Fransa di fînalê de li benda reqîbê xwe ye
Diyarname
Maça yekemîn a nîv fînalê îro di navbera Fransa û Belçîkayê de hat lîstin. Her du tîman jî hêvî didan, lîstikvanên her du tîman ku encamên biguherînin hebûn lê tenê golek hat avêtin û maç xilas: Fransa derket fînalê.
Di nîveka yekemîn de kesî nekarî golek biavêje û wekhevî xera nebû. Di destpêka nîveka duyemîn de Fransa hê zêdetir amade bû û hê zêdetir êrîþ dikir; Vê yekê firsend da Fransayê û di deqîqeya 51'ê de Fransa bi Umitti derket pêþ: 1-0. Piþtî vê kêliyê deng ji golên din nehat û maç bi vî awayî bi dawî bû. Bi vê encamê Fransa derbasî fînalê bû û li benda reqîbê xwe ye.
Maça duyemîn a nîv fînalê sibê di navbera Îngilistan û Hirvatistanê de tê lîstin. Kîjan bi ser bikeve dê bibe reqîbê Fransayê û tîma têkçûyî ligel Belçîkayê dê maça sêyeminî bilîze.
***
Ji bo agahiyên berfirehtir fermo rûpela me ya taybet: