Di gulana 2013’yan de Kurdî-Dera Îzmîrê û Weşanên Na ji bo Roja Ziman çalakî lidarxistibûn. Di çalakiyê de xortekî li erbanê dida. Dengbêj Nîhat li wir amade bû, cara pêşî bû ku min ew dinasî. Kalê Qurdisî, Receb Dildar û ez, em ji bo helbestxwendinê li wir bûn.
Çalakiyê bi dorvegerî dewam dikir. Dora helbestxwendinê dora min bû. Min helbest xwend. Li dû min wê Dengbêj dîsa kilamekê bigota. Mîkrofon di dest wî de bû, li min nihêrî, got:
“Gelo Cîhan Roj dikare helbesteke din ji me re bixwîne.”
A ku baş tê bîra min ev e ku beden li min sivik bûbû, halê dilê min dişibiya halê zarokatiya xwe; xelata herî delal bû di wê kêliyê de ji bo min. Dengbêj dora xwe dabû min! Ji bo helbestê helbet ev dihat mehneyekê; ji alî deng û sewtê ve belkî ji ber sedemên din min hukum li dengbêj kiribû!
Di zarokatiya xwe de, di bereqeyan de cî nedima, di çilê zivistanê de, em li ber şibakeyan, dibûn guhdarên dengbêjan -Dengbêjî li her devera Kurdistanê bi qedir be jî, ji alî sewtê ve li Serhedê wateyeke xwe ya din heye-
Bîst sal bi ser helbestvanî, nivîskariya min ketibû ku yek ji kêliya herî xweş bû ji bo min; xelateke delal li ber dilê min bû.


