Panzêr ketin Brezîlyayê û ew tar û mar kirin
Diyarname
Bi kurtahî mirov wisa bibêje: Ne yek, ne didu, ne sisê, ne çar... Xilas nabin lo. Tam 7 gol û derbasbûna fînalek.
Maça yekemîn a ji bo fînalê ya Kûpaya Cîhanê êvara 8'ê mehê di navbera Brezîlya û Almanya de hate lîstin. Hat lîstin lê ne maçeke ji rêzê hate lîstin; maçeke ku ji du aliyan ve kete nava dîroka Kûpaya Cîhanê: Almanyayê Brezîlya bi 7-1 têk bir, heta niha skoreke wisa di Kûpaya Cîhanê de ji bo Brezîlyayê çênebûye. Lîstikvanê Almanyayê Miroslav Klose bi gola ku îþev avêt bû 16 gol di Kûpayên Cîhanê de diavêje û rekora Ronaldo (Brezîlya) ji dest wî derxist. Ronaldo 15 gol, Gerard Muller (Alman) 14 gol avêtine.
Em wisa bibêjin, hê di deqîqeya 11'an de Thomas Muller, deqîqeya 23'yan de Miroslav Klose, 24'an de Toni Kroos, 26'an de Kroos, 29'an de Sami Kerida gol bi ser Brezîlyayê de barand û skor bû 5-0. Piþtî vê skorê Almanya hinek bêhna xwe veda û nîveka yekemîn bi vî awayî bi dawî bû.
Di deqîqeya 69 û 79'an de Andre Schurrle li ser navê Almanyayê gog þand hembêza toran û rewþ bû 7-0. Di deqîqeya 90'î de li ser navê Brezîlyayê Oscar golek avêt lê bi kêrî tiþtek nehat.
Bi vê encamê Almanya derbasî fînalê bû û li benda reqîbê xwe ye. Êvara 9'ê mehê ji Hollanda û Arjantîn yek dê ji bo fînalê bibe reqîbê Almanya û tîma din dê ji bo sêyemînî derkeve pêþberî Brezîlyaya baskþikestî.
Wekî notek: Di Kûpaya Cîhanê ya sala 1974'an de Polonyayê Haîtî bi 7-0, Yugoslavya Zaîre bi 9-0 têk biribû. Di her du maçan de jî nîveka yekemîn bi 5-0 bi dawî bûbû, golên din di nîveka duyemîn a maçê de hatibûn avêtin. Di maça Brezîlya û Almanyayê de jî heman tiþt çêbû.
Brezilya: 1 - Almanya: 7
Stad: Mineirao
Hakêm: Marco Rodriguez, Marvin Torrentera, Marcos Quintero (Meksîka)
Brezîlya: Julio Cesar, Maicon, Dante, David Luiz, Marcelo, Luiz Gustavo, Fernandinho (Dq. 46 Ramires), Oscar, Hulk Dq. 46 Paulinho), Bernard, Fred (Dq. 69 Willian)
Almanya: Manuel Neuer, Philipp Lahm, Mats Hummels (Dq. 46 Per Mertesacker), Jerome Boateng, Benedikt Höwedes, Bastian Schweinsteiger, Sami Khedira (Dq. 76 Julian Draxler), Toni Kroos , Mesut Ozil , Thomas Muller, Miroslav Klose (Dq. 58 Andre Schurrle)
Gol: Dq. 11 Thomas Muller, Dq. 23 Miroslav Klose, Dq 24 ve Dk. 26 Toni Kroos, Dq. 29 Sami Khedira, Dq. 69 û 79 Andre Schurrle (Almanya), Dk. 90 Oscar (Brezilya)