Nivîskarekî faris dibêje du tişt hene ku ruhê mirov adiz dike;yek jê dema ku divê tu bipeyivê bêdeng bimîne ya din jî dêvla bêdeng bimîne bipeyive.
Ez bawerim tiştê herî baş karibe min bîne ziman ev hevoke û divê bipeyivim an binivîsim li ser hin nerînên dost û hevalan!
Berî her tiştî nexweşiyeke mirovên rojhilata navîne ku beyî bibin xwedî agahî dibin xwedî fikir.Ev jibo her mirovî derbasdare lê jibo kesên ku raya giştî agahdar dike û rojnamegeriyê dikin bêtir derbas dibe.Berî ku ez behsa nivîsa birêz Cemîl Oğuz bikim ku di derheqê min û komeleyê gelek tişt gotine divê tiştekî di serî de bêjim. Ez qaşo nivîskarekî vê malperêbûm ku bi salan min di vir de nivîsandiye,karîbû çend tişt ji min re jî bipirsiya berî vê nivîsê binivîse.
Ezê kite kit li ser nivîsa birêz Oğuz nesekinim,jiber ku hewceyî gelek tiştan nake.Lê jiber Dİ hin xalan de raya giştî agahdar bikim divê hinekî vê mijarê vekim.
Pêşî ez ê behsa hatina Navenda PENa Kurd bikim. Dinav Komeleya Nivîskarên Kurd û Navenda PENa Kurd berê çi qewimiye,çi neqewimiye nizanim,her çiqas min ji gelek kesan gelek tişt bihîstibe jî.Ezê jiber nerîn û gotinên hin kesan di derheqê paşerojê de nikaribim tiştekî bêjim. Ez tenê dikarim behsa dema xwe bikim û berpirsiyarî û wicdanê min jî vê yekê dixwaze.
PENa Kurd berê çi kiriye û xwestiye çi bike nizanim. Lê îsal hatin Amedê û eşkere gotin;em êdî dixwazin Navenda PENa Kurd li welêt be û xebatên xwe ji Amedê bimeşîne. Di çend hevdîtinê xwe de bi Komeleya Nivîskarên Kurd re û bi Şaredariya Bajarê Mezin re hergav tekilî danîn. Piştî ku xwestin kongreya xwe ya heyştemîn li Amedê lidarbixin û Şaredariya Bajarê Mezin jî xwe da ber hin lêçûnên wan me jî wekî Komele piştgirî da vê yekê da ku Navend were Amedê. Mixabin paşre em hîn bûn ku Navenda PENa Kurd jiber zagonê Tirkî yê hundirîn nikare were Amedê. Hin nivîskarên li Amedê dijîn jî ev demeke dixwestin ku PENeke din ava bikin û jibo wê jî hewildanek hebû. Li ser daxwaza hevalên dinav vê hewildanê de ne ku komisyonek jî avakiribûn ji min re gotin ku;hey PENa Kurd nikare were Amedê bila bi nameyeke fermî serî li PENa Navnetewî bidin û bêjin PENeke din ya Kurdan dikare li Amedê bê avakirin. Min jî ev xwestek ji rêvebirên PENa Kurd re got û wan jî ev yek qebûl kir û nameyek bi vî rengî ji PENa Navneteweyî re şandin.
Gava rêvebirên PENa Kurd jibo kongreyê hatin Amedê gotin gelek endamên me li dijî PENeke dinin û dibêjin eger PENeke din bê avakirin li her sê perçeyên din jî nivîskar dibêjin em ê jî serî lê bidin ku em jî PENeke din ava bikin. Bi taybet jî li Hewlêr,Silêmaniyê,Sinê û hwd...Min li ser vê yekê got ku ez nikarim di vî warî de tiştekî bi tena serê xwe bêjim. Wê gavê divê em bang ew nivîskarên dixwestin ku PENekê li Amedê ava bikin û rêvebirên Komeleya Nivîskarên Kurd û Şaredariya Bajarê Mezin ku piştgirî dida kongreya PENa Kurd. Li ser vê plansaziyê tevî rêvebirên Navenda PENa Kurd em hemû li xwarinekê civiyan û me dest bi civîna xwe kir.
Ezê kurt bêjim;rêvebirên Navenda PENa Kurd ev gotin; me êdî Navend aniye welêt û kerem bikin hûn bikin û yek ji me jî wê di rêvebiriyê de cih negire.
Ew nivîskarên ku dixwestin PENekê ava bikin li Amedê gotin; em tiştekî wisa qebûl nakin,emê PENa xwe ava bikin,hûn bi xêr hatine û oxir be ji we re.
