Spanya û Portekîzê jî vîze girtin
Diyarname
Îro ji du koman çar maçên din hatin lîstin: Di Koma A de Ûrûgay û Rusya ku her du ji komê derketibûn ji bo yekîmî hatin hemberî hev. Ûrûgûay bi 3-0 maç bi dest xist û wekî yekemînê komê derbasî Dora 16'an bû; Rusya jî wekî duyemîn.
Erebistana Siûdî û Misir ku di nav komê de tu îdîaya wan nemabû hatin hemberî hev û Erebistana Siûdî bi 2-1 bi ser ket.
Di Koma B de jî Spanya û Fas, Portekîz û Îran hatin hemberî hev. Spanya û Fas bi 2-2, Îran û Portekîz bi 1-1 man. Di komê de Spanya û Portekîz xwedî 4 pûanan bû, her du tîm bi 5 pûanan derbasî Dora 16'an bûn.
Di encamê de ji van her du koman her çar tîmên derketine bi vî awayî bûn reqîbên hev:
Ûrûgûay - Portekîz
Spanya -Rusya