Bila produktor û dublajvanên fîlmên zarokan ên bi kurdî li min negrin. Ji roja Med TV vebûye heta vê serdema pirengiya televîzyonên kurdan, ez gelek caran li fîlmên zarokan temaşe dikim. Niha li gora berê gelek fîlmên karton ên bi kalîte di tv’yên kurdan ên cuda de bi dublaja kurdî têne weşandin. Lê digel vê yekê jî eleqeya zarokan ji bo van fîlmên ji bo kurdî hatine wergerandin kêm e.
Ez her dem li Almanyayê dibim çavdêrê vê yekê ku zarokên kurdan li fîlmên zarokan ên bi almanî temaşe dikin. Her wiha min li welêt jî dît ku eleqeya zarokan ji bo fîlmên zarokan ên bi tirkî heye.
We rast bivê gelek caran dema ez li fîlmên zarokan temaşe dikim û xwe dikim şûna zarokan, ez jî wekî wan hema bêje tiştekî ji wergera kurdî fêm nakim.
Sedema vê yekê ya bingehîn jî li gor çavdêriyên min ev in:
1.) Ji ber zarokên kurdan bi perwerdehiya kurdî mezin nabin, xezîneya wan a peyvên kurdî kêm e.
2.) Kurdiya zarok bikar tînin, ew kurdiya ku ji malbatê fêr bûne ye. Ji wê yekê ew tenê bi kurdiya herêmî ango bi devoka herêmê mezin dibin û tenê wê têdigihên.
3.) “Kurdiya akademîk” ya di fîlmên zarokan de tê bikaranîn, hê di serê zarokan de bi cih nebû ye û ji wê yekê peyvên têne bikaranîn dibin sedem ku ew diyalogên di fîlm de hem fêm nekin û hem jî tehmê jê nebînin.
4.) Qisekerên dublajê gelek caran bi armanca dengê qehramanên fîlman ne wekî yên mirovan derkevin, dengên xwe diguherin û ev yek fêmkirinê hê zehmetir dike.
Ji ber eleqe nîşandana zarokan ya fîlmên karton ên bi kurdî bêguman perwerdehiya bi kurdî pêwîst e lê belê madem niha piraniya zarokên kurdan ji vê yekê bêpar in, tenê alternatîfêk dimîne; Wergerên fîlmên karton divê bi awayekî pedagojîk bifikirin û peyvên bi taybetî ji hêla piraniya zarokan tên fêmkirin ji bo dublajê hilbijêrin. Ji bo balkişandina zarokan divê herdem hewldan ji bo peyvên “sivik” yên ku zarok fêm dikin werin hilbijartin.