Şaredarê Bajarê Mezin birêz Baydemîr jî got;rica min ji we ev e ku hûn bibin yek,yekitiya xwe saz bikin û bila ji her çar perçeyên welêt rêvebir hebin di PENê de û bila yek PEN hebe û ne girînge ku navnîşana PENê wê li ku be.
Min jî bi xwe ji wan nivîskran daxwaz kir ku ew rêvebirî û serokatiya vê saziyê bikin. Lê mixabin civîn bi awayekî nexweş qediya û me tu encam nesitend û wan nivîskaran gotin emê PENa xwe ava bikin û wê hewildana me heta dawî jî berdewam bike.
Ya dinî rojê di kongreyê de peşniyar ji min hate kirin ku ez di rêvebiriyê de cih bigirim û di kongreyê de ez hatim pêşniyar kirin. Hewceyî gelek sedeman nake ku bêjim lê min ev pêşniyar qebûl kir û di civîna rêvebiriyê de jî wekî serok hatim hilbijartin. Ez bi vê yekê serbilindim ku di vê saziyê de xizmetekê ji ziman û rêxistinbûna niviskariya kurdî dikim.
Ev nêzî çar mehe ku em di rêvebiriya Navenda PENa Kurd de ne lê herî kêm me çar karê pîroz jî kir bi dîtina min. Yek jê jibo berdana nivîskar û akademisyenên Kurd yê bi navê doza KCK ê girtîne bên berdan me li Silîvrî li ber deriyê dadgehê daxuyanî da. Dibe tesadufeke xweş be jî lê bi berdana endamê me Miraz Ronî em şa û bextewar bûn û ev yek jibo me bû moraleke mezin. Ya din me kampanyayeke Navnetewî da destpêkirin bi riya PENa Navneteweyî ku ev kampanya ji hemû PENên dinyayê re û ji serokomar,serokwezîr û wezîrê dadê yê Tirkiyê re diçe. Me li Silêmaniyê û Hewlerê civînên nivîskara lidarxist û gelek nivîskar bûn endam û me dîsa jibo rojava û rojhilat jî biçin. Me jiber nexweşiya birêz Îzzedîn Mistefa Resûl serdana wî û malbata sînemagerên Kurd ku çibû ser dilovaniya xwe Taha Kerimî kir .
Em wekî şandeyek nivîskarên Kurd çûn deriyê Pêşxabûr û Sêmalka me bi rayedarên wê derê re hevdîtin pêkanî û me hessasiyeta nivîskarên Kurd anî ziman ku divê derî û sînor dinav netewa me de tune be. Me daxuyaniya xwe li wir li ser sînor xwend.
Jibo danasîna PENa Kurd û hin tekiliyên bi saziyên Kurdan re em çûn Belçîkayê û em beşdarî bernameyên televizyona bûn.
Di heyştê meha Îlonê de em ê beşdarî Kongreya PENa Navnetewî bibin bi tevî raporên komiteyên me.
Ez bawerim wê PENa Kurd bi hatina xwe ya welêt gelek tiştên din yê baştir bike û yekitiya nivîskarên Kurdan saz bike.
Ez îcar dixwazim werim ser meseleya Komeleya Nivîskarên Kurd. Gotina birêz Oğuz ya di derheqê min de dibêje; “bêyî ku haya rêveberên komeleyê pê bixe bû Serokê PEN'a Kurd a Almanyayê”. Wekî min li jor jî behs kir ji serî heta binî di her xal û merheleyê de hayê hemû rêvebirên komeleyê ji her tiştî hebû. Ya din ez nebûme ‘Serokê PENa Kurd a Almanyayê’. Bi çi mebesê ev tê gotin nizanim. Ew kesên pir bi baldarî li ‘fermiyetê’ dinerin ji kerema xwe re divê bizanibin ku navê fermî; Navenda PENa Kurd e û tu pêwistiya Almanan bi PENeke Kurdan tuneye.
Gotinên birêz Oğuz ku dibêje; “Bi ya min haya rêveberên Komeleyê heba jî tuneba jî Sefer heta ji Serokatiya Komeleya Nivîskaran îstîfa nekira divê peywireke wisa negirta. Lewma ev tiştek etîk e.”
