Ji bo serketina Kûpaya Dinyayê prîmeke gelek mezin eþkere kirin
Diyarname
Heta niha tenê du welatan du caran ser hev de Kûpaya Cîhanê bi dest xistiye: Îtalyayê di salên 1934 û 38'an de, Brezîlyayê di salên 1958 û 62'yan kûpa birine mala xwe. Almanyayê di sala 2014'an de ev kûpa bi dest xist û niha bi awayekî xurt xwe ji bo Kûpaya Cîhanê ya 2018'an amade dike. Ji bo vê yekê prîmeke mezin jî eþkere kir.
Federasyona Fûtbolê ya Almanyayê (DFB) ji bo Kûpaya Cîhanê ya 2018'an prîm eþkere kir. Li gor DFB'ê ger tîm derbasî çarîk fînalê bibe serê her lîstikvanî dê 75 hezar Euro prîm bide. Ger derbasî nîv fînalê bibe 125, ger bibe sêyemînê tûrnûvayê dê 150 hezar Euro û ger bikabire derbasî fînalê bibe dê serê lîstikvanî 200 hezar Euro prîmê bide. Her wiha DFB ku dixwaze kûpayê bi dest bixe û bibe sêyemîn welatê ku du caran ser hev de vê kûpayê digire eþkere kir ku ger ev serketin bê serê her lîstikvanî dê 350 hezar Euro prîmê bide wan.