Favaroyên Kûpaya Cîhanê derdikevin pêþberî hev
Diyarname
Maçên nîv fînalê ku 4 tîmên mezin dê derkevin pêþberî hev 8 û 9'ê mehê li dar dikevin.
Ji bo derbasbûna nîv fînalê di maçên çarîk fînalê de Hollanda, Almanya, Brezîlya û Arjantîn bi ser ketibûn û derbasî nîv fînalê bûbûn. Maçên nîv fînalê di van du rojan de dê bêne lîstin û fînalîst diyar bibin.
Maça yekemîn a nîv fînalê êvara 8'ê mehê saet 23.00'an (li gor saeta Tirkiyeyê) di navbera Brezîlya û Almanyayê de dê li dar bikeve.
Maça din jî dê 9'ê mehê di navbera Hollanda û Arjantînê de li dar bikeve. Ji her du maçan du tîm dê ji bo finalê bên hemberî hev, her duyên din dê ji bo 3'yemînî bi hev re bilîzin.
Vaye bernamya Kûpaya Cîhanê ya ji niha û pêde:
8 Tîrmeh, 23.00, Brezîlya-Almanya
9 Tîrmeh, 23.00, Hollanda-Arjantîn
12 Tîrmeh, 23.00, (her du tîmên di nîv fînalê de têk herin dê derkevin pêþberî hev)
13 Tîrmeh, 23.00, (her du tîmên di nîv fînalê de bi ser bikeve dê derkevin pêþberî hev)