Îro jî wekî gelek rojan, min derdawên kirasê xwe hildan, lewendî li zend û bendê xwe badan û min xwest bi du dest û deh pêçiyan dakevim qada nivîsê.
Xuyaye vê qanê jî dixwazim mîna agirê bi pûş ketî, nivîsê û mijarê û şêwazê bidim ber xwe…û piştî ku biqede, bibêjim ‘erê welleh, hêjabû’!
De ka… ez û tel’a xwe!
Berî şoreşa teknolojiyê gidîno, gidyanino min jî wekî hin nivîskarên gewrey gewrekan ji kaxeza spî û xameyê ku di hibirdankê de dihat dakirin, hez dikir!
Lê niha?! Niha vê kompîturê jehr xistiye nava nivîskariya min; ne kaxizên mîna pîvazên qeşartî sikî sipî mane li ser maseyê rex rex vezilandî, ne jî xameyên ‘parker’ ê di xamedankê de bi perûbask û nikil-eylo, ku xwişka min a li li vî serê dinyayê, ji bo helbestên herî law û spehî binivîsim diyarî min kiribûn…
Lê şikir, sed carî şikir ku maseyek min heye ji ferşekî ji van ferşên limêjê ferehtir û dirêjtir.
Ku tînim bîra xwe, pê re dişêkirînim û xweziya xwe bi halê xwe tînîm: Niha mîna seydayê xwe Cegerxwîn ji ber destê Desthilata Baasiyan di kadîn û axurinin gundên Binxetê de qaçax bûma, min ê çi bikira?
Dîsa sed carî şikir, sed hemd û sena ku piştî giregir û gewrey gewrekan ên mîna Biraboz û Xanî û Namî… ez jî yek ji helbestkarên vî qewmî û vî zimanê me!
Kalê kalê min, Xanîyê ‘kuhensal’ gotibe jî :
Ger dê hebûya me jî xwedanek
Alîkeremek, latîfedanek…
bi saya wî em jî niha xwedî xwendevan û piştevan û berevan in!
Kit kit bin jî, hezkiriyên me yên ji dil û can hene ku name û enameyan ji me re rê dikin û dilê me şad û xweş, û rûyê me spî û geş dikin:
‘Axir tu heyî, lomekar, qelemşûr, xwediyê Eroûtîkayê. Ezbenî, nayê bîra min ev dubara çendan e serî li hember "çiyayên rûspî" diçemînim, bi xwendina Eroûtîkayê dihesidim, hildiweşim, wekî stêrka li asîmanan dixuricim. Bi eroûtîkayê, kolan û taxên Amedê razên xwe pêşkeş kirin. Hemû xortên bajêr tevî min, bûn mirûdên te. Me ji ber kir helbestên te lê mixabin hê me kesek nedît em bixwînin ji wan re. Arjen Arî, tu ji me çi dixwazî em bê yar bûn dildar. Dengê seriyên ku li yar digerin û li hev dikevin nayên te? Em wekî te li esmeran, kinikan, hûrikan, lêv erxewaniyan digerin. Ezbenî, sedema serkeftin û têkçûnên me tu yî.’*
Piştî ku min nameya hêja û xoşewist Şevger Çiya bi we re li hev pahr ve kir, ez bêm ser ‘kakilê giwîzê’, ‘memikê qîzê, ango termê vê nivîsê:
Wekî Xwedê, vê siharê qet mahdê min nediçû nivîsê!
Lê… piştî xwendin û geryanekê di ‘êvargeha’ xoşewîst Yeqîn H. -ku sihar sihar meriv ji can û dil, ji mêlak û mil ve ditengijîne- derbasî ‘taxa’ Şêxmûs Sefer bûm û min dit ku Sefer hemû nivîskar vexwendine ser sifreya tore û edeba qewmî.
Ji ber ku cîranê hevbûn, nedibû ku ji wir jî nequlibîm ‘dol û guherên’ Çiya yên mişt çîrok û dîrok û rastiya heqîqetê, ku me bi mêrxasî û ciwanmêrî û xayintiya qewmî dihesîne, û pê re jî bi romana Heciyê Cindî ya ku di sala 1960’î de hatiye nivîsîn…
Saeta her nivîskarî xweş be, dibêjim.
Lê…ji ‘sefarê sefaran’ Ehmedê Xanî heta bigihe Osmanê Memed yê hêlekî wî şûm, hêla din givark givarkî, ku li helbestinan an jî li nivîseke ji milk û zeviya dil a nivîskarekî kurd rast têm, serbilindiyeke bêpawan eniya min berztir û berjortir dike!
Ji ber ku di nivîsê de ez wekî xwendevanekî li du-sê tiştan; li teperepa dil, li aqilê aqilmend, li vegotina şîpî digerim; her ku li ber vê mîrata kompîturê rûdinim, berî ku hevokekê saz bikim, nexş û nexşînkariya qîzên berê tînim bîra xwe û bi dû re mîna paleyê ku rahije dasê û bibeje ‘ya ellah’, dikevim ber berê xwe.
Her ber wisa bi hesanî naçe serî…
Tên bîra min; di hênikahiya destê êvarê de li wê navçeya ku her ku çû, ber bi bajarvaniyê de beziya û zû xişn bû, li devê deriyê xaniyên bi hewş qîzên bi ser hîzarê çik-spî de xûzbûyî:
Dema ku dinivîsim, vê kêliyê, niha jî ew qîzên ku di kêla her nexşê de dahatûyeke rengîn dixemilandin di asoyên pêşeroja xwe de bi wan tayên rengîn ên zirav, li ser wî hîzarê sik î spî, bi wê derziya hûr hûrik…têne bîra min
Niha têdigihîjim ku nivîs jî dûrvekî îbadetê ye!
Dema ku di ber şibakeya kek Rifat Arya re dibihurîm, dibêjim fersend ev fersend e, sûretê maqûlekî dikim tûrik, û hêdî hedî didim evrazê nivîsînê.
Carinan nivîs bêhnê li min diçikênê!
Cirinan jî mîna yarekê, bi destê min digirê, û ez û wê serberjêrî kûrahiya çalên têramînê dibin, di bendavên hest û dilînan werdibîn… û piştî yarî û laqirdî û henekên dilsotîner ji milkê xewn û xeyalan dadigerin kêlîka ‘niha’yê!
Niha tune di nivîsê de!
Yê ku bidin dû ‘niha’yê, dê ‘mehkûmê niha’ bin!
Her ‘niha’ divê bibin ‘kilîla dergehên’ ‘niha’yên zemanên din!
Ez, niha, di niha de niha û kêlîkên nihayan bi her bêjeyê dispêrêm ‘niha’yên dahatûyê!
Û zanim, zanim bi qasî ku ‘niha’ karibim bispêrim dahatûyê, ez ê jî hebim û sibe bim!
Niha, vê kêlîkê, vê kêlika ku mîna kêleka li qerexa Tigrîs bi her pêlê re diçelqim bi wir û bi vir ve de, sê tişt çogên min giran dikin:
1. Mitirbên ku ji bo du qiruşan lodên şabaşê didin ser hev.
2. Nivîskarên ku binê bîrekê û serê sîrekê didin ber hev.
3. Û…şeqşeqçiyên piştî nivîsê ku destên xwe didin ser hev…
*Nemaya Şevger Çiya, Rojnameya Azadiya Welat
10/07/2008