijara wê şerê li Bosnayê ye di televîzyonê de dihat lîstin. Kêliyekê ez haydar bûm da min şeş cixare kişandine.
Di fîlm de peyva herî dihat bikaranîn peyva ?nalet? bû. Helbet di qada şer de wê ev peyv li ser zar û zimanan be. Ez di kulînê de (mitbax) bûm. (Ji bo ku cixareya min xisarê nede kesî sal diwanzdeh mehê Xwedê ez li kulînê dixwînim û dinivîsînim.) Hevala min ket hundir. Ji min re got, ?Ez karê utiyê dikim. Ka bi zaroyan re eleqeder be.? Ez bê deng mam. Wê carek dî deng li min kir. Min bi hêrs gotina ku di fîlm de gelek dihat bikaranîn got: ?Nalet be!?
Hevala min li min hat xezebê! Ez metelmayî mam. Min tu car wê ew qas bi hêrs nedîtibû. ?Carek dî naletê nexwîne. Eman eman, carek dî ez wê gotinê ji devê te nebihîzim.?
Ez hê jî bi xwe ve nehatibûm û bi metelmayî guhdarê wê bûm. Hevala min bi niyeta min dizanî. Lê dîsa jî wê gotinê ew bêzar kiribû. Da ber dilê min.
Wexta ew derket keneke bê wate bi min ket. Bi dû re ew ken li min bû axîn, keser û xemgînî. Min kêliyekê ji bîr ve kiribû ku ez û hevala xwe rojhilatî ne. Bi ser de welatê hevala min jî ji Babîl ne ew qas dûr bû. Helbet gere min bizanibûya da li Rojhilata Navîn çîrokên naletê çi qas pir in û gelê rojhilat çi qas ji wê peyvê nefret dikin.
***
Bila sergoyê nivîsa bi kurmancî hebe!
10. 11. 2007
Cîhan Roj
Havînê, hevalekî gazin ji hin nivîskaran dikir: "?Ji bo çi pêşî li hin însanan digirin; bila her kes binivîsîne, dawiya dawî berhemên hêja wê mayînde bin." Hevalî di bernameyekê de li Ehmed Huseynî û Rênas Jiyan guhdarî kiribû; wan jî rexne li rewşê girtibûn da asta nivîsê dadikeve.
Beriya çend rojan Zekî jî bi navê, "Ma hûn mecbûr in helbest binivîsînin" nivîsekê lêkir.
De baş e. Li gorî min, gere sergoyê nivîsa bi kurmancî hebe!
Van gotinan bi awayek gotinên nivîskaran in:
*Xwendevanên me nîn in.
*Pirtûkek bi qasî sed hebî nayê firotin.
*Rexnegirên me nîn in.
*Zimanê me li ber mirinê ye?
Gotin rast in. Pirs: "Ji bo ku xwendevan zêde bin hûn, aniha, çi rê didin ber her kesî?
Dibistan hene, na! Perwerdehiya bi kurmancî heye, na! Çalakiyên wêjeyî bi têra xwe hene,na! (Jixwe ev giş hebûna problemeke wanî jî dê tunebûya, dê kesan newiribûya ew qas bi rehetî dest bi nivîsandinê bikira) Ger hûn dibêjin çend kesên hene û nav dane besî wêjeya kurmancî ye ,ev tiştek din e ?
Kî ne ên ku bê ser û ber dest bi nivîsê dikin? Kî ne helbestan lê dikin û li gorî hin dostan wêjeya me diherimînin? A rast em giş dizanin ew kes kî ne; bêhtir bi awayek hînî xwendin û nivîsîna bi kurmancî dibin (ev serboriya me gişkan e), dilê wan tije ye û dixwazin binivîsînin. Ma ev xetere ye? Na! Ne xetere ye; berhema bira bira berhem tu car bê qedr û qîmet namîne. Bila tirseke me a wanî tunebe.
Xwezî li ser malperan bi hezaran, bi deh hezaran helbest hebûna. Xwezî bi deh hezaran kesan helbest lêbikira?Wekî hevalî gotibû helbet dê dawiya dawî helbest an jî berhema herî bedew wê mayînde bimîne.
Em giş dizanin gelek kesan dest bi nivîsê kir bi dû re biryar wergirtin û dev jê berdan. Çima em napejirînin ku kes bi xwe jî xwe dinirxînin.
Em ne ku ji bo helbestê lêbikin dest bi nivîsandina helbestê dikin, ji bo ku em hînî zimanê xwe bibin helbestê lêdikin.
Pirî caran, pirî gotin însan metelmayî dihêlin; mîna ku her tiştê me mîna yên gelê din be em tespît, nêzîktêdayîn û qalibên wan der dibin.
Mirovekî/ê bifikirin, demeke dirêj berhemên ne berhem lê bike. Hêvî lê neşkê û rojekê bê, helbesteke herî bedew lêbike?Gelo ev tiştek ne baş e?
Em dûr neçin, kesekî jê jî ez; min gelek helbest lê kir, dosyayek min jî hate weşandin. Îro roj, ez wê dosyayê wekî dosya nabînim! Têde çend helbestên helbest hebin jî. Ev poşmaniyek an jî têkçûnek e, na. Lê rastiyek e; piştî min ew qas pir helbest lê kir min biryar wergirt da ez demeke dirêj dosyayên helbestê neweşînim. Ev hezkirin û hurmeta li helbestê ye. Îro roj dinivîsînim û dixwazim têkiliyek evîndarî di navbera min û helbestê de şîn bê. Hê wan biweşînim belkî jî neweşînim. Gere neyê ji bîr kirin ku wexta însan ew qas helbestan lêdike bi şev û rojan difikire, dixwîne, dinirxîne?ev livbazî bi tenê bes e ku însan kesan teşwîq bike da binivîsînin.
Em dizanin ku gul û kulîk bêhtir li ser sergoyan xweş şîn tên! Lê bila sergo ne sergoyên bajaran bin; sergoyên bajaran jehrê jî vedihewînin!..
Helbest û helbestvanên me ên tîn didin dilê me hene. Der barê wan de tu xema me nîn e û bi tu awayî asta wan nakeve.
Edetek heye, gere li derî vê babetê bê gengêşîn ku ew edet pêşkarî her wêjeyê bûye da bi awayek li hember wêjeyan xetereyek mezin e; nav têne xwendin, berhem û wêje nayên xwendin! Carna di nav wan berhemên ku ne berhem têne dîtin de rist û derbirînên ew qas hêja hene însan li ber dihele.
Her kes helbestvan e, na. Her kes dikare helbest lêbike, na. Bila her kes helbest lêbike, belê, aniha, bi kurmancî..!
***
Mirina Nivîskar
12. 10. 2007
Cîhan Roj
Wexta nexweşî bi canê wî ketibû min bi riya têlefonê ew agahî da hevalekê. Di wê kêliyê de wê hevalê kesereke ew qas ji dil, bijan kişand kêliyekê di dilê min de jî halê taviyên biharê xwe dabû der.
Min helbestekê lêkir û di Diyarnameyê de weşand. A rast min ew helbest hinek bi dudilî weşand; îhtimal bû ku ew hest bi xelet jî bihata şîrovekirin, ji ber ku kesê nexweş Mihemed bû!
Îro jî ez ji xwendevanekî û dilsozekî wî haydar bûm ku miriye. Dîsa xemgîniya wî kesî bandor bêhtir li min kir.
Belkî hesta aniha ji helbestekê jî wêdetir e.Sedemên vê jî ew qas kûr in.Wekî di wê helbestê de jî hatibû derbirîn hem gazinên me yên servekirî hebûn li wî hem jî ew di wêjeya me de bi awayek kişwerek bû.
Yê dîsa serî li her tiştî girt, deriyek nû vekir ew bû. Ev jî qey xweseriyek nivîskaran e; bêhtir di axaftin û gotinên herî safî, jidil û rojane de tiştên gelek bi wate, muhîm dibêjin, ?Ez bi qurbana we me, ez hatim vir bijîm.? Van gotinan serî li gelek tiştan girtibû. Lewre ji berhemên wî bêhtir, nêziktêdayînên wî hatibûn gengêşîn.
Bi dengê Dîcleyê re, bi ?vegotinên mexdûran? re wî riya xwe averê kir. Li welatê min, wexta zarokên dergûşî dimirin dihat gotin ku piştî mirinê ew dibin çûçikên çolê. Ji ber ku her nivîskarekî zarokekî ye piştî mirinê ew jî dibin çûçikên çolê.
Sala çûyî van çaxan min nivîsekê di der barê kesekî bi rûmet de lêkiribû ku ew kes jî ji ber heman nexweşiyê miribû. Ezê ji wê nivîsê hin beşan lê bikim:
?Gelo çima mirina hin kesên li dûriyê ji şêrpençeyê ye? Gelo ji bo çi hin mirin ne sar in, peyvên sar bi bîr naynin?
?????.
Bêriya hin miriyan dikim. Her ku li asîmanê Nietsche dinihêrim wan miriyan dibînim! Bi rojê re ew dibin geliyê tîrêjê. Li ber serê min in êvaran; ji bo axaftinên nîvekelî, ji bo hêviyên şaxdayî, bi kelam û peyvên asîmanî re li ber dilê min in?
Û ka tawanê we?! Kesên tawanê wan bûye şînahiya asîman, ew kes in beriya siya me bi me re ne. Di gotinê de şîn şax didin?
Dipirsim, aniha, ji miriyekê; navbera însan û asîman çend gav e?
Wexta dipirsim çi peyvên di bergeha hişê min de hene dibin xunav û ewrek mîna girokek hevrîşîmî ber bi şînahiya asîman ve rê dide xwe??
Birêz Uzun di dilê min de di halê rojek bihara pêşî de bû her wext; tav, ewr, barana hûr, dîsa tav, ewr?
Rihê nivîskaran piştî mirinê belkî dîsa gotinek e?
***
Guneh Daweşandin
Cîhan Roj
04. 10. 2007
Ev guneh bi piranî jî ne aîdî behrê ne. Emê vê rewşê wekî hêmayekê têbigihijin.
Dilê însan jî bi awayek mîna behrê ye. Hûn wexta lê dinihêrin gelek tiştan nabinînin. Lê hinek însan wekî behrê dikin û bi rexne lixwe girtinê yan jî lixwe mikurhatinê wan kelekot û xeletiyan ji dilê xwe diavêjin.
Ger însan neavêje derve wê çi bibe; helbet îhtîmale ku dîsa neyê dîtin lê di rastiyê de ew kevnekot û tiştên ne li rê di dil de ne.
Gotina bi kurdî ya wekî, ?Ma dilê wî ne dil e, behr e behr?? jî rastiya hinek dilan careke din bi bîr dixe.
Jixwe dilê bi qasî behrê fireh be helbet wê gelek janan, xeletiyan bihewîne. A muhîm ew e da dil bikaribe verişe.
Pirî caran wexta ez nivîsan dixwînim li keviyên wan nivîsan dinihêrim! Gelek caran jî dixwazim hîn bibim bê wexta paqijiya nivîskar çi wext e yan jî di kîjan nivîsan de vedirişe?
*Ev peyv, li devera Vartoyê ji bo tiştên bêkêr, ên têne avêtin û gere bêne avêtin, tiştên gemarî tê bikaranîn.
***
SAL 2300!
16. 09. 2007
Cîhan Roj
Saetek e li bedena jina xwe a şilftazî dinihêre. Dixwaze bigirî. Hêstir pê re nemane. Mehek e avşoyek kîmyewî vedixe.
Di sarincê de bi qasî kîloyek ava wan maye, newêrin vebixwin, ger ji nişke ve agir ji devê wan bifure wê ew av wan xilas bike. An na ger sê dilop av jî vebixwe wê bikaribe bi saetan bi jina xwe re kêfxweş bibe û axîna dil bişkîne!
Her ku hewl dide ber bi sarincê ve biçe, xwe radigire lewre sê roj in sê caran agir ji devê jina wî difure.
Belê agir, nexweşiya bê eman, ji ber nebûna av û hewayê nexweşiya sedsalê nexweşiya agirê sivik e. Ji salê carê hew çend kîlo mêwe pariya wî dikeve. Jina wî jî gelek bêriya wî kiriye. Ji wan mêweyan jê yekî veşartiye. Mîna ji halê mêrê xwe jî fam kiribe tevdigere. Radibe, mêweyê tîne, dîlîmekê dixwe ya din giş dide mêrê xwe.
Du saet pev şad dibin.
Mêrik di şibakeyê de li teyareya xwe dinihêre. Serî ber bi jor radike, li hewayê dengê bi hezaran teyarê tê. Li dinyayê ji pênc hezar dewletan bi hezaran teyare mîna karwan ji bo biçin hewa paqij û avê bînin bi rê ketine. Her kêliyê bi sedan qeza diqewimin.
Bi ser jina xwe ve dizivîre:
- Şikir, îsal ne wekî sala çûyî ye, ev bû donzdeh car em pevşad dibin! Ez hatim dawiya temenê xwe. Donzdeh car karê mêran e! Ger lawikê min jî bi qasî min bikaribe çil sal bijî mala Xwedê ava. Axxx, niha yek bibûya serokê vî welatî, xemek min nedima. Ev du sal in, welat bê serok e, kes newêre bibe serok?
Gelo ev çîrok e?
Na.
Gelo ev ne çîrok e?
Belê; çîroka kêliyeke şeva nîvê şevê ye ku di wê kêliyê de derî li min vekirî û min kûr û dûr li dara spîndarê dinihêrî?
Lê tu dibêjî ev xwesteka nivîsîna çîrokek ji çîrokan e; ev jî na, belkî xemeke evseneyî ye?Derewek mezin a dema me lê belkî bi awayek rastiya dema lehengên çîroka me be!
***
'Eyloyê Pîr' û 'Memê Alan'
02. 09. 2007
Cîhan Roj
Her xwendin çavek e, her xwendin ji nû ve afirandina berhemekê ye, her xwendin deriyek e.
