‘’Halê cîhanê ne tu hal e’’ di jiyana rojane de ,wekî encam,wekî gotina serî li her tiştî bigire hûn vê gotinê dibihîzin.Ger kesê/a li hember we kurd be hûn dê van gotinan jî bibihîzin:’’Heyra de çi dibe bila bibe,dunya li ber xirabûnê ye em hê nikarin bi zimanê xwe şad bibin.’’
Derbirînên di jiyana rojane de encam in.Hin sedem hene ku ,êdî şayan in, gere bêne bi bîrxistin(Çi ecêb e hê jî halê cîhanê,qeyranên aborî di nav pergalên kapîtalîzm û sosyalîzmê de têne gengêşîn.Ecêbiya din jî ev e ku li welatên misilman babet aborî be ji bilî zikatê kes hewcedarî bi pêşniyaran nabîne)
Ji sedeman jê ya herî girîng têkiliya însan û xwezayê ye.Bi berdewamî ev hat gotin,’’Şerê mirov yê li hember xwezayê.’’Ev derbirîn bi tena serê xwe ne rast e,ev derbirîn gelek rastiyan sergirtî dihêle,manîpûle dike.Ger şerek hebe helbet di dawiya şeran de aşitî heye lê ev aşitî tu car di navbera xwezayê û mirovahiyê de pêk nehat!Ya ku mirovahiyê li xwezayê kir talan bû/e.Ev hal bû sedem ku hem mirovahî hem jî xweza her wext di nav haleke travmatîk de bimînin.
Mirovahî di têkilyên xwe û xwezayê de hînî talanê bû.Talana li hember xwezayê piştî hat radeyekê êdî însanan berî dan hev;heman halî di şerê li hember hev de jî xwe da der;carê hîn bûbû mirovahî,şer nedikir xwe li talanê digirt,îro ro talana li hember hev jî hatiye radeyekê.Helbet wekî pergal pariya xerckirin û pelîsetiyê ya di kapîtalîzmê de jî zêde ye lê kilît têgeha talanê ye.
Bi tevî destnîşankirina hin nirxên însanî û xwezayê jî sosyalîzmê bes aştiya di navbera mirovahî û xwezayê de ji xwe re nekir xem.Têkiliyên di navbera însan û xwezayê de sergirtî û sayakî hişt.Bi gotina hevalekî min jixwe sosyalîzm û kapîtalîzm bi awayek destbirakê hev bûn,ji alî hêza desthilatiyê ve!(Wê li vir hin bertekî xwe bidin der wekî van pirsan wê bê kirin;ma çînayetî xilas bû,perîşanî û rebeniya însanan nema?...Belê ev rast in,lê ji hemî têgehan madetir gere têgeha mexdûrîyetê xwe bide der,bi rastî di cîhana îro de her diçe mexdûr zêde dibin)
Xuyaye ku qeyrana hatiye radeyekê wê ji vir bi şûn de di demên kin de xwe dubare bike.Helbet wê mirovahî jî gelek tiştan bigengêşe.Lê ger mirovahî di demeke kin de aştiya di navbera xwe û xwezayê de pêkneyne,şer û talanê ji hev neke,xwezayê weke hêzeke yekseriyê tênegihije û qebûl neke wê gelş zêde bin.Baş e,ne kapîtalîzm û ne sosyalîzm wê çi be?Pirs helbet muhîm e.Lêgerîn jî ev e.Gava pêşî destpêkirina bi demokrasîyê ye,ne demokrasiya avî!Bi tevî zanîst û sîyasetê gere di serî de edebîyat,huner,xweza,mexdûrîyeta însan,rewş û sekna jinê ya di jiyanê de li ber çav bête girtin.
Ev rastî her ku ji edebîyatê dûr jî bêne dîtin bandor li pêşeroja edebîyatê jî dikin.Edebîyat jî neçar e van rewş û rastiyan li ber çavan bigire.Gere adeteke xwe biterikîne;heya niha bi gelemperî edebîyatê rewşa heyî û karekterên wekî encam di jiyanê de bûn şîrove dikir.Ji vir bi şûn de edebîyat neçar e bêtir li hember sîyasetê û desthilatiyên cîhanê deng bi xwe bixe.Edebîyat neçar e ji sosyolojiyê ,xwezayê,mexdûrîyetan re,ji zanîstê re bibe rih û palpişt.Wekî kevanekekê em halê zanîstê jî gere bi bîr bînin.Taybetiya zanîstê ya herî mezin ev bû ku ji tirs û pirsan neditirsiya ne wanî ye?Lê îro em dibînin zanîst jî ditirse,hem jî jixwe ditirse lewre newêre hin ceriban bike!
Edebîyat nikare bi du an sê şibakeyan li cîhanê û li rewşan binihêre.Beriya niha min mînakekê dabû.Ezê bi bîra we bixim.Bifikirin,êvarekê ,di kolanek metropolan de bi hezaran însan dimeşin.Di nav van însanan de her cûre însan hene.Ji nişka ve bûyereke xwezayê ya ecêb xwe dide der(ger rewş wanî bidome wê ev ne xeyal bin),tirs bi ser her kesî dikeve,ne mal ne milk ne jî tu tişt dimîne di bîra kesî de,di wê kêliyê de ew însanan giş mexdûr in!
A,edebîyat hinek dîtina van rastiyan e.Tirs,bi bîra we hat ne,halê neçariyê.Wê çaxê efsaneyan xwe dabû der,ziman helbestî û mîstîk bûn.Hal halê neçariyan bû.Ev e,tirs dîsa xwe dide der.Ev tê çi wateyê?Wê dîsa gotin,hest(ev ne bijark be jî wê wanî be,hiş li hember dil û hest her ku diçe lawaz dimîne)bi serbikeve.Ya rast mirovahiyê wekî ders hin efsane ji me re hiştibûn;’’Dinya her ku diçe ber bi xirabûnê ve diçe.’’,’’Wê li ser avê şer derbikevin.’’,’’Wê wext were însan bi goştê hev bikevin.’’
Ger ev efsane,reşbînî beyhûde bin(hêviya me jî ev hêvî ye,dawiya dawîn wê mirov li xwe mukir bê helbet)wê çi be;yek wê demeke dirêj însan ,wekî tê gotin,nema karibe ber ji xwezayê werbigire,jiyan bi gelemperî bi tabletan be.Heya wê çaxê jî wê gelek tişt ji dest biçin.A,di edebîyatê de jî wê halekî tabletî(hebî)xwe bide der.Ya din jî wê mirovahî çareyan peyda bike.Di wan çareyan de helbet ciyê edebîyat,huner,mexdûran bêtir berfireh û kûr be.Wê xweza jî hinek bi xwe ve bê,belkî ew jî bêtir bi hewl be(!),lewre halê dinyayê malê lê mîrat kiriye.
Di van rojan de li her deverî û di her sohbetê de rewşa cîhanê tê gengêşîn.Ya muhîm êdî her însan neçar dimîne bigengêşe.Ev nîşana qeyranên mezin e.Di heman demê de ev hêvî ye jî;ger hemî însan di derbarê rastiyekê de bigengêşin ev tê vê wateyê ku wê çareseriyên bêtir xweş jî xwe bidin der.Her ku em wekî wêjevanekî bi hin war û qadan hinek biyan bin jî wekî şexs em bixwazin nexwazin pirsgirêk xwe li me jî didin der.Kêliyekê min xwest tiştên di dil û hiş de ne di van rojên cejnê de(mixabin em nikarin basa şahiyê bikin)bi we re par ve bikim.Hûn çi dibêjin…