“ Çawa kesek serokê saziyek be bêyî jê veqete bê bibe serokê saziyek
din? Li kîjan pîvanên etîkê ev yek heye? Mînak Serokê rêxistineke BDP’ê here bibe Serokê rêxistineke KADEP’ê bêyî ku ji serokatiya xwe îstîfa bike”…
Min meseleya etîkbûnê ji çend kesên din jî bihîst. Bi rastî nizanim çi bêjim. Kongre 18 gulanê lidarket û li gorî rêziknameya Komeleya Nivîskaran di meha Pûşperê de kongreya komeleyê dikarîbû lidarbiketa. Min xwest istîfa bikim lê jiber 12 roj hebû ku kongre dikare lidarbikeve hewcebûn min bi istîfabûnê nedît ku daxwaza gelek kesan jî bi vî rengî bû. Li aliyê din du saziyên sivîl yê nivîskariyê çawa dikare bi du mînakên cuda yê rêxistina Kurda bê muqayesekirin. Mînak kîjan sazî BDP’ye û kîjan KADEP’ e?!
Ev hevokana jî pir balkêşin li gorî min; “ Di van 3 mehan de Şêxmûs Sefer ku dixwest rêberî li hev bicivîne, hem îstîfaya xwe bike hem jî kongreyek li dar bixe lê nekarî. Nekarî Rêveberiya Komeleya Nivîskarên Kurd li hev bicivîne û biryara kongreyê ji bo komeleyê bigire. Çend caran bang li rêveber û endaman hatiye kirin lê encam nîn e”.
Di van hevokan de ez bêhna ‘serkeftinekê’ hîs dikim ku ew kesên ‘hin agahiyan’ didin birêz Oğuz nehatine civîna û birêz Oğuz jî tahmekê jê distîne. Bila dilê editorê malpera ‘min’ rehet be berî meseleya PENa Kurd jî me xwestiye gelek caran jibo çalakî û hin tiştên din jî bicivin lê hejmara me ji ya vê dawiyê ne pirtir bû ye. Ya din kesên ku beyî ku ji Komeleyê istîfa bike û neyê civînên saziya xwe hinekî ‘etîkbûnê’ ji wan bixwaze,eger zehmet nebe! Û eger min bixwesta istîfa bikira min ê rûpelek binivîsanda bes bû.Kê gotiye jibo ez istîfa bikim dixwazim rêvebiriyê bicivînim?
Ya din; “Dîsa li gor agahiyên ku gihîştine ber destên min di vê demê de serokên komeleyê yên berê jî hatine ba hev lê dîsa encamek derneketiye”.
Ev ne xwesteke min bû. Gava me di meha pûşperê de kongreya lidarxist û jiber kêmbûna delegeyan pêknehat me di wê kongreyê de komisyonek ji sê kesan pêk tê ava kir û wê komisyonê xwest bi serokên komeleyê re jî hevdîtinekê bike ku karin vizyoneke çawa bidin ber komeleyê. Herkesî fikra xwe gotiye û çûye. Merak dikim wê encameke çawa ji wê civînekê derketa. Dibe ku ‘encamek’ derketibe jî lê tu ji ku zane ku ew civîn bê encam ma ye.
Ya din; “Bi kurtahî, niha komele hatiye ber girtinê”.
Min got ya eger agahiyên mirov tunebe di derheqê tiştekî de û mirov xwedî fikir be ne baş e. Komele nayê girtin,mixabin! Kê ew agahî da be te ji kerema xwe re jê re bêje ku bila roja şemiyê were kongreya Komeleya Nivîskarên Kurd û paşre te agahdar bike.
Ya din; “û bi ya min ger komele bê girtin berpirsê vê yekê pêşî dê Şêxmûs Sefer be û pêre jî hin kesên piştgirî didan û di heman demê de bi siyasetmedaran re jî di têkilî de bûn”.
Meraq dikim eger komelê bê ‘girtin’ çima berpirsê wê ‘pêşî’ ez im. Mesele gava me kongre lidarxist û ew kesên bi ‘tesadufî’ hin agahî didan te çima nehatin kongreyê. Jibo ‘pêşî’ ez berpirs bêm dîtin? Jibo vê ye gelo? Ya din eger ewqas hinkes di taya girtina Komeleyê de ne çima nayên hêzekê nadinê? Diyare mesele ne ev e.
Dawî; “Dema meseleya hilbijartina Şêxmûs Sefer a ji bo PEN’a Kurd û îstîfayên hin rêveber û endamên komeleyê jî ez herî hindik bi 5-6 kesan re bi telefonê axivîm, kesî nexwest binivîse.
Piştî 100 rojî waye kongre li dar dikeve.
Encam dê çi be, wê lihevkirin hebe, yan pevçûn... Emê bişopînin”.