Pirtûk dişibin daristanên tu car rê pê neketine; her xwendevan wextê bi nav daristanê dikeve riyek ji xwe re dibîne, dengan li gorî dilê xwe hîs dike, rengan li gorî xwe li ahenga hundirê xwe zêde dike, daristanê bi çavê serê xwe û bi kûrahiya dilê xwe dibîne.
Ji ber ku rexnegirî bi pêş ve neçûye ger em bertekiyên xwendinê lê bikin ev jî wê dawiya dawî bibe deriyek.
Di der barê şanoya Hekarî de birêz Zerdeşt Haco bes agahî daye xwendevanan. Tişta gelek balkêş ev e ku Evdirehîm Rehmî Hekarî bi hostatiyek mezin rûyê şer ê reş li ber çav raxisti ye. Memê Alan diçe şer. Piştî wext derbas dibe tê mal. Jina wî wî nas nake. Xwe bi jina xwe dide nas kirin. Bi dû re dêya wî dibîne ku kesek nenas wa di nav nivînên bûkê de. Dê jî kurê xwe nas nake. Rim tîne di sînga kurê xwe de wer dike.
Şer ew qas kirêt e ku mêr bi jinê û dayikê biyan dibe. Biyanîtiya bi xwe re jî li dera ha.
Pirtûka Eyloyê Pîr a Kamiran Alî Bedir -Xan ji yanzdeh çîrokan pêk tê. Piştî hûn pirtûkê dixwînin her çîrok bi peyama xwe dibe guhar, di dilê we de dibe dengek xeybane, kûr û bi keser. Di her çîrokê de peyam bûye xema nivîskar.
Her çîrok çarçoveyek e, deriyek e. Xwestiye bi her çîrokê hîmekê dayne. Wekî taca çîrokên xwe jî çîroka Eyloyê Pîr lê kiriye. Ez bawer im Firat Cewerî giringiya vê çîrokê destnîşan kiribû.
Ev çîrok bi tena serê xwe taca çîroka kurdî ye. Çi ji alî babetê ve çi ji alî honandin, têma û ziman ve delaltiya xwe bi awayek şerbetî bi xwendevan dide tam kirin. Peyam di vê çîrokê de jî heye lê ne bi awayek stûr xwe dide der, çîrok nebûye qurbana xema peyamê. Peyam di nav reng, deng, nazdariya evînekê de bi cî bûye. Ew peyam jî ji devê karekter de bi van gotinan diherike: "?Xwedêyo, ji min re jî dilekî xurt bide.??
Kur û bav evîndarê Perîxanê ne. Perîxan ji bav hez dike. Dil li ciwantiyê nanihêre, xwe li dilekî xurt digire. Lewma piştî Gurgîn û Mîr Perîxanê dikujin Mîr jî xwe dikuje. Kurê wî Gurgîn jî ji Xweda daxwaza dilekî xurt dike.
Koçera Mîran. Em bibêjin çîroka nameyekê çêtir e. Ji nameyê wêdetir nivîskar xwestiye belgeyekê li dû xwe bihêle. Ev tekst şayesandina keseke kurd e. Tabloyek e. Tabloyek bes têra xwe hatiye estetîze kirin. Belgeyek e ji alî cil û bergan ve. Wêneyek erdnîgarî ye.
Çîroka Du Dengbêj jî bes balkêş e. Yekî misilman bi mêvantî tê Kurdistanê. Zalim e. Dibe xwedî desthilatiya qesrê. Rojekê du dengbêj li qesrê dibin mêvan. Piştî kilaman dibêjin Sînemxan ku jina desthilatdar e ji sîngê xwe gulekê vedike û diavêje bal dengbêjan. Tirs bi ser kesê desthilat dikeve. Ev gotin ên kesê desthilat e: "?Ji jinên min, di destê min de tenê ev ma, di vî welatî de we her tişt jahr kir, niho hon dest jin û canê min jî dikin, hiş û dilê milet ket destê we, xelk ji bo navê Kurdî dest ji jina xwe ber didin, xwe bi mirinê ve girêdidin!..??
Zalim bi şûr dengbêjê ciwan dikuje. Dengbêjê pîr nifir li qesra bêbext dike. Piştî nifirên dengbêj her roj berek ji dîwêr de dikeve dikin nakin nacebire.
Hêza hunermend her wext di dilê desthilatiyan de bûye xof. Hosta Kamiran Alî Bedir-Xan bi bîra însanan dixe da stran çawa bandor li dil û hişê însanan dike. Ev jî çawa di dilê desthilatiyan de dibe tirs.
Çîroka nivîsevan jî ji wan çîrokan e ku wê her dem xîtabî xwendevanan bike. Yekî nivîskar dimire. Rojekê Îblîs wî ji xewa wî şîyar dike. Nivîskar dibe şahid ku di dibistanan de berhemên wî têne xwendin. Şanaz dibe. Bi vî awayî nemirtiya nivîskar tê destnîşan kirin. Lê a herî muhîm û taybetiya vê çîrokê ev e ku hosta Kamiran bi van hevokan nêziktêdayîna xwe a li nivîskariyê destnîşan kiriye: "?Ji kortikên çavên nivîsevanî roniyeke heşîn derdiket, diket erdê û rêya Îblîs rondar dikir.??
Roniyeke heşîn. Roniya çavê nivîskar heşîn e! Û rêya Şeytên jî ronî dike.
***
Dimdim û Gulê
16. 07. 2007
Cîhan Roj
Wexta em klasîkeke yan jî berhemeke zargotinî ya bi kurdî dixwînin bi çarçavî dixwînin; berhemên wisa ji bo me laboratuar in. Carna di berheman de awayek derbirînê, gotineke resen an jî qalibeke bi rih dibe sedem da em bi saetan kêfxweş bin, bifikirin û xeyal li xwe fireh bikin.
Piştî xwendina "Dimdim"a Ereb Şemo û "Gulê"ya Nûredîn Zaza çend nîşeyên xwe dan der hene ezê van nîşeyan lê bikim.
1. Kêmaniya nivîskarî û xwendevaniya bi kurmancî ya sereke xeyal û peroş bû/e. (Ne hewce ye em sedemên her kes pê dizane dubare bikin.) Ji bo em vê kêmaniyê berteref bikin me divê em bi mehan klasîkan û berhemên zargotinî bixwînin. Mesela peyva peroş ku bê dahûrandin wê çawa bê dahûrandin? Ger ez bi ser hedê xwe bixim û wan dahûrînim wê zimanzan çi bibêjin? Per+xweş."Xw" ketibe û "e" veguherîbe "o"yê. Na, mexsed û armanca min ne dahûrîniya peyvê ye. "Per" hêmaya firîn û azadiyê ye. Ku we xweşî jî da ser rasterast wêje, derbirîn, kûrahî, berfirehî, tam û çêj xwe dide der.
2. Bi qasî em pê dizanin kesê dibe sedem ku Kela Dimdim hilweşe ji ber ku danekê xwarin jê re namîne li xwe digire, wekî meseleya şanaziyê dihesibîne. Agahî dide leşkerên şah da avê li Kelê bibire. Leşkerên şah avê dibirin û bi vî awayî kurdan têk dibin.
Di romana Ereb Şemo de serboriya wî karakterî bi vî awayî ye: Eşîra wî kesî ji wî kesî hez nekiriye. Xan î kelê desthilatiya wî jê distîne, wî bê rûmet dihêle di nav civakê de. Kes dawiya dawî dikeve quncikên qehwexaneyan. Xumar dilîze (Meseleya xumarlîstinê jî xaleke girîng e. Li ciyek mîna Kela Dimdim û xumarlîstin..! Gerçî Dimdim di romanê de ciyê bazarê ye.) Wexta ji kelê der tê halê xwe yê berê bi bîra xwe tîne û îxanet li desthilatiya kelê dike. Ew jî ji leşkerên şah re dibêje avê li wan bibirin.
Pirs: Gelo dilê Ereb Şemo bi cî nehat ku "xwarinê" wekî sedema îxanetê lê bike? Lewma xwestiye bingeh û hincetê ji bo îxaneta wî karekterî çêbike? Lewre wexta em îxaneta karekterê di romana Ereb Şemo de dixwînin em pirsek du pirsan ji xwe dikin û heta bi awayek însan dikare pariya Xan î kelê jî tê de bibîne; gelo Xan nikaribû bi awayek dî pirsgirêka wî kesî û a eşîra wî çareser bikira? Belê însan dikare pirsên wanî bike.
Li gorî me di dastana zargotinî de karekter bêtir bi cî bûye. Ev rastî a me bû ye. Rik û şanaziya reş, an jî a bê wate di gelek bûyer û qewimînan de bûye sedemên karesetan.
3. "Gula" Nûredîn Zaza her çiqas bi gelemperî ji bo çîroka kurdî çavkaniyeke berfireh be jî wê bêtir di demên pêş de ji alî civakî û felsefîk ve ji bo çîroknûsên jin ên kurd bibe bingeh. Bi tenê ew karekter besî bi dehan roman û cildên ceribî ye. Gulê sîmbola redkirina jiyana feodalî ye. Mehkûmkirina desthilatiya mêr e.
Dîsa bi awayê nivîskî ev çîrok nimûneya sereke ye ji bo karasetê.
4. Bi qasî çîroka Gulê çîroka Perîxanê jî balkêş e. Ev çîrok ji bûyereke hatiye jiyîn hatiye honandin.
5. Ger em kêliyekê Gulê û Dimdim bifikirin emê karibin bibêjin ji bo Nûredîn Zaza peyam esas bû ye. Di Dimdim de vegotin, derbirîn û tama edebî bêtir xwe dide der. Ev bêtir ji bo pêşkeftina wêjeya kurd a di navbera her du kesan de muhîm e.
***
Dostaniya bi xwendevan re û Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî
27. 06. 2007
Cîhan Roj
"Her xwendevan bêşik dostek e." Ev gotina Anatole France ji gelşên wêjeya me ya modern jê yekê destnîşan dike; xwendevan û nivîskar, berhem nikaribûn bibin dost! Astengiya herî mezin jî derbirîn û awayê derbirînê bû.
Gavên tên avêtin wê êdî bala xwendevan û nivîskar li ser vê gelşê bi cî bike. Ji gavên hêja jê yek Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî ye. Weşanên Lîs ji Mem û Zîn a Mele Mehmûdê Bazîdî heya Gulê ya Nûredîn Zaza 19 pirtûk weşand.
Dîsa bi qasî ji min re hat gotin Jana Seyda çîrokên Hezar û Şevekê werdigerîne. Vê xebatê jî dê Aram biweşîne.
Ji vir bi şûn de ger xwendevanek bibêje berhem bi me giran tê, ez nikarim bixwînim wê pirsek me hebe, gelo we pirtûkên Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî xwendin? Ji vir bi şûn de wê xwendevan berhemên modern û van pirtûkan ji alî derbirînê ve û derfetên ziman ve bide berhev û dê pirsên xwendevanan jî ji nivîsyaran hebin..!
Niyeta min ew niyet bû heya demekê ez hemî pirtûkan bixwînim bi dû re tiştên di dil û hiş de xwe bidin der lê bikim. Piştî min rahişt pirtûka Ereb Şemo ya bi navê ?Dimdim? û rûpela pêşî xwend min ji xwe re got; hêdî! Bêhtir ji alî derbirînê ve û gencîneya ziman ve rastiyê careke dî xwe de da der. Ger rûpelek bûbe sedem ji bo ez careke dî li ser gelek tiştan bifikirim ev jî tê vê wateyê ku piştî xwendina her pirtûkê emê hin dîtin û nêrînên xwe bi xwendevanên Diyarnameyê re parve bikin.
Ne hewceyê gotina dirêj e. Kerem bikin:
??Wê sibehê, piltek ewr ji serê çiyê derket, li ser Kela Dimdimê, hebekî baranê reşand, toz û xubar bi erdê de kuta û dîsa vekir. Tava xweş vê biharê dîsa pencê xwe da erdê. Vê baranê bêhn û buxza hewayê hê pak kir. Ji barana wisa re em kurd dibêjin, dewata gur û roviyê??
We got çi, xwendevan û nivîskarên kurd? Ez bi gotina we nizanim lê ez dizanim piştî ez nozdeh pirtûkan bixwînim wê bi sedan pirs li ser serê min bi bask bin û ez dê ji alî derfetên ziman ve gelek caran li xwe werim xezebê..!
***
Lîstik
24. 05. 2007
Cîhan Roj
Peyva lîstik wexta ji bo zarokatiyê yan jî zarok bikartînin gelek xweşik e; bêhtir jî zarokên di nav jiyaneke siruştî de dijîn. Ji bo lîstikê jî pêlîstok divê.
Min bi vê nivîsê jî xwest lîskekê bilîzim; halê zaroktiya min bi bîra min hat. Berî nivîsê lê bikim pirtûka Samî Tan a bi navê “Rêziman û Rastnivîsa Zaravayê Kurmancî” di dest min de bû. Mîna zarokekî ez aniha bi derbirîn û hevokan dilîzim. Hevokên li jêr bi aîdî Samî ne. Min ew bi awayek li gor lîstika xwe bi cih kir. Nizanim bê lîstika min li xweşa we biçe yan na lê gelek li xwe?a min çû. Kerem bikin:
“Çi firiya?
Çi vebûn?
Kê çi firot?
Kê çi got?
Tu dikarî ji min re wê çîrokê vebêjî?
Min xwest ji te re ti?tekî bibêjim.
Tu dikî bi ku de herî?
Tu têgihiştî ka ez çi dibêjim.
Te ji wê re çi got?
Te ji wî çi xwest?
Te em kuştin.
Wî ew kuşt.
Ez nên dixwim.
Tu nên dixwî.
Ew nên dixwe.
Ez im.
Tu yî.
Ew e.
Em in.
Hûn in.
Ew in.
