Xapandin yek ji wan têgehan e ku bêhtir di civakên li paşmayî, totalîter, ne modern de xwe dide der. Di xapandinê de bêhtir ev hesêb tê kirin; çi bimîne ji karê ye, an jî, çiqas dom bike ew qas baş e! Kesê/a dixapîne an jî dixape hay ji rastiyê heye lê wekî me got hesêb tê de heye. Ev hesêb jî hesêbê berjewendiyê ne, ne yên rastiyê ne. Di civakên ne modern de li hemberî pêşveçûnê ji astengiyan astengiyek herî mezin e xapandin. Lewre hesûdî û egoîstiyek mezin ya şexsî xwe dide der.
Ev hal piştî wextekê dibe sedem ku takekes hîn bibe da xwe bi xwe bixapîne! A, trajedî li vir dest pê dike. Êdî halek kronîk dibe rastî. Carna di hin civakan de ev hal dibe halekî normal; her kes baş dizane, xwe dixapîne lê ev wekî tiştek normal tê dîtin!
Eger em hinek dahûrînin emê bibînin ku ev hal bêhtir, di civakê de, di tebeqeyên jorîn de xwe dide der. (Li vir mebesta me civaka kurd e).
Her çiqas berî çend salan ez jî yek ji wan kesan bûm ku min gelek ji siyasetê hez dikir û bi dû re mîna tobe bikim bi tevahî min xwe li wêjeyê girt (helbet fikrên me yên di der barê jiyanê de hê jî hene) dixwazim çend mînakan ji siyaseta ku hin kurd dikin bidim.
Li koçberiyê hin kurdên wiha hene; wexta hilbijartinên gelemperî diçin, bi awayek dizî bi ser navê berjewendiyên şexsî bi hinan re li hev dikin. Bi dû re tên ji gel re dibêjin, çerçawa be em li van deveran nikarin wekîlan derînin wê çaxê em dengê xwe bidin filanî yan bêvanî! Baş e, wext dibore, hilbijartinên niştecihî dest pê dikin, heman kes dîsa dertên ser dikê û gotina wan dîsa amade ye, çerçawa be em nikarin şarederiyan bi dest bixin, ji bo ku em di şarederiyan de bibin hêz gere em dengê xwe bidin filanî an bêvanî!
Ev xapandin di heman demê de li xweşiya wan filan û bêvanan jî diçe! Ew filan û bêvan jî nabêjin, heyran ma ev çi hal e, ew kes hem xwe dixapînin hem jî me, ma wê heya çi wextî ev hal dom bike! Nabêjin, ma kesên ku karê wan xapandin be wê çi fêdeya wan ji bo wan hebe, çi ji bo me hebe!
Xapandin û xwe xapandin mîna şaneyên qansêrê ne. Çare jî ew e ku takekes û civak berî her tiştî bikaribe li hemberî kêmaniyên xwe têbikoşe, çareyan biafirîne.
Taybetiyek kes û civakên xapîner jî ew e ku her wext kevirên mezin diavêje! Bi carek din bi dubareyî bêjim, bela kevirên mezin ne lêxistine. Ciyê xapandin tê de hebe hezkirin li wî ciyî birîndar e.
Taybetiyek din a vî halî jî ev e ku xapîner her wext xîtabî hişên sayakî xîtabên hefizeyên lawaz dikin. Her roj dikarin bi çil awayî biaxivin, bi çil rengî gotinên xwe bineqişînin! Ew, hîn bûne ku kesên li hember wan nizanin, an jî naxwazin, an jî nikarin pirsan bikin! Lew re girseya ku ew xîtabê wan dikin bi heftê caran birîndar û bê çare ne!
Di edebiyata me de pirî caran ew girseya xapîner tê ji bîr ve kirin û rexne li wan nayê girtin bê ji bo çi ew bi kurdî naxwînin, li pirtûkên kurdî xwedî dernayên. Ew kî ne, ew bi gelemperî an esnaf in, an karmed in an jî bi awayek dewlemend in li koçberiyê. Ew kî ne, ew berî salan bi awayek li welat desthilatdar bûn û bêriya wan rojan dikin! Guherîn û veguherîn her wext ji bo wan jan e!
cihanacirokan@hotmail.com


