“Rûqalkirina an jî şibandina romana Ciwanmerd Kulek û ên Marcel Proûstî bi serê xwe rîskek mezin e. Lê dîsa jî min ev talokeya da ber çavên xwe û min rûqalî hevdu kirin.”
“Mirin miriye çimkî zeman jî miriye.”(1) Di Proûstî de têgiha zemên, mirin û jiyanê, ji mirinê-zemên wêdetir e. Her sê têgih di romanên Proûstî de bi qasî felsefîk in, ew qasî jî derûnîk û dijzeman in. Di Proûstî de dijzeman, dijmirinî û dijheyat serdest e. Redkirinek e. Loma romana Ciwanmerd Kulek a bi navê 20:39 di binê barê simê van têgihan de tê eciqandin. Nikare hilgire û hilgirtina van têgihan bi serê xwe risk e. Lê nivîskar xwe li vê rîskê rakêşandiye, bi ya min vê rîska ku stendiye ew têkbiriye. Welhasil em werin ser romana xwe.
Romana, romannûs Ciwanmerd Kulek mijara xwe ji têgiha zemên û demveguhêztinê wergirtiye. Mijar di navbera pira du zemanan de diqewime û asê dibe, çimkî karekterên romanê di navbera duzemanî de gêr û gindêr dibin bi awayekî derûnî. Rolên karekteran di romanê de piranî pîrbûn, xortanî, ciwanî, zeman û eşq e. Heman demê de hûrgilîya mijara romanê jî xortanî, pîrbûn, eşq û senaryo ye. Senaryoya çîrok û şanoya ye.
Di romanê de dem qesasê xortanîyê ye. Karekterê romanê di hêlkana xeyal û rasteqînîya demê de dihêlke. Karekterên me di hundirê behreke tijî bîranîn de li paşeroj û pêşerojên xwe sûwar bûne bi zemên re avjenîyê dike. Berê pêlên behrê ne diyar in. Di romanê de gellek caran gava ku saet tê pirsîn heman bersiv tê dayîn, divê saet 20:39 deqe ye. Mînak ji romanê: "Bêyî ku li ser demjimêra wê ya ku hê jî digot saet 20:39 e bisekine, kameraya xwe ya pêşî vekirîbû û tê de li xwe nerîbû."
Roman geh di hundirê hiş de dinizile cîyekî vexwarinê, geh dinizile ber perê behreyekê. Werîsê rastiyê, xeyalan û demê bi hev re hatiye honandin. Nivîskar di binhişiya xwe de zemên disekinîne û hemû bûyerên diqewimin di hundirê van kêlîkan de diborîne. Nivîskar bi zemên dilîze, zemên berbiçav dike. Îcar kîja zeman û zeman çi ye? Zeman têgiheke razber û grifîtîk e. Helbet em behsa dema rasteqîn û şênber nakin. Em behsa zemana ku ji zemên jî wêdetir dikin. “Zeman, kêlîkên ku mirov di hundirê der-bin-hişê xwe de mîna zarokekî ji xwe re bi pêlîstokekê bilîze ew e.” Gelo mirov dikare demê di hişê xwe de eyar bike, an jî kilîda demê di destê me de ye. Wextê behsa derhiş, binhiş û zemên dibe helbet romanûsê navdar Marcel Proûst tê bîra mirovî. Çimkî kesên zemên di qulika derzîya eba de borandiye Proûstî bixwe ye. Bêguman Bavê zemên Proûst e. Îcar nivîskar xwestiye Proust bibîrbîne an jî xwestiye di ekla Proûstî de binivîsîne. Çimkî Proûstî hostayê zemên e, hostayên karekterên êxtiyar û xortan e, hostayê duzemanî ye, hostayê mekên e, hostayê demveguhêziyê ye û hostayê mirin û zemên e. Wekî min go dîsa bêjim di Proûstî de zeman ji mirinê wêdetir e û mirin jî ji zemên wêdetir e. Xwenêzîkirina an jî xwelêrakêşandineke romanûsekî wiha bi sere xwe talokeyeke mezin e. Çimkî di romanên Marcel Proûstî de karekterên me di keştîya zemên de hem dimirin, hem dijîn, û hem jî mirinê û jiyanê di heman kefa destên xwe de mîna nanê sêlê geh li vê hêlê û geh li wê hêlê diqelibîne. Hafizeya karekteran vediguherin hevdu, hefizeya wan bi jêbirrê jê dibe, yek kes-an vediguheze pir kesan, hafizeya karekteran jihevdiketiye, hafizeya karakteran bêudûr e, loma jî zeman di hiş de vediguheze mîna dareke dargerîdankê. Karakter geh xort in û geh êxtiyar in. Lê dema karekterên wî êxtiyar dibin heman demê de mekan, zeman, kirde, bireser û xweza jî pê ra vediguherin êxtiyariyê, hafizeya karekter û nivîskar jî pê ra êxtiyar dibe, di armonîyekê de ne tevnesazîya romanên Proûstî. Dema karekter vediguhêze xortik-ciwanan pê re hemû mekan, bireser, kirde, zeman û xweza jî vediguhêze ciwaniyê-ruhber dibin. Yanê mîna jiyaneke rasteqîn her tişt vediguhere û dadigere mîna karekterên xwe. Lê di Ciwanmerd kulek de pîrbûna mekên, bireser û kirdeyan tune ye. Çima? Ya nivîskar bi bîr nebûye û ya jî hew wiha têgihîştiye.
Heke mijar eşq û dem be, her tişt guherbar e. Di romanê de nivîskar vedibêje, ji ber ku karekterê vedibêje navê wî li holê tune ye. Wê çaxê em dikarin bêjin nivîskar diaxive û mijarê dihûne. Lê di Proustî de karekter hene û bi serxwe ne û xweser in, car caran vebêjeriya Proustî jî heye helbet. Karektera romanê Elîf dixuye.