Ez mirov im.
Tu mirov î.
Ew mirov e.
Em mirov in.
Ew mirov in.
Hûn mirov in.
Ez baş bim.
Tu baş bî.
Ew baş be.
Em baş bin.
Pênûsa wî.
Pirtûkên wê.
Gazinên wan.
Min tu dîtî.
Te ez dîtim.
Me hûn dîtin.
We ew dît.
Wî ew dîtin.
Em li fîlmekî xweşik temaşe dikin.
Darê nebire.
Gulekê bide min.
Erik, çi biaqil e! Hîn rê jî nîşan dide.
Christian-un chrêtien-xiristiyanek
Judaism-le judaîzme-cihûtî
Hinduism-le hinduisme-hîndûyîtî
Buddhism-le boudhisme-bûdîzm
Îslam-musulman-misilman
Zerdeşt ji me ye…
Derî vebû.
Berf bariya.
Kulîlk çilmisîn.
Porê reş.
Çavên şîn.
Pelên hişk.
Dilekî şikestî.
Xwendina wî bilbilî.”
Me çi gotibû, lîskek bû ev nivîs.
Nîşe: Belê, hemin me îro peyva lîstik di devê xwe de kiriye benîşt ez dê bi heman peyvê dest pê bikim ji bo lêborînekê; mixabin soza ku me dabû xwendevanan da ji panzdeh rojan carê ez nivîs lê bikim bi avê de çû, bû lîstikek! Di nivîsa berî panzdeh rojan de min bi awayek ‘polîtîk’ xatir xwestibû (ji tirsa Cemîlo û we xwendevanan).
Diyarname wekî her weşanê li ber dilê min şîrîn e. Ji vir bi şûn de bi awayek serbest carna ku nivîsên me hebin emê ji Diyarnameyê re bi rê bikin. Bêhtir dê ew nivîs bertekiyên xwendinê bin. Ger edîtorî jî li me bibore û vê hêviya me li cih bibîne.
Gulekê didim we hemûyan. Bi silaveke şerbetî.
***
Dil û hiş, kes û berhem
24. 05. 2007
Cîhan Roj
Mirovê bi zanistê, bi pêşkeftinên mirovahiyê, bi mantiqê zanistê biyan bêtir bi dilê xwe difikire; nazik e, xwîngerm e, ne xwedî niyeta xerab e, dilê wî, nêrîna wî bêtir bi siruştê re lihevhatî ye.
Carna reben e, carna gumîn û nalîna ewrên biharê jê tê. Tu tişt li ser dilê wî tune ye; tişt û probleman di dil de dide serhev, li çareyan nagere, ji nişke ve mîna biruskekê ya di dil de vedide. Di wê kêliya tevlihev de carna bêyî hemdê xwe rê li gelek problem û aloziyan vedike. Ji mantiqê rexneyê bêtir kevir di bêrîkê de hene. Kelecanî û coşa pêre dibe sedem ku ew zû tehrîk bibe. Piştî tehrîk bû, çavên xwe digire û dev li xwe vedike. Di wê kêliyê de dixwaze ‘an xan bike yan jî xirab bike.’ Benê întîxarê di dest de ye, bi rik e, wê yan we daliqîne bi şêweya xwe yan jî xwe… Pirî caran ajo mohra xwe li derbirînên wî didin.
Îsyankariyek arabeskî pê re ye. Bijartin, fesîhbûn, nêziktêdayîna analîtîk pê re nîn e; her tiştî tevlihev dike û her tişt li ser dil û hişê wî dibe bar. Wexta bar pê giran tê bê beledî xwe dide der. Piştî halê bêbeledbûnê êdî ew ne ‘ew’ e; neçar dimîne da çi tiştên ji alî kesên dî ve tên gotin wekî rastiya xwe bihesibîne. Kesên dî, ji ber ku bi rastî û halê dinyayê baş dizanin (!), haydarî rastiya kesayetiyên bi dil difikirin baş dizanin (!) pirî caran bi awayek sergirtî xwe li ser wan ferz dikin. Ji ber ku gengêşî li xweşiya wan naçe, xalên herî hişk derdixin pêş, gere li wir bişkê!
Hiş û mantiq cihoya modernîzmê ye. Mesela, têkiliya sedem û encamê xala herî girîng e. Ger hûn bi hişê xwe bifikirin ‘kes’ ji bo we ne muhîm e, berhem û mantelîteya kesan, nêziktêdayîna kesan a hunerî muhîm e. Gere ew derd bi we re tunebe hûn bi dû navan bikevin. Wexta hûn rexne li mantelîteya kesekî bigirin (dibe ku gelek navdar be jî) ev nayê vê wateyê ku berhemdariya wî kesî yan jî berhemên wî kesî lawaz in! Ev nayê vê wateyê hûn jê hez nakin. Ger we rexne lê girtibe (bira bira rexne be) ev hezkirin bi xwe ye.
Kes jî dawiya dawî însan e; îhtimal e ku rojekê gotin û nêziktêdayînên herî bi sosret der bike (Ez wekî xwendevanekî kurd di hin nivîsan de pêrgî sosretên wisa hatime, di nivîsa bi navê Texlîd û Manîpîlasyonê de jî mebest hinek ev bû û ne hewce ye ez wan nivîsên sosret aniha bi bîr bixim!) û heman rojê biçe mal, êvarî helbesteke herî bedew, çîrokeke herî bedew, beşeke romanê ya herî bedew lê bike. De baş e, wexta hûn rexne li wan sosretiya bigirin ma ev tê vê wateyê ku hûn wan berhemên hêja jî nabînin? Na. Mirovahî wexta behsa mezinbûnê dike mebest jê berhem e, ne nav e. Li dinyayê her kes pê dizane carna kesayetiya herî lawaz, rihê herî bi aloz berhemên herî bedew afirandine. Kesayetî, şexsiyet, nêziktêdayîn tiştek in berhem tiştek dî. (Bi tevahî berhem û kes ne heman tişt in) Dîsa her kes haydar e ku carna kesan bi dehan berhemên ne baş lêkirine bi dû re berhemên mayînde afirandine. Di heman wextê de hin kesan pi?ştî berhemên baş berhemên ne baş lêkirine. De baş e, kesekî li dû berhemek hêja berhemek asta wê nizm lê bike, an jî piştî berhemeke gelek bi nav û deng afirand tiştên ne li rê bibêje û hûn jî rexne lê bigirin ev tê çi wateyê? Ez bibêjim, wate li gorî nîyeta we reng werdigire!
Îro roj kesekî helbestên herî bedew, çîrok an jî romanên herî bedew nivîsandibe û carna ji bo dîroka wêjeyê, rewşa wêjeyê (li gorî we) tiştên ne rast bibêje, tespîtên ne rast bike gelo mafê we tuneye hûn jê re bibêjin na, an pirsan jê bikin. Gelo piştî hûn rexne lê bigirin ev tê vê wateyê ku niyeta we xerab e yan jî hûn ji berhemên wan kesan hez nakin. Ev xelekek polayî ye di civakên paşdemayî de; gelek kes her ku bi niyeta we, bi nêziktêdayîna we dizanin jî bi qestî vê tevliheviyê wekî xelekekê datînên pêş we ji bo tu kes bi tu awayî derbarê wan de tu tiştî nebêje! Ev kemînek e. Ev kemîn jî bêtir di riya bazara serberedayî de hene. Carna wexta hûn bi dil difikirin hûn dibêjin, heft xwelî li serê me be! Ev panzdeh sal in hîç nebe li vî welatî bi kurmancî tê nivîsîn me hê mekanîzmaya şêweya rexneyê neafirand, hinek rewşa xilt bi bîr tîne; xilt her ku xwelî diavêje dîsa bi ser serê wî de tê.
Lê hûn bi hişê xwe difikirin bêhn li we fireh dibe; ger şagirtên zanîngehê destpêkiribin çîrokan bi rêçikên zanîstî binirxînin (Li gorî nûçeya Dîyarnameyê “Yazinca”) ev dibe destpêka her pirsî, ev dibe bersiva gelek pirsan, ev tê vê wateyê ku dê şêweyek xweşik bi cî bibe, ev tê vê wateyê ku ji derî danasînê, wê êdî nirxandin xwe bide der. Ev ji bo kesên wekî min tê vê wateyê ku em êdî hew bi dû bikevin berheman lê bikin, hew xwe li cîhana xwe bigirin.
* * *
Heya niha ji kesên gelek nivîs nivîsîn jê yek jî ez bûm. Sedemek vê rastiyê hebû ew jî ev bû ku ger zimanek di warê gengêşî, rexne û dîsîplînên dî de neyê bikaranîn bi probleman re rû bi rû dimîne. Bi qasî roman, çîrok, helbestê pêdivî pê heye ev ziman di warên dî de jî bê bikaranîn. Wexta hûn gotarekê lêdikin hûn di heman demê de ziman jî dixin karwaniyê, ziman û raman hev bi pêş dixin. Ji kerema xwe re bifikirin, kurmancî di nivîsên ceribî de di çi rewşê de ye? Gelo zimanê me di her qadê de, di her warî de neyê bikaranîn wê berê berhemên wêjeyî çiqas fireh be û wê çiqas bikaribin jiyanê vehewînin? Belê, bi tevî her kêmanî û xeletiyê jî (ne ji bo nav, navdarî û navên kesên dî, ji bo em bikaribin bigengêşin bi zimanê xwe gere hewlên me hebin. Cî ji dilan teng dibe. Ciyê her kesî li gorî berhemên her kesî ye, helbet însan nikare xwe li ciyekê bi cî bike. Helbet însan hew bi gotinên xwe nikare nav li xwe bike.)
Piştî gengêşî û bikaranîna ziman a di nivîsên ceribî de wê beriya nav û navdariyê wê zimanê me li ciyekê bi cî bibe. Belkî serkeftina herî mezin ev be. Îro roj wisa xuya ye ku êdî ew sîwan (“kurdbûn” û derbirîna “Wêjeya kurd”) ne besî her kesî ye; lewre mantelîteyên cuda, nêzîktêdayînên cuda hene û xwe didin der. Ev jî ne ti?tek xirab e. Hew temkîn lazim e; wêjeyên dî di demeke dûvdirêj de ev ast bidestxistine, em nikarin di nav deh bîst salan de wê astê bi dest bixin. Li gorî min aloziya herî mezin li vir xwe dide der; di dewsa em rastiya wêjeya xwe û xwe bifikirin de em carna kirasên reş û teng û carna jê jî kirasê gelek fireh li wêjeya xwe dikin. Ev, herdu nêziktêdayîn jî kelem in.
Li gorî min gere her nivîskarekî kurd her roj gotarekê yan jî nivîsên ceribî lêbike, ne hewce ye biweşîne. Ev e, êdî xwendevanên kurd li benda tiştekê ne..!
Belê min nivîsî lê rexneya herî bêînsaf jî min li xwe girt. Ezê her û her rexneyên bêînsaf beriya her kesî li xwe bigirim. Ka em di xalekê de lihev bikin; ji pir nivîsînê mebesta min ne ew bû da kes bibêjin filankesî filan ti?t nivîsî. Dîsa ez jî wekî we gişan dizanim bê bi nivîsandinê bi tenê yan jî bi qîreqîrê însan nagihije tu deverî. Lê ez dizanim ger di her nivîsekê de min têgehekê, biwêjekê, qalibekê, peyvek mirî bi bîra xwendevan xistibe ev ji bo min cîhanek e, serkeftinek e! Lê wext hat; bi dubareyî bibêjim ger şagirt û ciwanan destavêtin nirxandinê gere em jî bikaribin biryarekê bigirin û li warê xwe vegerin!
Bi bîr naynim bê kê nivîsîbû. Gotinên wî kêm zêde wanî bûn: “Nivîs di heman demê de dadgehek e. Dadgehek wanî ye ku ne kifş e bê çi wext bê lidarxistin. Carna hûn dimirin ew dadgeh hê tê li darxistin.”
Deriyê mezin niyeta însan e; ger baş be li bax û bexçeyan vedibe ger xirab e li her kirêtiyê vedibe.
Mesela bi xatirê we. Mesela merheba çîrok û pexşan. Mesela merheba riya dûv dirêj a wêjeya me ya bi her du lingan ve birîndar û li ser gewdeyê xwe dimeşe. Mesela merheba kirêtî, şaşitî, kêmanî, derd, dilşadî, derbirîn û berhemên dema çûyî. Mesela merheba hêviyên bi bistan û bi pêsîr.
***
Texlîd û manîpulasyon
Cîhan Roj
Di jiyanê de ti?ta li hember afirîneriyê ya herî bi xeter texlîd e. Talûkeya texlîdê ya herî mezin jî ev e ku texlîd dibe sedem hûn ‘xwe’, derfetên xwe, rê û çareseriyên xwe ji bîr ve bikin. Malkambaxiya texlîdê ya dî jî ev e, texlîd nahêle hûn bifikirin! Rê li ber we digire da hûn bi çaveke lêkolîner, pîkolî li jiyanê, li berheman binihêrin.
Texlîd bêhtir di civakên asîmîlekirî de, takekesên bi xwe biyan bûne de xwe dide der. Ger asta biyanîbûniya me bi bîra me bê emê ba? fêm bikin bê ?êwe û derbirînên me yên bê xwê li ser kîjan bingehê xwe didin der.
Ez behsa kêliya nivîsîna berheman nakim, ev mijareke dî ye. Ez behsa derbirînên der barê wêjeyê de ên sayakî dikim. Hin ?êwe û nêziktêdayînên tamsarkî, bê ser û ber, sansasyonel ji kana texlîdê de xwe didin der.
