1) Rola Medya (ROJ TV)
2) Rola OLÊ (DÎN)
3) Rola Eşîran
4) Strana Oramarê
5) Rola Ziman (Axaftina Ahmet Turk)
6) Rola TRT Şeşê
7) Gotinên Erdogan("ya sev ya terk et","tek dil tek bayrak,tek devlet","çoçuk da olsa kadin da olsa..."
8) Newroz
9) Konferansa Kurd
10) Xebatên DTP
11) Û Vîna Gelê Kurd
1)Rola Medya (Roj Tv): Di vê hilbijartinê de faktora herî bi bandor Roj TV bû. Roj TV bi nûçeyên xwe û bi bernameyên xwe kir ku di nav kurdan de moral û coşek xurt çêbibe. Di vê pêvajoyê de berî ku hilbijartin pêk bê Roj TV'yê serkeftin bi kurdan dabû bawer kirin.
Em bi vê hijbijartinê pê hesiyan ku medya baş were bikaranîn dikare bibe hêzeke pir xurt, dikare bibe hêza herî diyarker a serkeftinê. Li gel sansura bi dehan tv'yên tirk ku li ser DTP'ê danîbûn, Roj TV'yê bi tena serê xwe zora ew qas tv'yên tirk bir.
2) Rola Dîn: Tim valahiya olê ya di siyaseta kurd de dihate minaqeşekirin. Lê di vê hilbijartinê de bi piştgîridayîna şêx û meleyan ev valahî hate dagirtin û hejmarek mezin a kurdên oldar ku bi endaze nêzî DTP'ê bûn, bi vê hijbijartinê re xwe li dora DTP'ê civandin. Ev piştgiriya oldarî di raya giştî de bi kêfxweşî hate pêşwazî kirin û hestên neteweyatî xurtir kir.
3) Rola Eşîran: Bi piştgirîdayîna eşîran DTP êdî bû navenda siyaseta kurd. Ev piştgiridayîn gelek bandor li wan eşîrên din ên ku dûrî DTP'ê bûn kir û wan jî hêza xwe tevî DTP'ê kir.
4) Starana Oramarê: Ew serkeftina ku ji strana Oramarê re bû îlham, hişt ku hestên serfkeftin û berxwedanê tim zinde bimîne.
5)Rola Zimên: Axaftina Ahmet Turk a di meclisê de kir ku ji aliyê TRT'ê ve hatibû birîn, kir ku kurd li dora zimanê kurdî bibin xelekek. Gelek kurdên ku ne alîgirê DTP'ê jî bûn bi vê sansûrê nexweş bûn û berteka xwe di hilbijartinê de nîşandan.
6) Rola TRT Şeşê: Bi vebûna TRT Şeşê re îlegezisyona zimanê kurdî hinekî di hişê partiyên tirk de hinekî legalîze bû û partiyên wekî CHP û AKP'ê xwestin ku bi zimanê kurdî rayan ji kurdan bistînin. Di vê hilbijartinê de li hemû bajarên kurdan partiyên tirk da ku rayan ji kurdan bistînin, di xebatên xwe yên hilbijartinê de zimanê kurdî û muzîka kurdî bikar anîn. Ji aliyê partiyên tirk ve bikaranîna zimanê kurdî kir ku legalîsyonê di hişê wan kurdên ku hîna bi tirs nêzî kurd û kurdîtiyê û DTP'ê dibûn de jî pêk bê û di hişê wan de DTP, kurdîtî û kurdî rewa bibe. Ev rewabûn kurdîtî, kurdî û DTP'ê di hişê kurdên bi tirs de, jî di sindoqê de veguherîn rayan.
7) Gotinên Erdogan: Kurdan gotinê wî ji bîr nekirin û li Sêrtê, li Wanê, li Amedê, û li hemû deverên ku DTP bi ser ket bersivek xweş da Erdogan.
8) Newroz: Ji xwe Newroz ji serî heta binî lihevcivînek neteweyî bû. Di vê rojê de jî kurdan xwe dan ber awêneya agirê Newrozê û li bejn û bala xwe ya bilind temaşa kirin û roja Newrozê serkeftina xwe îlan kirin.
8) Konferansa Kurd: Yek ji wan faktorên herî girîng jî konferansa kurd a ku dê pêk bê bû. Vê konfaransê hestên neteweyî hîn xurtir kir. Loma ramana ku dê kurdên hemû dinyayê li hev kom bibin, bike neke hesteke neteweyî ya xurt dide çêkirin. Kurdan jî bi vê serkeftina xwe xwestin ku peyamekê xurt bidin vê konferansa kurd ku dê pêk be.
10) Xebatên xebatkarên DTP'ê jî di vê hilbijartinê de rola xwe baş pêk anîn. Loma vê carê xwe ji slogana "kurdên bi şeref û namûs..." dûr hiştin.
11) Helbet, gelê kurd ji hemû dinyayê xwest ku bibêje û got: "Em xwe bi rê ve birênê dixwazin."