Ev çendek bû, bi dû biryara xwe bû: Wî dê guhê xwe bidaya pêjnên jiyanê da ku di şevên qetranî de li ser gerdena asîmanê bêstûn bêhna stêrkên zîvîn, bike; pêjna wan seh bike.
Biryar bû, wî dê xerez û reşahiya nava dilê xwe, wekî lêserekê bidaya ber xwe û bavêta derê, sozê wî bi jiyanê re hebû; Wî dê li ser spîka çavên zarokan bişkurînên binevşî biçinîna û ew li zeviya beyar a dilê xwe biçandana.
Biryar bû, wî dê bihara dilê xwe bi hemû reng û dengan bixemilanda û dê ji tîrêjên taviyên dilan, tenê hêvî bigirtana û jiyan bi wê bikemilanda…
Ev çendek bû, bi livîn û keftûlefta rihê xwe dihesiya: Erê, ev çendek bû, ji refûjên rêkan, bêhna kulîlkan xweş dihatê, bi ser de jî wê rojê, dema di ber xwaringehekê re derbasbûyî, pir xweş bêhna pîvazterkê hîs kiribû.
Wê gavê, dilê wî wekî yê zarokekê kiribû kutekut û wekî ji nû ve li jiyanê xweş dibe, wisa kêfa wî bi vê bêhnê hatibû.
Ecêb e, berî çend rojan, di peyarêka li rawestgehê, rastî çend binên çirkên giya hatibû, çi wêrîneke zexm bi vî giyayî re hebû ku sînga kevirên peyarêkê qelaştibû û bi tava şirîn a biharê re girnijîbû.
Ev çendek bû, bêyî ku hay û bayê dilê xwe bide serê, hemû qulikên guhê xwe vekiribûn li dengan, li çîrokan, li serpêhatiyan, li qewimînan… Hîç tu boçûna xwe li ser nedida derê û çi pat û pîne nedida ber guhlêbûna xwe, êdî, guhê wî, li hemû dengan vekiribûn. Wê hingê, çirûskîna stêrkên zîvîn di asîmanê rihê wî de rewneq dida û ji nişke ve hemû tabû û bendên wî dabûn ber xwe û di pişt wan re li mirovan dinêrt, bi erdê re pan bûbûn.
Çi balkêş e, her mirovek xwedî çîrokek bû. Hemû stran û dengan, bi dû awaza xwe rê dida xwe û niha ji war û mekanî bêhtir, bi rih û giyanî destê xwe li jiyanê dipeland. Meger çi jiyan çendîn rengîn û xweşawaz e, me wisa xwe jê re kerr, kor û lal kiriye!