Kesên wanî naxwazin rew?, derfet, qonax, rastî, pê?deketin û asta wêjeya xwe bifikirin an jî der bibin. Wê çaxê ew dê nikaribin wan gotinên teyîsî bikin. Ew dê neçar bimînin hin pirsan ji xwe jî bikin. Mesela kesên wanî bêhtir behsa ‘wêjeya cîhanê’ dikin. Ku pirs ji wan bê kirin ew dê bi kirasê xwe bikevin, biçirînin! Îhtimaleke mezin wê bi qasî populerbûna xwe dijûnan bikin! Ger hûn çend pirsên din bikin kî dizane wê karekterek berî bi çend salan bi bîra we bîne!
Ji cîhana wêjeya xwe ditirsin. Cîhana wêjeya xwe wekî cîhaneke tarî dihesibînin, ji bilî xwe! Ew li bendê ne her kes her ti?tî ji wan bipirse. Ew dizanin kîjan gotin bêhtir bi pere dike. Ji tespîtan gelek hez dikin. Li gorî wan mirovên ‘mezin’ encax dikarin tespîtan bikin! Û çavê xwe digirin, devê xwe vedikin..! Heyranê xwe ne!
Manîpulasyon berê rihê wan e. Ciwamêrên wanî ji berheman bêhtir bi ?exsan re mijûl in. Pêvajoya nivîsîna berheman û berhem ji bo wan ne girîng e. Ew û ?exsên wekî wî (‘wê’ lê zêde nakim lewre hê nivîskarên jin ên kurd deriyê xwe bi wê cehnemê nexistine) ên ji bazarê hez dikin muhîm in. Nêçîrvanên gotinên daholî ne!
Heya kengî wê wanî be; heya ku her kes dest bi gengê?iyan bikin. Heya xwendevanên kurd di dibistanan de bi awayek zanîstî be?ên wêjeyê bixwînin û dest pê bikin dîroka wêjeya kurdî bixwînin. Heya ew xwendevan lêkolînan li ser wêjevanan bikin. Wê çaxê wê dew û mast ji hev kif? bibe.
Wê çi wext hinek temkîn xwe bide der; çi wext hezar û du sed helbestvanên kurd* û hemî nivîskarên kurd pirtûkên bi kurdî bixwînin wê çaxê wê texlîd û manîpulasyon ew qas pere neke.
*Muslum Yucel di nivîsa xwe a di kovara Esmer de ev hejmar destnî?an kiriye. Wekî rexne û gazin kiriye ku pirtûka Melayê Cizîrî hew carekê hatiye çap kirin!
***
Dema pirsan û fikrên ters
24. 05. 2007
Cîhan Roj
Di civakê de ji bo hin kesan, "Kesên ters" digotin. Fikrên wan kesan bi piranî li xwe?iya civakê nediçû lewre dijber bûn. Lê dîsa jî civakê ji wan kesan gelek hez dikir.
Her wext ew kes xwedî fikrên ters bûn. Fikra ters ji alî wateyê ve ne fikra neyînî ye.
Wekî rastiyê mala pirsê jî nîn e di hin civakan de! Pirs agir û dûmanê bi însan dixe, çi pû?ê însan heye diavêje derve!
Roja ku wêjevanên kurd bûn xwedî fikrên ters qonaxekê dest pê kir. Bi qonaxê re demeke dirêj e wêjeya kurd, bi wêjeyê re gelek rastî tên gengê?în; kelepora wêjeya kurd, çavkaniyên wê, derfetên wê, referansên wê, rastiya ziman, derfetên bikaranîna ziman, rew?a wêjeya bi kurmancî bi gelemperî rew?a wêjeya kurd.
Pirs û fikrên ters dibin sedem her ti?t ji nû ve bê gengê?în gelek ti?t jî bi cî bin. Lê hêmaya di serê hin kesan de nahêle ew kes bipejirînin wêjeya kurd, derbirîna bi kurdî, zimanê kurdî rê li xwe vedike û ciyek ji xwe re peyda kiriye.
Na, bila kes xem nexwe, kesên bi wêjeyê re eleqedar pirsên herî agir jê dibarin ji xwe dikin. Bila dîsa xema kesî tunebe, kurdên bi wêjeyê re eleqedar in li bi dehan welatan dijîn, bi dehan zimanan dizanin û wêjeya cîhanê jî di?opînin. Lê temkîn bi wan re heye; ew êdî dizanin bê hinek derbirîn û gotinên bi dil?ewat tê çi wateyê!
Lê bila her kes ji pirsan re amade be. Êdî pirs xwe didin der. Wêjevanên bi kurdî berhem didin jî amade ne. Êdî xwendevanên wêjeyê jî pirsan dikin.
Hin nivîskarên kurd bi dû neketine ji nû ve cîhanê biafirînin; bi dû ketine cîhanekê ji bo wêjeya xwe biafirînin. Heta derbirîn û wêjeya xwe tevlî asîmanê wêjeya cîhanê bikin. Ji bo vê jî di gengê?in.
Pirsên wan hene jo bo xwe, ji bo we, ji bo her tit?tî… Belê em kesên rojhilatî dizanin bê wexta pirs tê kirin bersiva amade çi ye.
***
Nirxandina çîrokê
24. 05. 2007
Cîhan Roj
Gelo êdî wext nehatiye wekî xwendevan, wekî nivîskar em pi?tî berhemeke bi kurdî dixwînin ji pirsekê bêtir pirsan bikin? Ma êdî ne bes e em bi hevokekê berhemekê binirxînin?
Çima em napirsin gelo ji hêla nivîskarê/a me ya honakberî çawa ye? Ji bo çi pirs di serê me de xwe nade der gelo hêla afirînerî ya nivîskar çawa ye?
Gelo xeyalên nivîskar çiqas berfireh in? Nivîskar jiyanê çawa şirove kiriye? Li dû jiyaneke çawa ye? Têkiliya sedem û encamê çawa bi cih kiriye? Xwedî çi armancê ye? Wateyeke çawa li ziman bar kiriye? Ji alî wateyê ve tîr e?
Tevna bûyerê, jîrekiya nivîskar a di tevnê de di çi astê de ye? ?êweyê nivîskar? Ji alî bandorê ve berhemeke çawa ye? Berhem ji alî nûbûnê ve çi dide der? Zimanê ragihandinê çawa ye? Ji peyvê re ji gotinê re çi xizmet kirî ye?
Ev pirs jê çend in ku we bi dehan caran xwendiye yan jî bihîstiye. Lê ya ecêb ev e ku gelek kurd wexta berhemeke bi zimanê biyanî dixwînin dikarin bi saetan li ser sohbet bikin, gava berhemeke bi kurdî dixwînin (behsa kesên ba? bi kurdî dixwînin dikim) bi hevokekê, carna bi peyvekê diqedînin. ("Baş e", "Êh") Carna tenezul nayê kirin ev peyv jî bê gotin. Bi hereketeke serî bersiv tê dayîn.
"Dunya ewr e an sayî ye?"
"Ewr e."!
"Sayî ye."!
Mesela em her tim bêriya gundê xwe dikin lê em bi xeyalên xwe, bi fikrên xwe, bi dilê xwe gundek xweştir na afirînin û bêriya gundek wanî nakin.
Mesela em bi zimanê din berheman ji her hêlî ve têdigihîjin lê wexta em berhemên bi kurdî dixwînin li zimanê çîrçîrokê digerin.
Mesela wexta em berhemên bi kurdî dixwînin hêmayek heye di serê me de; em jî mîna hinan karekterên xwe wekî "Heso, Huso, Eyşo, Fato, Miho..." difikirin. Mesela wexta em di berhemekê de karekterên kurd ên ji sînemayê dertên û bi kurdî bi şirove dikin, karekterên di kêliyek tenêtiyê de pirtûkekê dixwîne û noqî cîhana xeyalan dibe hezim nakin an jî ew têkilî û derbirîna bi kurdî bi me giran tê.
Mesela em wexta li tabloya Salvatore Dalî dinihêrin, ku di tabloyê de ji devê volkanê de jin afiriye, bi kurdî xeyal nekin, şirove nekin emê nikaribin berhemên bi kurdî jî binirxînin.
Mesela wexta em berhemeke bi kurdî dixwînin xwêdan bi ser me nekeve, em ji bo biwêj û derbirînekê bi saetan nefikirin, lênekolên emê nikaribin binirxînin.
Mesela di kêliyên hezkirinê yên herî tîr de helbesteke bi kurdî bi bîra me neyê emê nikaribin gotinên bi dê û bav bibêjin….
Nîşe:
Peyva li ber derî: segdan(Ciyê darên ji bo ?ewatê)
Biwêja li ser kulekê: Bi heft çavan girîn.
Derbirîna şîrîn: Ez aniha çûçikek çolê bûma û li ber serê wê/wî bama…
***
Nameyek ji bo xwendevanekî (Meseleya Zimanê Giran)
Cîhan Roj
"Tu rabû ser piyan, bi dengek herî bi biryar te ji me re got, hûn çi dinivîsînin, ez hemî pirtûkên we digirim û diavêjim, ti?tekê jê fam nakim..!"
Dora axaftinê y min bû. Min li te nihêrî. Bersiva min ev bû: "Mala te ava. Xwezî sed kesên wekî te hebûna. Lê mala min jî ava ku min te ew qas gêj kiriye."! Her kes keniya ji bilî min û te! Te li xwe girt Lewma te peyva gêj di devê xwe de bir û anî. Ez jî ne keniyam lewre min gotina gêj di cî de û ne bi wateya di serê her kesî de xwe da der bikar anî; min bi qistî ew peyv bikaranî! Ez dizanim ew derbirîna min jî bi her kesî giran hat.
Min dirêjahî da axaftina xwe: "Li xwe megire birayê min, li xwe megire kekê min, min peyva gêj ne bi wê wateyê bikaranî; ji ber rew?a ?okbûna we ,ji ber rew?a giranbûna zimanê me min bikaranî. Ez serhedî me. Payîza dereng wexta cara pê?î berf dikeve û dotira rojê dihele ji bo ev rew? bê derbirîn wiha tê gotin, berf bi qasî dermanê ?evekê barî. Min ev derbirîn wekî nav li çîrokeke xwe kir (Berf ne bi qasî dermanê ?evekê bû). De ba? e. Ez dizanim ev derbirîn çiqas bi xwendevan giran tê, heta bi gelek nivîskaran. Lê em vê pirsê ji xwe bikin, gelo em derfetên zimanê xwe bikar bînin an na? Pirsa dî; alozî û gel? di derbirînê de ye an em, xwendevan, nivîskar hê bi gelek ti?tan biyan in?"
Na, em hev nexapînin di dengê te de çiqas gazin hebûn dengê min jî bi gazin bû; hêmaya di serê te de ya derbarê wêjeya kurd de balkê? bû! Mantiqê derbirînên biyanî nahêle têkilî di navbera me û we xwendevanan de pêk were. Hûn bi ciwantî û ciwamêrdiya xwe hewl didin. Pi?tî demekê berhemên me xwêdanê bi ser we dixin. Ev rastiyek e û tercîhek e. Em hinek dî kûr û dûr difikirin ji bo wêjeyê û derfetên wêjeyê. Hûn jî mafdar in. Dixwazin berhema bê nivîsîn têbigihijin. De ka em pirsek dî bikin; gelo ev ziman rê nade ku hûn hevokên ji sê, çar, pênc, ?e? peyvan pêk tên saz bikin? Gelo derbirîn û vegotin ne ew ti?t e ku hûn form, biwêj, gotinên pê?iyan, qalibên derbirînê…peyvên bi serûber bikar tînin?. Wê çaxê ger em bi tenê xwendevan li ber çav bigirin ev jî dibe hewlek populîst!
Ew gotina te got di nav civatê de bûye adetek; ger mijar berhemên bi kurdî bin bersiv amade ye, giran in, em ti?tek jê fam nakin..! Çi xwe?, me serî li lodê girt! Xwendevanê delal, kesê ciwamêr, dilê te bi cî hat bê gazinên min ji bo kîjan mantiqî ye? Ev e, bi tevî her ti?tî rexneya te dîsa bû sedem ku ez bi dehan caran bifikirim. Dîsa mala te ava. Her çiqas nivîskar xwendevanandiafirînin, xwendevan jî nivîskaran diafirînin. Lê ji kerema xwe re berî berhemên me destanan, biwêjên bi kurdî, helbestên kilasîk, çîrçîrokan bixwînin bila têkiliyek sirû?tî amade be.
Kesê delal, bila di navbera min û te de be; lê wextê berhemên min diqedin ez didim hin xwendevanan. Ew dixwînin. Xwêdan bi ser wan dikeve. Ji bo xatirê min ne?kînin, gelek ba? e dibêjin. Îca ez radihêjim ji wan re dixwînim. Pi?tî xwendina min têdigihijin! Û nêrînên xwe, rexneyên xwe, pê?niyarên xwe vedibêjin.
Ka em pirsek din bikin; Gelo li bakur xwendevanên birêz Mehmed Uzun ên bi kurdî berhemên wî xwendine çend kes in? De îca em dizanin kurdên bi tirkî berhemên Mehmed Uzun xwendine bi hezaran in! Ji bo pex?anê em pirs li pirsê zêde bikin; ger berhemên Mehmed Uzun li tirkî nehatiba wergerandin bi kurdiya xwe wê ew qas bandor bikira? Lewre derbirîn heman derbirîn e.
Wext hatiye em nivîskar, hûn xwendevan û her kes bifikire bê em bi zimaneke çawa re rû bi rû ma ne; hew ferhenga Farqînî a kurmancî bi sedhezaran peyvan vedihewîne. De îca ferhengên zaravayên dî jî bifikirin. De biwêj, form û awayên derbirînê bifikirin. De bi hezaran kilaman bifikirin. Destanan. Derfetên ji zimanên dî ên tevlî zimanê me bûye; lewre zimanê me bi çend zimanan re ki?werek afirandiye.