Pêşî vê bêjim;hin rêvebiran istîfa nekiriye. Ji heft rêvebiran yek kesî istîfa kiriye. Ya din ji endaman jî du kesan bi daxwaznameya xwe û yek kesî jî bi riya e-îmzayê bi riya internetê istîfa kiriye. Vê jî bêjim mafê herkesî ye bibe endamê cihekî û di heman demê de jî ji wî cihî istîfa bike. Lê bi zanebûn ev yek bi awayekî din tê ziman,ev nexweşe.Û meraq neke tu pevçûn dernakeve,kesên dixwazin di rêvebiriyê de cih bigirin navê xwe dane nivîsandin û li gorî komisyonê ji me re gotiye herî kêm 50-60 kesî gotiye teqez em tên kongreyê.Eger derfeta te hebe tu jî were emê kêfxweş bibin.
Bi rastî gelek tiştên din hebûn binivîsînim lê berî her tiştî serê xwendavanan neêşînim. Hin tişt jî hene meseleya ‘baqê nîskaye’. Kî çawa ji xwe re fêm bike! Wekî Mewlana gotiye;tu çi bêje esil kesê lihember te ye,bê çi fêm dike...
Min xwest xwe bidim fêmkirin. Jiber navê min di nivîsa birêz Oğuz de di gelek cihan de derbas dibû divê min bersiv bidaya,her çiqas ne bi dilê min bû jî.
Gotina dawî jibo xwendavanên hêja yê malpera Diyarnameyê re ye.Bi musadeya we jî ji vê saetê bi şûnde ez ê di Diyarnameyê de nenivîsim û xatirê xwe ji we dixwazim. Ez hêvî dikim we yê min fêmkiribe. Jiber hîn jî hinek ‘etîkbûn’ bi min re ma ye...
***
Li ser navê Diyarnameyê têbiniya Cemil Oguz:
Bêyî ez destê xwe bidim vê nivîsê diweşînim û vê notê lê zêde dikim: Min ne wekî edîtorê Diyarnameyê, wekî nivîskarekî kurd birêz Şêxmûs Sefer rexne kir. Ez bersiva xwe ya ji bo vê nivîsa wî dihêlim bo demek din. Ev not: ji bo destjêberdana wî ya ji qunciknivîskariya Diyarnameyê ye. Dema ev nivîsa wî hat, ez bi telefonê lê geriyam û min jêre got, "Ji ber rexneyeke wisa destjêberdana quncik tiştek ne rast e. Tu nexwazî nenivîse, tu westiyabî, dema te tune be nenivîse, lê ji ber rexneyek ku ez li te bikim destjêberdana quncik ne tiştek rast e. Ma em dê hev rexne nekin..."
Di dawiyê de ev biryara birêz Sefer e.
Ez dixwazim bibêjim: Ez xwedî û edîtorê Diyarnameyê me, lê rojek ji ber rexneyek min ji kesekî re negotiye nenivîse. Tenê ji ber rêgezên Diyarnameyê heta niha min ji hinan re gotiye nenivîse. Fikra min ew e heta dawî divê em hev rexne bikin, rê bidin ber hev, kêmasiyeke me hebe jî em lêborînê bixwazin.
Ez Diyarnameyê wekî malê xwe nabînim. Li gor hestên xwe jî tevnagerim. Birêz Sefer bixwesta dê quncikê xwe bidomanda, niha jî bixwaze dê bidomîne. Biryar a wî ye. Lê mafê min heye ez her kesî rexne bikim, dibe ew birêz Sefer be, yan nivîskarekî me yê din be. Ma ji ber ku nivîskarê Diyarnameyê ye, ji ber ku hevalê min e (hiqûqeke min û Sefer a hevaltiyê jî hebû/heye ji dema Azadiya Welat) ez dê wî rexne nekim. Helbet ez dê rexne bikim, ez dikim jî. Birêz Sefer niha jî were Stenbolê, yan ez herim Amedê emê dîsa li cem he rûnin, sohbet bikim, tiştek vexwin lê dîsa jî ezê rexne bikim. Gere em kurd hînê vê yekê jî bibin ku rexne ne neyartî ye. Ev yek ne ji bo Şêxmûs Sefer ez dibêjim lê gelek nivîskarên me hene (ez bûne şahid) piştî rexneyek êdî wekî neyaran bi hev re xeber nedane.
Welhasil: Wekî li jor min got, Birêz Sefer bixwaze deriyê Diyarnameyê ji bo wî vekiriye, nexwaze jî mala wî ava heta niha keda wî ketiye nav Diyarnameyê. Bila rêya wî vekirî be.