Di romanê de karekterê neberbiçav-neşênber û Elîf ji hevdu hez dikin. Em vê hezkirina wan ji devê vebêjevan guhdar dikin. Dêvla ku herdu karekter ew ê hezkirina xwe ji hevdu ra vebêjin, di dewsa wan de nivîskar mudaxeleyî metnê dike vê hezkirina wan ravekirin dide. Çima? Nivîskar li gor xwe metnê rêve dibe. Çima? Îcar di metnekê de divê nivîskar mudaxeleyî karekteran bike an na? An jî têkîliya di navbera karekteran, nivîskêr û metnê divê çawa be? Helbet hemû nivîskar mudaxeleyê metnên xwe dikin. Lê a girîng di vir de rêjeya mudaxeleyê ye.
Halbûkî di romanên Proûstî de kilîda metnê ne di destê wî de ye, welew pir kêm di destê romanûs de ye. Piranî werîsê metnê di destê karekteran de ye û nivîskarên xwe li binê guhê dîwaran dixîne. Hefsar dixe stûyê nivîskarê xwe bi xwêr re dikêşîne. Di romanê de mirov dibêje qey vebêjer ji karaktera xwe ya romanê ji Elîfê hez dike. Gelo dibe ku karekterê li holê nexuyayî û vebêj heman kes bin? Vebêj kesê sêyem e. Karakter bi xwe jî kesê yekem e. Kesê yekem û kesê sêyem vediguhêzin hevdu. Şikeke wiha bi mirovî re dihêle.
Di romanê de mekan Stenbol e û mijar li mekaneke vexwarinê diqewime. Herdu karekter (Elîf û vebêj) bo senaryoyan tên cem hev. Di romanê de karekterekî me yê din jî Newaf e. Newaf hevalê vebêjevan e. Talî vebêjevan di dema borî û dema niha de bi jinekê re danûstendinekê didarîn e. Bi awayekî kitekit çavdêriyên xwe berbiçav dike. Karekter(Vebêj dixuye) û Elîf hezkiriyên hevdu dixuye, em di keştiya pîrbûn û xortaniya karakteran de li hespê zemên siwar dibin. Di karekteran de Duzemanî serdest e. Dema diçin pîrbûna xwe a wê çaxê du karekterên din ji nû ve ava dibe. Çimkî ji du karekteran çar karekter diwelide, lê di rastiyê de heman kes in. Vebêj-evan hem karekterê romanê ye, hem jî vebêjevanê romanê ye. Vebêjevan hikumdariya xwe li metna xwe kiriye, halbûkî divê metin hikumdariya xwe li nivîskêr bike. Di gelek cîyên romanê de em pêrgî vê rastîyê tên. Dema herdu hezkirî tên cem hev û li ser maseyekê nîqaşa senaryoyê dikin wiha dibêje: Divê gerek navê Elîfê di senaryoyê de Berçem be. Elîfê jî di xeyala xwe de zewiciye û navê zaroka xwe jî kiriye Berçem. Dema herdu hezkirî tên cem hevdu, dem disekine, dinya disekine, roj û dinya giş dev ji ger û zîvirandina xwe berdidin. Di wan kêliyan de saet jî tim 20: 39 deqe ye. Dem naguhere, dem di hiş û derbinhiş de hatiye rawestandin. Karekter derketine dijî zemên. Loma hezkirî, derveyî-dijî xwe nabînin. Navenda zemên bûne ew. Perde li ber çavên wan hatiye raxistin, hiş û aqil hatine nixumandin. Dinya dizîvire lê hay ji wan tune ye. Çimkî zeman sekinî ye, dinya di xew de ye. Di romanê de yê ku senaryoyan dinivîsîne vebêj e, lê tim digazine û dibêje tu pere ji senaryoyan dernakeve. Welhasil roman piranî li ser sînema, senaryo, wêje û şanoyan hwd rawestiya ye.
Di romanê de eşq carinan dişibiya senaryoyekê, carinan jî dişibiya eşqeke rasteqîn-şênber. Di vê eşqê de senaryo, xeyal, rastî, efsûnî, zeman û şanoyeke efsûnî giş bi hevdu re hatine xemilandin û kemilandin. Mijar û şêwaza nivîskar bingeha xwe ji demê, eşqê, bîranînê wergirtiye. Esil mijar rabirdû û dahatuya eşqekê ye.
Me ew qas behsa demê kir, îcar dem çi ye gelo? "Ne em dikarin xwe ji saetê(dem) bifilîtînin, ne jî em dikarin xwe ji rojan bifilîtinin. Ne ji siberojê, ne jî ji paşerojê em dikarin xwe bifilitînin. Em nikarin xwe ji do'yê rizgar bikin, çimkî do'yê em şaşomaşo kiriye an jî me şaşomaşo kiriye."(2) em dibînin ku di Proustî de ne do tê jibîrkirin û ne jî paşeroj tê jibîrkirin, timî wekî girêkek ta bi bextê mirovî ra veridişe. Rê li ber mirovî şaşomaşo kiriye. Di romana 20:39 de jî heman mijar hatiye honandin. Zeman çiqas di 20:39 de hatibe rawestandin jî talî dem dibore, pêşiya demê nayê birîn. Wekî çarenûsekê û deqekê li eniya me hatiye nivîsandin. Hasilkelam temamiya mijar û şêwaza romanê, dem, raborî, do û îro, pêşeroj, paşeroj, bîranîn, senaryo û eşq bû....
Proûst, Samul Beckett, Metis, Rp, 12, 66 (1-2)
- 20:39 / Ciwanmerd Kulek / Weşanên Avesta / 2016 / 104 rûpel