Gotina herî dawî ev e :ger zimanê rûsî, ku pê wêjeyek gewre hatiye afirandin,nêzî sê hezar peyvên bi kurdî vehewandibe me divê em hinek dî bifikirin.Ger em berhemên bi kurdî li gorî van derfetan nefikirin em nikarin têkiliyek bi berhemên kurmancî re pêk bînin.Dibe hê bawerî bi nivîskaran neyê ku nivîskar van rastiyan li ber çav werdigirin hê dinivîsînin lê dengê çemê biharê bi ser me keti ye.Emê bi înad bi biyanî nefikirin û bi kurmancî nenivîsînin;bila textik ne ji me re be"
Bi silavên dostanî xwendevano;de îja sed kesên dî sed rexne bilêvbikirana helbet wê nivîskarên vî zimanîjî jî bi dilsozî sed nameyan lêbikin.Qenebe,wê çaxê wê kes ev qas bi erzanî tespîtan nekin,xwe li ser ziman,wêjeya me ferz nekin.Ez dizanim hun xwendevan dawîya dawî li dev û ?exsiyeta kesan nanihêrin,a muhîm ji bo we berhem in "Qenebe em ji azmûneyên wêjeyên dî dizanin dê pi?tî bi dehan salan kesên bira bira bi vî zimanî re mezin bibin,perwerde bibin bi rêkûpêk wê çi berhem hebin binirxînin û her berhemê li gorî rûmeta wê bi cî bikin"
***
Çîroka jiyana li derî bazarê, çîroka tenêtiya însan e
24. 05. 2007
Cihan Roj
Emê berfirehiya babeta panelê û demê ji bîr ve nekin, bi hêviya ev babet li her deverî, demeke dûvdirêj bê gengê?în ezê nî?eyên xwe pê?kê? bikim.
Helbet wê hin nî?e bi we ne biyan bin.Emê careke dî bi bîr bînin.Ma ne çîrok hinek jî bîrxistin e.
Em bi çandeke bêdeng re mezin bûn. Em bi tenê man, me bi keviran re sohbet kir.Bi avê re em ketin sobeté.Em, her tim ,bi hesret bûn bi însanan re sohbeteke ?îrîn bikin.Belkî hê jî bajar,însan ji bo me ev rastî ye. Belkî ,çîrok bi awayek zimanê van hawaran e.Belkî em bi wê hesretê ne, çîrokên me, mîna ?erbetê ?îrîn bin.
Wexta em piçûk bûn ,mezinan digot mirî radibin, bi çirayê digerin.Di xortaniyê de,di kêliya tenêtiyê de, bi ?ev ,em diçûn li ser kevirekî rudini?tin, heya qatê ?evan bi halê tenêtiya xwe em li gotinekê,li kenekê,li hêviyekê digeriyan.Me miriyan ?iyar dikir û bi wan re diketin nav sohbetê.
Ji mêj ve çîrokê tenêtiya însan bi bîr anî.Ev beriya gundan jî wanî bû,li gundan jî rastiyek bû li bajaran jî rastiyek e.
Însan li hember siru?tê bi tenê û bê çare ma,çîrçîrok û efsane afirand.Bi wan çîrçîrokan re bi nav deryaya xeyalan ket.Hînî sebrê bû.Di serdemeke dî de Evdal bi qulingan re ket sohbetê.Belê tenêtî berdewam bû.Kilam dermanê tenêtiya Evdal bûn.Aniha jî ,li bajaran, tenêtî rastiya însanan e.Em dikarin bibêjin aniha çîrok dermanê tenêtiya însan e.
Bajarên bûne bajar ,însanên bûne bajarî bila bimînin li dera ha.Çîroka jiyana li derî bazarê,çîroka însanên li derî bazarê balkê? e;însan gelek caran bi deng na axivin,gotin dimîne di dilê wan de.Bi milyonan kes, rojê bi milyonan caran, xwe bi xwe diaxivin.Carna miriyan ji xewê radikin,carna ti?tên ku nekaribûne bi deng bibêjin dibêjin,carna gotinên xwe, ên ve?arî, di minminin.Carna jê jî gotin û fîkandin tevlîhev dikin;bi wate,bê wate,rastgele.
Li bajarên nebûne bajar,li bajarên bê serî za ne, însan bi ruh ?ilf tazî ne.Bi tirs in,bi xem in.Di navbera dil û jiyanê de perdeyek heye.Gotin ve?arî ne.Gotinên ve?arî dirizin,di dil de dibin birîn. Girse bi dû hêviyên mezin ên derewîn dikevin. Ji ber ku ew xeyalên kesan bi cî nayê ,kes bi jiyanê sar dibin.Gotinê wan sar dibin.Mixabin êdî kes nema dikarin xewnan jî bibînin.
Ev jiyana ku em aniha, hinek jî bi dilek ?ikestî ,basa wê dikin jiyana li derî bazarê ye,jiyana ba? neketiye çîrokan ev jiyan e.Gelek kes pê?î xwedî hêvî û çîrokên piçûk bûn.Aniha, li bajaran, xwe li hêviyên mezin û çîrokên mezin digirin !Ev jî dawîya dawî dibe bêhêvîtî.Li jiyana derî bazarê karesat, hinek jî, karesata wan kesan e.Çîrokên gi?kan hene lê gelek jê nakevin çîrokan.
Dêwên heftserî hebûn di efsaneyan de.Mixabin bajar dawiya dawî bûn dêw.Gelo bajarê we dêwek çend serî ye?Ev rastiya însan e,çi qas xwest bibe dêw ew qas dêw afirand li hember jiyanê.
Bajarên bûne dêw bi mejiyê xwe ve birîndar in.Li ser milên gelek bajaran mar hene.Ew mar jî li benda mejiyan e.De îja, însanên van deveran, hûn bifikirin ;însanên nikaribin bixwînin,însanên bê xeyal,însanên nikaribin li ser keda însan ya bi hezaran salan bifikirin,însanên hest lê miçîqîne,însanên ev qas ji mirinê hez bikin wê çi tevlî hi?ê bajar bikin?Li gelek bajaran,li gelek deverên hin bajaran jiyan bi ser zar û ziman neketi ye.Reng lê çilmisîne.Însanên wanî, em dikarin bi navê masiyên bajêr binav bikin;belê ,jiyana wan însanan û jiyana masî lihev dikin.Li perên bajaran bê av mane.
Hûn bi tenê bi avahiyan nikarin bajaran biafirînin.Hew dikarin bazarekê bi dest bixin.Ya ku bajaran dike bajar ,nav li bajaran dike çîroka însan e,çîroka ê?,evîn,hêvî,tenêtî,lawazî,kêfxwe?iyên însan e,çand e.Ev gi? ji bajar re dibin nasname,dibin ?exsiyet.Herkes bi zimanê çîroka xwe bajar vedibêje,herkes li gorî jiyana xwe nav li bajar dike.
Ev bajarên neketine nivîsê,an di nivîseke ?îlo de bi gewde dibin ,bi deh hezaran deriyên jengarî li çîrokê vedikin.Belê çîrokên van bajaran pir in,tevlîhev in,kûr in û dûr in.Lê nehatine nivîsîn;çîroka çîrokên nehatine nivîsîn gelek girîng e.Çîrokên li deriyên dilan nedin ,bi ser nivîsê nekevin dibin kirêtî ,bi ser atmosfera bajêr dikevin.
Gelek kesên li bajaran, nikarin çîrokên xwe bi deng bibêjin; her û her kevir datînin ser pirsgirêkên xwe.Her pirsgirêk di bin keviran de dimîne.Gelek jê ,bi vî awayî ,mîna çîrokên lal dimînin.Di hi? û dilan de, bi sedan çîrok berhev dibin ,dil û mejiyê însanan bûye sergoyê çîrokan.Wê çendî jê paqij bikin,an der bibin?Gelo keçikan bikaribana çîrokên xwe vegotina wê xwe biku?tina?!
Bi tevî vê tabloyê ,em gi? bûn ?ahid , bajarekî dikare nexwe?iya qansêrê a di canê nivîskarekî de têk bibe.Bi gotineke dî em ji bajaran hez dikin,dixwazin bajarên me bibin bajar,însanên me bibin bajarî.Em hewl didin di dewsa çîrçîrokan de kurteçîrokan vebêjin,binivisînin.Bi vî awayî kes û civak bibin xwedî nasname.Ji armancên sereke yên roja çîrokê a cîhanê jê yek jî ev e ;’’Gere bête destnî?an kirin da çîrok navgînek e,ji bo civak ji nû ve bibe xwedî nasname.’’Li vir emê pirsa xwe bikin;gelo wê çîroka kurdî di demeke dirêj de bikaribe kelepora çandên cûda binimîne û ji bo nasnameya civakê wan çandan bi ser rûyê jiyanê bixe.
Dawiya dawî bajar astekî ne,rastiya jiyana însan in.Ji vir ?ûnde jî wê însan li bajaran bi dû jiyaneke xwe?ik bikeve.Wê çîrok jî çîroka însan û bajar be,jiyana li bajaran be.Heya rojekê ,tirsa xerabûna dunyayê bi ser dilê me de bigire.
Ba? e, di vî hal û rew?a heyî a însan û a bajarên hê nebûne bajar de ,çîrok li dû çi ye?Belê, çîrok ji halê heyî re li jiyanekê digere,li zimanekê digere,li cîhanekê digere.Ew jiyana ku hun nikarin pa? ve bînin tîne ber çavên we.Bi xewn û xeyalan ji bo bajarên xwe? di dilê we de dibe hêvî. Çîrok de?îfre dike.Didarizîne lê biryaran nagire,pênûsê na?kîne.Lewre ew bajarê ku em xeyal dikin, beriya her ti?tî, di çîrokê de bi gewde dibe.
We sibehê pirtûka xwe dabe kesekî/ê êvarê hûn dikarin cardin pirtûka xwe jê bixwazin.We li asîman nihêrî be hun dikarin careke dî lê binihêrin.Ger dunya ne sayî be jî hun heya wextekê sebir bikin, hun dê dîsa li asîman binihêrin.We soz dabe, îhtimal be jî hun dikarin soza xwe bi cî bînin.Lê,we jiyanekê dabe bajêr hûn nikarin wê jiyanê ji bajêr bixwazin;lewre bajêr her tim ji we jiyanekê dixwaze,jiyananeke nû.Lê çîrok wê jiyanê dikare careke dî bide we.Ti?ta bajêr ji we girtiye çîrok mîna dayikekê di pa?ila xwe de vedi?êre û rojekê dide we.
.Însan çîrok e,bajar çîrok e lê çîrok ji însan û bajêr wêdetir e.Pirî caran ,derî li wan dilên bi tenê vedike,wan li baskên xwe dike û dibe dunyayek dî.Belkî jî, çîrok hinekî, ji wê tenêtiya takekes hez dike.Belkî ji vê rastiyê ye çîrok ,pirî caran ,bajar û girseyan ji bîr ve dike, bi takekes re bi ser rê dikeve.Carna jê jî, bi takekesekî/ê bajarekê bi me dide naskirin.
Dengê di çîrokê de,rengê di çîrokê de,dîmen û naveroka çîrokê ,tevna çîrokê ?exsîyeta çîrokê nasnameya bajar e.Helbet em dizanin zimanê hin bajaran zimanê çîrokê ye.Bajarên wanî bi pênc olan li jiyanê dinihêrin,bi dehan zimanan xwe vedibêjin.Belê,pirsa wek kîjan bajar?Pirseke li rê ye.
Çîrok ji malzaroka bajaran de dizên lê gelek bajar nêr in.Mêr in bi ?exsiyeta xwe.Her bajar zimanek e.Û zimanê gelek bajaran jî nêr e,bi bandora zimanê mêr û desthilatiyan bi gewde bûye.Ev rastî ji alî gelek kesan ve tê vegotin.Li bajaran gotina mê ne serdest e.Çîrok bi gotina mê bi ser rê dikeve.Hem sergo dibîne hem jî gula ku li nav sergo ?în hati ye.
Her çîrok deriyek e li bajaran.Bila derî dadayî nemînin.Dilê însan jî deriyek e.Wê çîrok rojekê li deriyê dilê we jî bide.Bajar hinekî jî hûn in,çîrok hinekî jî çîroka we ye.Bi qasî we carna tevlîhev e,bi qasî hêviyên we ên piçûk carna sivik û zelal e.Çîrok hewl dide ji wan tenêtiyan,tevlîheviyan çiraya hêviyê pêxe.
Not: Ev nivîs li Amedê di Rojên Çîrokan de hatiye pê?kê?kirin
***
PEYV
24. 05. 2007
Cihan Roj
Ma hûn bin jî hûnê bi ser zar û ziman nakevin, bi çol û çiya nakevin; belê, li hember rew?eke wanî belkî jî we ya herî asan hilbijarta; we dê rahi?ta benekê yan jî we “mafê xwe yê însanbûnê“ bikarbianiya!
Lê, aniha “EW” bêtir re?e?în bûye, kef bi ser ketiye, dixwaze bifûre, bêriya bi hezaran salên beriya niha kiriye. Bi xof e, rika xwe li min daye, “Ger tu li hember min ne bi hurmet bî, ezê bibim agir bi canê te bikevim” dibêje min. Na, ne yek bi tenê ye, wextê tirîj pê dikeve bi sedan hevalên “WÊ” bi hawara “WÊ” de tên.
Ji min daxwaza ?ayesandina “WÊ” mekin, lê ez hew aniha dikarim bibêjim “mê” ye, carna bi qasî dergû?ekê nazdar û nazenîn e. Carna jê jî di?ibe keçikeke nûgihayî. Ger îxaneta we li hember “WÊ” tune be dibe dinyayek! Belê belê têkiliyek heye di navber “WÊ” û keçikan de. Derdê wan jî hinek hevpar e lê ji ber derdê “WÊ”yê giran ew aniha bi keçikan re jî di nav ?erekê de ye!
