Ji bo nivîskarekê/î tişta herî bi êş û xembar, dûrmayîna ji pênûsê ye.
Ev demeke dûr û dirêj e ku min nekariye tu hîs an xwestekên xwe binivîsim. Helbet ev rewş ne ji ber tiralî yan sersariya min bû. Pirsgirêkên tenduristî ên malbatî wekî toqa lanetê li dora pênûsa min lefiyabûn û heta ji wan dihat gewriya wê diguvaştin û nedihiştin nefesê bistîne. Lê zeman hêza herî xurt a jiyanê ye. Tu tişt nikare xwe li ber wê bigire. Di dawiyê de ez jî dam ber şûrê xwe û hînê dilkafiriyê kirim.
Ez ê ku ji êşê dibeziya êşê, xoce xizirê xwe me di vê tunêla tarî û teng de. Ez dizanim ku ev rêwîtî li tu xanê ranaweste, li tu konê bextewar nabe. Saetek e, çerxa wê her li bîreke kûr de deng vedide. Keştiyeke, bêndergehên wê navnîşana xwe winda kirî. Demsaleke ku keziyên wê li ber bagera tariyê tê fesilandin.
Û jiyan, ew çemê tîrê tarî, ew hespê hefsarê wê ji tenhatiyê welidî…niha li çolberiyên bi mij, li banî û newalên ripîtazî lotikan diavêje.
Û tu, ew xewna bi xwêdana min mezin bû yî, her here û were, wekî qumriya serbixêlî, wekî tîrêja tolaz û xwînşîrîn a spêdê…
Tu heram gund nîn e min bihewîne…
Tu bêbav nîn e ji te re bigirî…
Hew, ev zimanê mazûvan û dergevan…
Ta ebedê!
Têbiniya Diyarnameyê: Ev demeke dirêj bû hevalê me Berken Bereh ji ber tenduristiya malbatî navber dabû nivîsên xwe.
Em hêvî dikin dê careke din lingên wî neçin ber deriyên hekiman û em xêrhatinê lê dikin.