Encam dê çi be, wê lihevkirin hebe, yan pevçûn... Emê bişopînin.
***
Erê pirs ev e, çi eleqeya xwê û dewletê bi hev re heye? Ka em bi hev re hinekî serê xwe biêşînin...Xwê nebe goşt bêhn dide û tê avêtin. Bi...
Gotina pêşî: Ez vê nivîsê ne wekî rojnamegerekî kurd, wekî kesekî ku dengê xwe dide HDP'ê dinivîsim. Navên ku li jêr derbas dibin ne...
Emê vê carê li ser du fîlmên du derhênerên kurd bisekinin. Her du jî di çarçoveya 38'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê...
Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.
Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.
Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.
Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.
Pirtûkên wî
- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)
- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)
- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)
- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)
- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)
Belgefîlmên wî
- Rewşen (2011)
- Mazgal (2013)