Binihêre xwendevanê/a delal, ji ber ku min di du paragrafan de navê “WÊ” hilneda tu aciz bûyî, lê tu di dewsa “WÊ” de bûyayî dê te çibikira! Dîsa jî ew canik hew li dû çareyan e; hûn xwendevan ji xwe metirsin, ew dinyayê jî bi dest bixin xisarê nadin kesî! Tundî ji bo wan tawanê herî giran e. Ger ew serî li tundiyê bidin ji ni?ke ve dimirin! Mirina wan jî na?ibe ya me; heta hetayê bi nîvcanî dimînin!
Belê yezdanên bizdonek, ango hûn xwendevan, (Meqehirin, min ji bo we, xwendevanên delal gotibû lê ev nav ji alî “WÊ” ve li we û li min hatiye kirin!) ew li hember me dozdar e. Ya rast xwedî maf e jî. Em yezdanên wan in. Ew li hêlek li min dike qîrîn, ez gotinên “WÊ” hinek nerm dikim îja li we vedigerim. Ew, vaye dîsa li ser zimanê min e û gotinan dihelîne:
“Yezdanê we vîn da we, hûn yezdanên me ne lê hûn beriya her ti?tî vîna me ji dest me digirin. Min bi lêv nekin, min bijîn” dibêje û parçe parçeyî dibe…
Me bi mîlyonan reng daye “WÊ” û her carî ew wekî pîneyek vîzal vîzalî avêtiye ser sergo; li her deverî hûn pêrgî sergoyê “WÊ” dibin! Dîsa em in her carî behsa “Bexçeyê Wê” dikin! Derew; derewek hi?k û tehl, derewek jahrî; ne hewce ye êdî em behsa serê maran bikin, ne hewce ye em behsa jehra marên kor bikin, jehr derewên me bixwe ye…
Pirsek bi qasî serê neynukê besî her ti?tî ye;gelo rojê çendî car em ‘’WÊ’dikujin?’’EW’’peyvek e…
***
Sape
24. 05. 2007
Cîhan Roj
Di berhema Tolstoy a bi navê, gere mirov çawa bijî de ?exsiyetek heye bi navê Sîmon. Wextê diçe deynan berhev bike hema bigire destvala li mal vedigere. Li goristanê pêrgî wî kesî tê ku tazî rût e û ji alî yezdan ve hatiye ?andin.
Di wê kêliyê de Sîmon pi?tî aloziya hi? û dil biryar digire û wî kesî dibe mal. Bi dû re ew û jina xwe mil didin kes, wî dikin xwedî pî?e.
Bi xwendina wê berhemê re vejandin û ku?tin wekî têgehên nakok bi hemd bi ser dil û hi?ê min de heliyan. Helbet ji wê rojê de vejandin her tim mîna çûkeke li ser bistiyên dil.
Dema em li gund bûn, gotinên jiyanê bi me ?îrîn dikir gotinên wekî, “Rihê min, tu çawa yî? Ez bi heyrana qama te me. Çi xwîn?îrîn e. Delala min. Canê min…” bûn. Ji wê rojê de ev ziman û ?êweya ?îrîn min ber bi cîhaneke gulistanî ve vediki?îne.
Dema min di nûçeyekê de bihîst bi qasî sê hezar peyvên bi kurdî tevlî zimanê Rusî bûne careke din îmkan û derfetên ziman bûn barana hûr a biharê û bi ser min de barî. Belê, ew zimanê Rusî ku pê berhemên navdar hatine nivîsîn ger sê hezar peyv vehewandibe ev bi wate ye.
Ger pirseke gelo referansên wêjeya kurd çi ne bête kirin berî bersivên din bersiva pê?î ev e; derfetên ziman û derbirîna ziman e.
Vejandin, ?êweya ?îrîn, derfetên ziman û referansên wêjeyê helbet riya me bi bexçeyê peyvê dixe. Ger em xwe sape nekin, jidil û can wan peyvan bi rih bikin wê bi sedan derî li berhemên me vebibin. Zimaneke ji çend devokan pêk tê? (Ferhenga Zana Farqînî bi kurmancî amade kir ji sed û sih hezarî bêtir peyv vedihewîne). Bifikirin.
Nîşe:
Du pêşniyarên me ji bo Dîyarnameyê:
1. Ger gengêşiyek bi mijara, gelo referansên wêjeya kurd çi ne bête lidarxistin ez bawerim wê rê li gelek tiştan vebike.
2. Di malperê de beşeke bi navê, ferhenga peyvên berhevdeyî bê amadekirin dê fêdeyek mezin bide ziman, çand û wêjeyê. Bi deh hezaran peyvên wanî hene ku em jê ne haydar in. Bi kurtasî çîroka peyvê (herêm an jî devera lê tê bikaranîn, wateya wê û çend mînak) bêne nivîsîn wê di nav çend salan de bi hezaran peyv bi ser rûyê nivîsê bikeve. Diyarname dikare wekî kampanyayekê bide destpêkirin. Mînak peyva “sape” li Varto tê bikaranîn. Ne wekî rexne lê wekî henekekê kesên ji kar direvin ji bo wan kesan tê bikaranîn. Dîsa kesê/a nexwaze mirov bibîne xwe sape dike an go rê li ser mirov averê dike.
***
Bila 2008 bibe sala Evdalê Zeynikê
24. 05. 2007
Cîhan Roj
Mirovê ku navê wî her û her li ser zar û zimanan bû ye, ew dilê ku bi qulingan re peyivî ye, ew çavên ku ji hezkirinê, sewt û tîna gotinê kor bûne; ew gotinên bi bask bû ne, ew evîna ne ol nasî ye, ne nîjad… Evdal, helbestvanê helbesta Hekîmo…Evdal dildarê keçika ke?î?ê Ermen…Evdal, honazê Yaşar Kemal, dengbêjê dengbêjan, helbestvanê helbestvanan, destanbêjê destanbêjan…
Hew pirtûka Mam Ehmed Aras ya bi navê , “?aîrê Kurda Yê Efsanevî Evdalê Zeynikê” li ber çavên we dibe çirûskek tariyên avrêlê, hew çend kilamên wî dibe derya derbirînê, dibe kana hezkirinê. Tê gotin ku zimanê hezkirinê nîn e; ger wanî be mînak jiyan û dilê Evdal e.
Çend taybetiyên Evdal ku aniha ji alî her kesî ve kêm zêde tê zanîn ev in:
1. Li gorî birêz Ya?ar Kemal, Evdal honazê gotinê bûye.
2. Ehmed Aras wî wekî dengbêj, destanbêj û şaîrê efsanewî daye nasîn.
3. Li gorî me, Evdal penzehîra nîjadperestiyê û bilbilê hezkirinê ye. Ew havên e. Heyvanê şîrê gotinê. Heyvanê dil û deng. Heyvanê newa û nalînê…
4. Di navbera gotinên wî, evîna wî û kesên beriya wî de ferqek heye; ew hem deng e, hem gotin e. Ya herî girîng jî encam e; encama hêza gotin û sewdayê, encama jana gotin û evînê…
5. Hêla herî girîng jî ev e ku kilamên wî, helbestên wî, dengê wî romana takekes e ku ew takekes dawiya dawî bi zimanê hezkirinê dibe însan, dibe her ziman. (Kilamên Evdal, bi serê xwe mînanî neynika jiyana wî ye. Ehmed Aras). Ji alî huner û wêjeyê ve cara yekem e ku kesek ew qas bi zelalî xwe, evîna xwe, jiyana xwe bi deng û gotin vedibêje. Takekes, an jî însan dide pêş her tiştî.
Di civakan de hin gav bi tena serê xwe dikarin rê li ber gelek pê?keftinan vebikin. Ji van gavan jê yek jî ev e ku însan kesên wekî Evdal bi ser hişê civakê dixin, civak digengêşe, lêkolînan dike, bi sedan deriyên nû li xwe vedike. Ger sazî, dezgeh, derdorên wêjeyî, çandî û kesayetî bi taybetiyên Evdal re mijûl bibin, bigengê?in bi bawerim wê fêdeyek mezin bigihîje gelan, çanda gelan. Û berî her kesî gere helbestvanên kurd li Evdal xwedî derbikevin. Çima sala du hezar û heştan nebe sala Evdalê Zeynikê? Heta kesên wekî Yaşar Kemal, Memed Uzun, Şivan Perwer (Van kesan di heman demê de Evdal bi awayek hîs kirine, heta Evdal ji bo wan bûye hêza derbirînê) di qada navneteweyî de jî dikarin navê Evdal bilind bikin. Lewre Evdal ne bi kurdbûna xwe, bi dilê însanî, bi evîn û hêza gotinê, bi nêrîna li însan sîmbol e. Di serî de li Rojhilata Navîn û li gelek deverên cîhanê pêdivî bi rih, dil, ?êwe û hezkirina Evdalî heye. Lewma bila ev bibe bangek da sala du hezar û he?tan bibe, “Sala Evdalê Zeynikê”
Ez nizanim, ger ez hêviyek ji her kesî dizane bixwîne bikim wê çi biqewime; ji bo xwe, ji bo dilê xwe, ji bo hêza gotinê, ji bo însanetiyê hûn silavek li Evdal bikin…piştî silavê bila kana silavan ya di dilê we de der bibe..! Û di serî de yên pênûs di dest de, li dû silavên Evdal bê ka em çendî caran bi ser pênûsên xwe de bi xew re biçin, reş bibin, sor bibin, sipî bibin, şîn bibin, aj bidin, li xwe, li kêmaniyên xwe û li hêza gotinê mukir bên… Wê piştî silavan pênûs bibin reş+bela (Gula Ermen ku bi Evdal re bi kilaman dikeve pê?baziyê bi niyeta erênî çavên xwe bi vî awayî ?ayesandî ye)
Gotinên Evdal wê dîsa bi hawara me de werin:
‘’Heyla dilo,tu bi şevê+royê diqîrî ,çima qe nawestî.’’
‘’Gulê dibê:
…………………………………………………
Bejna mi dişxule mînanî mûm û çira
Tu were emê bi hev re bistrên mînanî xuşk û bira.’’
‘’Li ber avê mîna pelga şil e
Gulê bi şêst û şeş awazî dixwîne
Xudê dizane,him şalûr e him bilbil e.’’
***
Peyv û pêsîr
Cîhan Roj
Ezê bi nî?eyekê dest bi nivîsê bikim; Wekî mêvanekî heya niha çend nivîsên min di Dîyarnameyê de hatin we?andin. Wekî gelek kesan ez jî dixwazim çi efora min heye ji bo pex?anê bidim der. Lê ji hin rastiyan carna însan dixwaze nêrînên xwe jî der bike.
Wêjeyeke di rew? û qonaxa wêjeya kurd de be derfet dide we da hûn gavê, deqeyê, saetê gotaran lê bikin! Ezê wanî nekim; belkî carna ji mehê carê, carna ji hefteyekê carê, carna jî belkî di hefteyekê de du nivîsan bi?înim.
Li ser daxwaza Cemîlo ez jî navê, PEYV Û PÊSÎR li quncik dikim. Lê çend gotinên me derbarê nav de hene; di serî de em li hev bikin da memik (çiçik) û pêsîr ne heman ti?t in; dema hûn dibêjin memik, cara pê?î û rast e rast keç bi bîra însan tê. Lê bi peyva pêsîr re dayik, sînga dayikan, ?îr û dergû? xwe dide der. Her ku memik û pêsîr ji hev ne ew qas dûr bin jî hêmaya didin der cuda ye.
Ev nav belkî bi nîyet, naverok û hêviyên nivîsên me re li hev bike. Emê di demên pê? de bi nivîsekê bi dilê Evdal,bi devê Evdal tam û çêja keç û memikan jî bi bîr bînin. Belê, bi dilê Evdal, bi awaz, ?êwe û kûrahiya dilê Evdal… Bi binavkirinên Evdal emê careke dî li ser zimanê hezkirinê bifikirin.
Peyv û pêsîr; peyv pêsîr e, pêsîr gotin e…
***
Lehî
Cîhan Roj
Ku ez bibêjim gotin ax e, hûn dikarin bibêjin peyv av e! Lê bersiva we ne bes e; kîjan av? Kanî? Barana hûr? Çemê havîna dereng? Gola gerînek? Lehiya biharê? Çemê çavê însên? Lê xwêdan? Lê girêza li dû maçîkirinekê?
Ma hûn heya pirsa axê ji min nekin helbet hûn nikarin navekê li avê bikin; axa sar e? Bi dar e? Bi gul û çîmenê xemilandi ye? Bi kevir e? Şov e? Beyar e?
Lehî jixwe şîlo ye, tevlîhev e; hinekî talan e... Deng e, carinan tirs e, carinan hawar e; çi candar bi ber dikeve difetisîne, dikuje…
Ku ez gotina mê bi bîra we bixim, helbet dê hûn lehiyê ji bîr ve bikin; wê şîrînahî, şêweya dayikan, peyvên ne beloq, peyvên ne desthilat, newa, hezkirin, şîr û şekir xwe li hiş û dilê we bide der.
Belê belê wê gotina mê zîstanî (du canî), zayîn, bi berî, şînahî, çarpîkan, ken, hêvî, tîn, ya herî sivik, ne bi fort, ji rêzê lê hêmayî, biwêjî, sikak, dar, kevir, hinek jan, hinek dilşadî, însan dapale.
Bi hezaran sal e gotina bi avê de neçû, jeng lê neda, nehat ji bîr ve kirin, bû roj, bû av, bû ax, bû deriyê dilan, bû stran, bû mizgîn, bû rengê lêvan…
Çima lehî bû sernavê nivîsê lê gotina mê nebû sernav? Wey mala we ava..!
**
Dunik
25. 07. 2007
Cîhan Roj
Bêtir di nivîsevaniya Bakur de dunik nayê bikaranîn. Mesela ger me nêrînên kesên biyanî bikaranîbe em destnîşan dikin lê nêrîn bi aîdê ji me yekî/ê be em hewcedarî nabînin; an nêrînên kesan hinek vediguherînin an jî bi awayek mîna cara pêşî em bas bikin lê dikin.
