Tecrube di civakên Mezopotamyayî û Anatoliyê de wekî referanseke bingehîn cih dide xwe. A rast ji alî şaristanî ve bingeheke tecrubeyê ya xurt jî heye. Lê gere ev nebe sedema ji bîrvekirina rê û rêgezên zanistê.
Ev rewş di nêziktêdayînên edebî de jî xwe dide der. Ev gotinên Dilawer Zeraq ku di Roja Çîrokan a 2007’an de gotibû vê rewşê baş der dibe: “Edebiyata rûspîtiyê di nav me de peyda bûye…”
Ev mantalîte ji bandora tecrubeyê xwe dide der. Ev jî dibe sedem ‘ciwanî’ di edebiyatê de dereng bi cih bibe. Lê em ji edebiyata cîhanê dizanin ku gelek kesan di temenê herî ciwan de berhemên bedew afirandine.
Di nivîsekê de min gotibû bila sergoriyê nivîsa kurmancî hebe, hinek jî mebest jê ev bû. Nêzîktêdayîneke sergirtî ya bi pozbilindî pirî caran li hemberî berhemên ciwanan xwe dide der. Lewre ciwanî bêhtir xwe li zanistê digire. Tiştek din jî ev e tecrube bêhtir folklorîk e. Zanist bêhtir bi edebiyata modern re bi cih dibe.
Nîşe 1: Bê tehemulîya li hember berhemên bi kurdî hê berdewam e; ji bo pirtûka çîrokan doz hatiye vekirin. Kesên ku îmze dane dilê me bi wan re ye.
Nîşe 2: Roja 14 Gulanê Roja Zimanê Kurdî bû. Ev gotinên Evdalê Zeynikê ji bo pîrozbahiya ziman:
“Werî bê hekîmo….
Hekîm tuyê dînê xwe dihebînî
Tê qutya dermanî hildî bê vîyalî
De tu were melhemekî çêke…’’
Ji bo zimanê me bila di dest me de qutyên dermanî hebe û em melhemekî çêkin…bi gotinekê, bi kilamekê, bi nameyekê, bi helbestekê, bi çîrokekê û bi pirtûkekê