Çend sedeman rêz bikim lê ji sedeman bêhtir gere em bizanibin ev rewş talûke ye lewre berpirsiyarî namîne. Ger yekî/ê tiştek nû û balkêş gotibe gelek kes heman tiştî bêyî destnîşan bikin lê bikin gelo wê berpirsiyariya wan gotinan bi aîdî kî be?
Di nivîsevaniya Bakur de bêhtir em pêrgî vê xeletiyê tên. Li gorî min sedema bingehîn bêbeledî û nexwendin e. Meseleya xwendinê bi me gişan ve eyan e. Lê meseleya bêbelediyê jan dide dilê însan. Pirî caran derdora we yan bi gelemperî civaka we bawer nake ku kes dikarin mîna kesan (biyaniyan) bixwînin, biafirînin. Ev bi derûniyê ve girêdayî ye.
Aniha pirtûka Cegerxwîn “Cîm û Gulperî” di destê min de ye. Kurê Cegerxwîn Keyo Hassan der barê jiyana wî de çend nîşe lêkirine. Baş e, çi eleqeya nivîsa birêz Keyo û vê nivîsê bi hev re heye, kerem bikin.
Carê min di nivîsekê de yan jî di hevpeyîvînekê de xwendibû ku Cegerxwîn di sala hezar û neh sed û bîst û diduyan de dest bi nivîsîna helbestê kiriye. Min jî ew agahî di nivîseke xwe de lê kir. Rojekê li mal min li televîzyon temaşe dikir. Di bernameyekê de birêz Mistefa Reşîd û çend kesên din der barê Cegerxwîn de diaxivîn. Bi awayek gotin hat ser destpêka nivîsîna helbestê ya Cegerxwîn. Mistefa Reşîd behsa nivîsa min kir. Ji wan ciwamêran jê yekî hema gotin di devê birêz Reşîd de birî û bi awayek teqez got di sala 1927’an de dest pê kiriye. Na, mesele ne ev e. Mesele nêziktêdayîn, awa û bertekiya wî kesî bû! Ciwamêr, bi tevger, serîhejandin û awayek wanî nêzik bû ku wê çaxê ger cî ne televîzyon ba, bi îhtimaleke mezin, dê wî kesî wanî bigota: “Dev ji wî berede.”! Di wê kêliyê de birêz REŞÎD jî şaşmetal ma. We halê min bidîta, cigareyek, didu… Ji bo çi? Ji ber ku ez bi mantiq, ked û nêziktêdayîna wî kesî ne biyan im; min hêviyeke wanî jê nedikir. Mesela ji bo çi negot, bi qasî ez dizanim, li gorî min, divê însan lêbikole…hema bi yekcarî ji ber xwe de avêt? Bersiv amade ye, em an gelek heyranê xwe ne, an jî em bi felsefeyê, zanistê, etîkê, bi hin rêz û rêçikan biyan in. Wexta min xwend ev agahî tê de bûn û bi careke dî ew kêliya ku min ji bîr ve nekir bi bîra min hat. Ji ber ku bi seyr bû min ji bîr ve nekir.
“Dema Cegerxwîn melatiyê dike, bi meseleya kurdî hişyar dibe. Wî di nivîsa xwe de wisa gotiye: Wekî tê bîra min, di sala 1924’an de bû ku ez li ser destê Şewqî Begê Erxanî şiyar bûme û min bîra kurdperweriyê biriye, bûme welatparêz. Çenda ku ez berî hingê ristevanekî kurdî bûm, min caran ristên xwe bi zimanê erebî jî datanî…”(Keyyo Hassan)
Ev e, beriya 1924’an Seyda ristevanî kiriye. Ku caran bi erebî lêkiribe jî ji gotinên wî xuyane bi kurdî jî lêkiriye. Jixwe armanca me niha ne ev mesele ye. Wekî me destnîşan kir me divê hezkirin û hurmet di dil me de hebe. Ku ev tunebe jî bi awayek normal e lê gere etîk hinek ji me re bibe xem. Lewma gere em dunikê ji bo nivîskarên xwe jî bikar bînin. Di lêkolîn û bi gelemperî nivîsên kurdî de tê bikaranîn lê li Bakur ev hê mesele ye..!
Nîşe: Salihê Kevirbirî di Netkurdê de bang li kesên demekê di Welat, Welatê Me…de nivîs nivîsîne kiriye da careke din dest bi nivîsînê bikin. Nivîseke balkêş û bangeke li cî ye. Ne bi tenê ew kes, kesên di Rewşen û Jiyana Rewşenê de nivîsîne jî gere serî ji xewa şîrîn rabikin, gelek dost mane li benda we.
Kevirbirî navê “Jêhat Gimgim” jî lêkiriye. Jêhat Gimgim ez bûm. Rojekê Jîr Dilovan di sendîkayê de bi kurdî nivîs lê dikir. Min jî pêkenokeke Serhedê jê re got. Jîr got ka naveke bi kurdî bibêje ezê vê nivîsê bi ser navê te bi rê bikim. Em keniyan. Ji ber ku ez Gimgimî me hema li ser piyan wekî henekekê min got, “Jêhat Gimgim.” Ew henek bû rastî. Bi saya Jîr min dest bi nivîsê kir. Bi alfabeya kurdî û carna tîpên bi tirkî!
Wext derbas bû. Rojekê min di rojnameyê de nivîseke xwe xwend û li bin nivîsê ev nav hebû: Cîhan Roj. Bi riya têlefonê ez haydar bûm ku birêz Mazhar Gunbat ew nav li min kiriye. Ji wê rojê de jî ev nav wekî xatirê Mazhar û ew kesên wê çaxê di ber me de ked didan ma li min.
Ji ber ku wê çaxê jî min “pir” dinivîsî Mazhar hewcedarî pê dîtibû. Însan wextê pir dinivîse an dilê wî/ê pir tije ye an jî bi beredayîtî dinivîse. Ê min, ez dibêjim dilê rezîl, û bertekiyên xwendinê.
***
KARTOL
Cîhan Roj
Di çîrokên ‘hezar û yek şevê’de zanyar ji keçikê pirsiye: “Yezdan bi çend peyvan xîtabî Mûsa kir?” Bersiva keçikê wiha bûye:
“Xweda, bi tevahî, bi hezar û pêncsed peyvî bi Mûsa re axivî.”
Ger hezar û pêncsed peyvên we yên helbestî hebin zimanê we êdî jiyan bi xwe ye!
Ez nizanim heya niha çend peyvên helbestî bi ser zar û zimanê însanên me ket lê ez dizanim hê ji hezarî bêtir maye.
Dor dora sernav e; di nav zarokên kurd de xwarina herî bi qedr hungiv bû. Ez nizanim hûn bêhtir ji kîjan xwarin û tamatiyê hez dikin, lê ez êdî ji kartolan hez dikim. Na, ne ji xwarina kartolan ji taybetiyek kartolan ez hez dikim. Belkî hûn jî pê dizanin wekî tov hûn dikarin kartolekî bikin bi dehan parçe û biajon! Ji ber vê taybetiyê ye ez bûme heyranê kartolan!
Ger her peyvek kartol be, jixwe di wêjeyê de her wext hûn tov direşînin, ew peyv dikare bibe bi dehan peyv. Wê çaxê hezar jî ne ew hejmar e ku însan bi dest nexe.
***
Nîşeyek Ji bo birêz Mistefa Borak, Meral Seçkin:
“Benê xwe qetandin”
Ji rewşa tengasî û xerabe rizgar bûn. *Di dawiyê de wan jî çavên xwe vekirin û benên xwe qetandin, bi tenê em man li vê hêlê. (s. 84)(Mustafa Borak, Ferhenga Biwêjan)
Ma kî nizane ku’benê xwe qetandin “ipini koparmak” a tirkî ye? Zatî biwêjek bi vî hawî tune, ger di nav kurdan de tişteke wiha hebe, ne ben (ip) zincîr heye!”(Meral Seçkîn / AMADEKİRİNA FERHENGAN KARÊ HERKESÎ NÎN E
Dem: 5 mijdar 2006 yekşem, Amidakurd)
Rast e, benê xwe qetandin di kurmancî de nîn e. Ev bi xelet e. Lê zincîr jî nîn e! Di kurmancî de, “Ji ben filitîn” heye. Bingeh û wateya vê biwêjê jî ji bingeh û wateya, benê xwe qetandin, cudatir e.
Ev biwêj di tirkî de serberedayiyê, bêkêrbûnê der dike; dema hûn bixwazin yekî/ê li ber çavan xerab bikin hûn vê biwêjê bikartînin. Dîsa dema însan di qadekê de di civakekê de pêrgî dîmenek nebaş tê heman biwêjê bikar tîne. Mînak, ‘îpînî koparan gelmîş.’
Ji ben filitîn, ji bin bar, zorê derketin, rev û beza nayê bi dest xistin xwe dide der. Mînak, Xwedê kir ew ji ben filitî. Carê ji ben filitî êdî hûn nikarin bi dest bixin. Bingeha biwêjê jî heye. Ger nîr û kulabe bi bîra we bê ne gengaz e ku ga ben biqetîne. Dema barek giran li erebeyê ba, ga serî dihejand, ben sist dibû, ga jê difilitî. Zor bû ku we ew ga carek din bixista binê nîr. Ango dema barê giran, zor û pêkûtî tunebe biwêja ji ben filitîn nabe xwedî wate. Ji tengasî û xerabe rizgar bûn rast e lê ev wateya benê xwe qetandina bi tirkî nade der, wateya ji ben filitînê dide der.
***
Varto GUL e
Cîhan Roj
Gelek bajar û bajarok hene bi navê xwe re lihevhatî ne; nav û dîroka wan, nav û kûrahiya wan ya şaristanî û çandinî hevûdu bi bîr tînin.
Heya min gotareke Chyet di Amîda Kurd de xwend navê “Varto” bi wateyên me pê dizanî yan jî hatibûn gotin bi min sayakî dihat. Belgeyên fermî peyva Varto bi serdema selçûkiyan ve didin destpêkirin. Li gorî belgeyan peyv ji gotina, “Var+toy” pêk hatiye.
Bi gotegotî jî hinek kes peyvê bi gotina bi zazakî, “Warê to” ve girê didin. Bingeha navê Gimgim heye. Gimgim wekî olana siruştî cî dide xwe û ji bo navê Gimgim tu pirsgirêk nîn e. Lê bi nivîsa Chyet re wateya “Varto” jî zelal bû; helbet naveroka nivîsa rêzdar Chyet ne ev e, belkî wî hay ji navê Varto jî nîn e lê çi dilşadî ye em careke dî dibin şahid ku zimanê peyvekê, dîroka peyvekê, jiyana peyvekê çendî deriyan li deriyên dî vedike.
Rêzdar Chyet jiyana peyva “gul” bi bîra me xistiye. “Eger em li zimanê arî yên kevn mêze bikin, em ê bibînin ku bi Avestayî peyva vareda, heye û bi pahlavî ango bi zimanê farsî ji serdema berî îslamê wekî varta yan varda dihate gotin. Belkî ev peyva hanê ji we re nas be; bi ermenî beramberî gul dibêjin vart (ward)…’’
Baş e, demeke dirêj ermen li Varto bi cî û war bûne. Ger em nivîsa Chyet û çîroka peyva Varto asas bigirin ku xwedî bingeh e wê çaxê em ji vir şûn de dikarin wateya ‘varto’ wekî “gul” bi lêv bikin. Varto gul e. Bi gotina me vartoyîyan, “Çi lê tê.” Her ku em dibêjin, Varto mala xwedê ye em dikarin vê gotinê jî lê zêde bikin, Varto gul e.
Heya niha bi awayek derûnî (wekî bertekiya ji rewşa ziman) heya ji me dihat me peyva Gimgim bikar dianî lewre me nedizanî varto peyveke bi goşt û can e, bi ruh e, xweşik e û li erdnîgariyê tê. Çi lê tê!
Nîşeya yekemîn: Min nivîsek derbarê vê babetê de ji Gimgim Dergîsî û malpera vartodergîsî. re bi rê kiribû. Nivîs li ber destê min tune ye lewma min careke dî lê kir.
Nîşeya duyemîn: Her kesekî an jî nivîskarekî di dilê xwe de xwedî qutîkek derî lê dadayî ye. Ew bajarokê şîrîn jî hê jî wekî qutîkek derî lê dadayî ye di dilê min de. Her ku ez dest pê dikim helbestekê yan jî çîrokekê ku cîwar Varto be lê bikim orînên kox, seqema şevên zivistanê, nalîna çîrokên şevbuhêrkan, lehiyên gunehan, rengê êşan deriyê qutîkê bi ser dil de digirin. Mîna xortek dev lê cemidî yê platonîk im. Belkî jî ditirsim ku bedewtiya Varto bi ruh û can nekim. Belkî Varto behra hubrê ye, ditirsim ku pênûsa min bibe qirşikek… Belkî jî Varto gul e, nayê nivisîn, hew hûn bi xeyala bi rengê wê re peyvan bi bask dikin û ber bi atmosfera dil û keseran ve bi furê dixin…Varto, çûçika çolê û gotin; gotinên servekirî, yên bi dilê dînan meyandî, yên ne qure, gotinên ji dilan de şaxdayî…yên ji meymantiyê bi baskbûyî. Meyman, sohbeta dilan. Sohbeta muhibtiyê.
***
Di pexşanên kurdî de afirandina karakteran
Cîhan Roj
Berî bi çend rojan di rojnameyekê de şanogeran bang li nivîskarên kurd dikirin ku tekstên şanoyê lêbikin.Ew digazirin ku tu tekst li ber destê wan nîn e. Taybetiya tekstên şanoyê ya herî girîng afirandina karekteran e. Baş e, em dikarin bibêjin problema pexşanên bi kurdî ya herî mezin jî ev e. Heya di çîrok û romanê de kesayetî û “tîp” neyên afirandin ne gengaz e tekstên şanoyê jî bêne nivisîn…
Ger em li dîrokê û berhemên zargotinî binêrin heya demekê li gorî mercên wan deman şexsiyet hatine afirandin. Memê Alan ji vê hêlê ve mînaka herî dîyar e. Pîrê wêjeya nivîskî Ehmedê Xanî di Mem û Zînê de her karekter li gorî jiyana ku wî hêvî kiriye bi dê û bav kiriye. Ji kosegelî heya lîstikên din… Gel heya demekê karekter afirandine.
Bi dû re, heya niha jî, bi gelemperî em nikarin navê şexsiyetên di berheman de hatine afirandin û nehatibin ji bîr kirin rêz bikin. Taybetiya berhemên wêjeyî ya herî girîng ev e. Di berhemên wêjeyî ên cîhanê de gelek caran şexsiyetek bi tenê bûye sedem ku berhem bibe berhemeke mayînde.
Çend sedem jê ev in; piştî demekê xeyalên me xesiya ne. Em destbirî mane. Ziman nehatiye bikaranîn. Em ji jiyanê xeyidîne. Çandeke hêvîşikestî xwe daye der. Kes xwedî dilên bi birîn û hişê ne azad bûn. Dîsa ji sedemên ramyarî, derûnî û sosyolojîk em hew bi ‘xwe’ re mijûl bûn. Bi berdewamî me dixwest em behsa xwe bikin. Wekî Rênas jî destnîşan kiribû her kes ji bilî hewlên karekteran biafirînin di berhemên xwe de xwe nivisîn.. Her ku gelek berhem bi hêviya kes û civakeke azad hatin nivisîn jî nivîskaran di serî de azadiya karekterên xwe ji dest wergirtin.
Dîsa xaleke girîng e ger hûn li berhemên bi kurdî hûr bibin hûn dê bibînin hemî xeyal xeyalên zaroktiyê ne. Di bernameyan de jî kes hew behsa xeyalên zaroktiya xwe dikin lewre kesên kurd piştî zaroktiyê xeyalên xwe wenda dikin. Ger xeyalên we xesiyan hûn nikarin jiyaneke nû xeyal bikin, di nav jiyana hûn hêvî dikin de kesan bi cî bikin. Ev bi hiş û dilê we, bi nêziktêdayîna we ya li jiyanê ve jî girêdayî ye. Hûn jiyaneke dî xeyal nekin wê çaxê hûn neçar dibînin kesên di nav jiyana heyî de hilbijêrin. Ev rasterast ne xeletî ye. Lê wextê hûn li karekterên bi vî awayî dinihêrin jî tu hêviyek, gotineke hatibe afirandin an jî estetîzekirin nabînin. Taybetiya nivîskar û berhemê jî li vir xwe dide der; çi hûn ji nav jiyana heyî hilbijêrin çi jî hûn li gorî jiyana hêvî dikin karekter biafirînin gere hûn bi hostatiyek û honaziyek têkiliyên xwe û şexsiyetan sererast bikin. We ew afirandibe jî tu mafê we li ser wan nîn e. Hûn gelek bi ser şexsiyetan ve biçin û xwe bijîn wê berhema we bibe “serpêhatiyeke” beloq! An jî bê hay hûn dê bibin kujer!
Ma ne di civaka me de hê jî karesetên bi vî awayî têne jiyîn; ji ber ku bav e (!), an jî êl û eşîr in xwe xwedî lawikên donzdeh salî dibînin, demançe didin dest wan an xwişka wan an jî xaltîk û meta wan bi wan didin kuştin! Ev taybetiya kesên rojhilat e jî di heman demê de; bê hay însan gelek caran alav e! Ev jî gotina “dilê reş” bi bîra me tîne! (Sedem bi hezaran in lê ev rastiyek e jî!) Di serî de gere êdî hewesa “xwedîbûnê” bi me re nemîne. Em ne xwedî keseke dî ne! Bi dû re ger xençera we hebe di nav dilê reş de bilebitînin da ku ew parçeyê dilê me yê dî ku ji dilê çûçikeke çolê naziktir e hilbiavêje.
***
Berhemeke Cegerxwîn nîşeyên servekirî
Cîhan ROJ
Ev biwêj û qalibên derbirînê di berhema seyda ya navborî de hatine bikaranîn lê bi hostatiyek bi hêzek hunerî hatine bikaranîn. Wekî şerbetê beredaye ser risteyan. Min nîyet hebû gotareke berfireh derbarê vê rastiyê de lê bikim lê hew fikrek bi tenê bû sedem ku ez tu tiştî venebêjim; xwendevan sed û bîst û neh caran neçar dimîne ku bifikire (biwêj sed û bîst û neh hebin, jê çend heb qalibên derbirînê ne) Çend Nîşe:
Baş e, me hê jî pirsên bingehîn ji xwe nekirine!Mesela, ji derî ajîteyê,wextê em dibêjin zimanê me dewlemend e,em dixwazin çi bibêjin;ger em zimên wek şaristaniyekê an jî peyvan wek dilopên ji şaristaniyan dapalîne bifikirin em mafdar in.Ger mebesta me hêza zimên ya derbirînê be em mafdar in.
Mesela em giş bi serbilindî bas dikin ku di berhemên dengbêjî de şayesandin û vegotina hunerî gelek xurt e.Ger mebesta me ji bingehê ji kilasîkan mebesta sûdwergirtina van derfetan be em mafdar in.
Lê!Baweriya min ev baweriye ku em ne li dû derfetên derbirînê ne!Ha,bi gotina hevalekî ,me divê êdî em bizanibin di vî dema modern de em nikarin çavên yara xwe bişibînin çavên xezalekê!Ev jî rastiyeke dî ye.
We deriyê li nîyeta min vekirî dît helbet;em dê derî danedin û serî li deriyek dî bidin!Gelemşeya wêjeya kurdî ya sereke derfet û awayên derbirînê ye!Ez bi we nizanim lê ji alî hêz û awayên derbirînê ve wextê ez Memê alan,gathayekê an jî teksteke stranan dixwînim gunehê min(Belê belê gunehê min!)bi min tê!Heya em zimanê xwe neafirînin em nikarin ‘’zimanê xwe’’! biafirînin!Rast e,gelek caran van tiştan hatıne kirin;ev derfet bi zimaneke din hatiye fikirin ,berhem hatine afirandin!Di manteliteya wan zimanan de peyv hatine bı cih kirin!
Şefeqa Lenîn(Cîgerxwîn)
- Mêrê Çê Rp.8
- Hîm Danîn Rp.8
- Agirê Dil Rp.9
- Rû Bi Ken Rp.10
- Têrêj Dayîn Rp.10
- Serê Me Bilin Rp.10
- Bilind/Serbilindî Rp11
- Ji Rê Derketin/Derneketin Rp.11
- Çerxa Cîhanê Rp.11
- Wek Pilingan Qore Qor Rp.11
- Paşmêr Rp.12
- Gernas Û Rênas Rp.12
- Kêfarata Te Rp.12
- Di Ber Piyan Çûn Rp.12
- Direvin Ji Meydan Rp.12
- Ketin Bin Destan Rp.12
- Mane Perîşan Rp.12
- Birçî Û Tazî Rp.12
- Em Xistin Bin Dar Rp.12
- Em Kirin Bin Bar Rp.12
- Kirin Tar Û Mar Rp.12
- Ji Vî Derdê Me Rp.13
- Tava Xwe Da/Şewqa Xwe Da Rp.13
- Malên Wan Bûn Bela Serê Wan Rp.13
- …Xiste Nav Sîngê Wan Rp.13
- Pey Kevin Rp.14
- Dinya Bû Bihişt Rp.14
- Têrêjê Rojê Xwe Berdane Serrp.14
- Dilxweş Û Rûgeşrp.14 Rp.14
- Firek Bidin Xwe Rp14
- Tîna Dil Rp.14
- Dengê Şêrîn Rp.15
- Hevalê Delal Rp.15
- Rêç Û Şop Rp.16
- Dest Bi Das Û Tevr Û Bêr Rp.16
- Zehmetkêş Rp.16
- Roja Dilşadî Rp.18
- Qeyda Lingê Me Wê Rojê Şikand Rp.18
- Şahî Û Govend,Dîlan Û Mizgîn Rp 18
- Li Me Zû Derket…Rp.18
- Berê Xwe Da Me Roja…Rp.18
- Deng Daye Rp.19
- Diljar Û Xemgîn Rp.19
- Navê Şêrîn Rp.19
- Li Ser Te Reşik Girêda Rp.19
- Li Ser Te Xwê Da Rp.19
- Şax Daye Her Der Rp.20
- Ew Sofîyê Dîl Û Reben Rp.21
- Serqot Rp.21
- Bi Hawar Û Fîxan Rp.21
- Wî Daye Ser Rêça …Rp.21
- Talanker Û Dizû Keleş Rp 21
- Her Çî Ko Çûye…Rp 21
- Hîkmet Ev Erp .22
- Belengaz Û Geda Rp 22
- Bê Ser Rp.12
- Wek Gurzê Giran Rp.22
- Şêrê Xuda Rp22
- Ji Kul Û Derdên …Rp.22
- Bi Hezar Rengî …Rp.22
- Reben Hov Û Dewar Rp.22
- Wa Li Hev Dane Dar Rp.23
- Wehş Û Kovî Rp.23
- Dil Û Cergê Wê Sotin Rp.23
- Alîk Pir Û Yek Sivik Rp.23 K Rp.24
- Bircên Belek Rp.25
- Dilgîr Û Xemgîn Rp.25
- Rûwên Delal Rp.26
- Keçên Çeleng Rp.26
- Xortên Şepal Rp.26
- Herin Dil Bi Kul,Werin Rû Bi Ken Rp.26
- Dilê Mirov Bi Wana Dişewitî Rp.27
- Xew Bi Çavan Nakevî Rp.27
- Ne Bi Roj Û Ne Bi Şev Rp.27
- Sûnda Mezin Xwar Rp.27
- Kela Dilê Wî Rabû Rp.28
- Li Xwe Vegerand Rp.28
- Riwê Dost Û Neyaran Rp.29
- Riwê Wan Sipîkim Rp.29
- Xem Mexwe Rp.29
- Ji Kîsê Xwe
- Megerîne Çavê Xwe Rp.29
- Ziman Êdî Hew Gerî Rp.29
- Bê Gotin Û Bê Bazar Rp.29
- Ne Gilî Û Ne Gazin Rp.32
- Çav Li Serî Fireh Bûn Rp 32
- Da Ku Bixwî Keda Wî Rp.32
- Ma Betal Û Ma Tiral Rp.33
- Li Hev Gerîn Rp.33
- Bi Qîr Û Bi Halan Rp.34
- Hefsar Xistin Destê Xwe Rp.34
- Bi Himhim Têm…Rp.36
- Bê Qîl Û Bê Qal Rp.39
- Bê Çek Û Bê Dar Rp.40
- Her Gav Û Her Dem Rp.43
- Tar Û Mar Rp.45
- Xwîna Xelkê Dimijin Rp.45
- Ey Dilreşê Çavnebar Rp.45
- Bi Şêra Remebe Yar Rp.45
- Xwezka Min Bi Te Rp.50
- Qesr Û Sera Û Xan Rp.51
- Gotinên Hişk Û Tel Rp.53
- Rabin Barkin Rp.53
- Ser Bi Rişk Rp.54
- Ma Qey Çavê Te Lê Ye Rp.54
- Ser Sera Bê Rp.54
- Rojê Xwe Berdabû Xwar Rp.55
- Li Vî Milî,Wî Milî Rp.55
- Eger Bi Amin Dikin Rp.55
- Kete Tir Û Gumanan Rp.56
- Bi Vî Kalê Devgenî Rp.58
- Çend Gotinên Xweş Û Rindrp.59
- Hatin Serqot Û Tazî Rp.60
- Çavên Mêrkuj Rp.62
- Hestiyê Ber Lingên Segan Rp.63
- Çavên We Birijin Rp.67
- Bi Xaltik Û Xal İn Rp.69
- Desteng İn:Bê Pirtî Û Pertal İn Rp.69
- Cî Lê Teng Dibî Rp.70
- Gurê Dev Bi Xwîn Rp.70
- Jana Zirav E Ketiye Nava Hestiya Rp.74
- Badî Hewa Rp.74
- Bi Şîşên Sor Û Agirbidne Ber Dax Û Kewa Rp.74
- Bi Devken Rp.75
- Zend Û Bendên…Rp.76
- Dilkevir Rp.78
- Cîhan Bûye Du Bend Rp.79
- Ser Bi Ser Nadim.Rp.81
- Min Can Û Dil Dan Rp.81
***
Per û baskên gotinê
Cîhan Roj
kulmek gotin tê reşandin li ser birînên wanî;
birîn dibe lêvên belekiyên biharan,
taveke ji diayên bindestan de dimeye...
wextê av diherike;
ax bi ken e
kenê axê mizgîn e!
kulmek gotinên me hene ji bo we;
derî li gotinê danede,
yên soza wan heye ji ''gotinê'' re,
tirs bi ser mirinê xistine...
siwaro, xêlya gotinê li ba bike,
per û baskên gotinê li birînê bide,
hê keneke şîregerm dadipale ji devê pênûsê,
hê silavên me hene ji we re;
geh bi dilê zaroktî
geh bi gazinên servekirî...
gotin şîrê helal yê jiyanê ye,
û herî pir ji kaniya yên wek we de diherike
tu bi ya gotinê dikî!
hew carek be jî,
bihêle, bila gotin bi devê birînê bikeve
gotin ax e,
jê hêvî dipişkive;
bi hezar carî
bi hezar barî
bexçeyê rengan şax dide...
*ji bo birêz Uzun û axînên keçika delal Sibel ku wexta min behsa nexweşiya birêz Uzun ji wê re kir, axineke ji axinan vekişandibû...
***