logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

Cîhan ROJ

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cîhan ROJ

Cîhan ROJ

Kurdî, xwendevanî û sî salên nivîskariyê

  • Dîrok: 21/03/2023
Ev bû sî sal, bi zimanê xwe dinivîsînim, bi zimanê xwe pirsan saz dikim, bi zimanê xwe li bersivan digerim, bi xwendinê bifikirim, bibînim, rihê xwe zengîntir bikim, bi detay û askorên nivîsê, bi bîr dixim!
Ya rast “temenê” xwendevaniyê ji ê nivîskariyê bimehnetir û xweştir e; bo min ew ji temenê nivîskariyê kevntir û kûrtir e.
Di lîseyê de, min romaneke Anatole France xwend. Min wê wextê ferq kir ku dinyaya min dinyaya edebiyatê ye! Êdî min bi xerclixa xwe çiqas derfet bidîta rojname û kovarên edebiyatê dikirîn.
Xwendin her berdewam bû. Di sala 1993'yan de li Mêrdînê nivîskariyê dest pê kir. Di jiyanê de jiyam û min dît bindestî çî ye, di xwendina xwe de hînî sebebên bindestiyê bûm. Di nivîskariyê de min hewl da çareseriyên zimanê min ê zikmakî û çareseriyên edebîyatê bi bîra xwendevanên xwe bixim. Di romanên xwe de bi bîr bixim bê îhmalên piçûk, bêhezkirin dibe sebebê çi êş û trajediyan!
Sî sal bi ser destpêkê ket. Peywendê ji bo sî saliya nivîskariya min qerar girt wê hemî berhemên min biweşîne. Bo min û xwendevanên min bû ciyê kêfxweşîyê.
Di  sî salan de min dît, bi gotinekê bêjim; sebebê  têkçûyînên me û serkeftinên me ‘hezkirin e’. Yek ji sebebê zindîmayîna kurdî jî hezkirin e! Wexta me ji hev hez nedikir em dibûn dijminê hev, me cîranê xwe ji ber sebebê bi pênc qiruşan dikuşt, em tenê diman, bi pey hezkirinê diketin! Sebebê serkeftinên me hezkirin bû ku ew hezkirin bi îfadeyên xwişk, dayik, jinan bi şikil dibû. Ziman bi wan îfadeyan di hişê me de şikil digirt.
Dengbêjiyê, folklorê dil û mejiyê me her bi hezkirin dikir lewre nedihişt bindestî û şertên wê bibin sebebê wêraniyê bêtartir! Zimanê me ji ber ku ‘zimanê dil’ bû, zimanê hezkirin û îfadeyên xurt bû têknediçû!
Di nivîskariyê de, hezkirinê ez her bi meş kirim; hezkirina ji kurdî, ji edebîyatê, ji heyatê û ji mirovên delal!
Diyarname xwe nû dike. Wê quncikê min aktîf bikin. Heya ji destê min were ez ê nivîsan bişînim ji Diyarnameyê re. Wê  nivîsên min kurdî, edebiyatê, hezkirinê, detayên jiyanê bi bîr bixin! Ez ê xwe li ‘kevirên mezin’ li gotinên mezin ên teng û derî edebiyatê negirim çimkî ‘bela kevirên mezin ne lêxistin e! Her kevir di ciyê xwe de giran e, her gul li warê xwe bi bêhn e! Her teyr jî bi refê xwe re ye! Refê me kurdî ye, edebiyat e û helbet însan e, sêwirîn e, heyat e…
Bo Diyarnameyê temenek xweş û berdewam hêvî dikim. Sipasiya Peywendê dikim. Peywendê mîsyona xwe li ser kurdî ava kiriye. Li xizmetên kurdî xwedî derdikeve ku qerara derheq weşandina hemî berhemên min de jî yek ji wê hewlê bû. Gava ku Peywendê avêt di nivîskariya min de xwedî mehneyek kûr e; di heman demê de jî ew gav dibe sebeb barê min, berpirsiyariyên min zêdetir bibe. Ez ê bi coş, bi kelecanî û bi hewes li ser rêya romanûsiyê bimeşim! Welatê me çar parçe ye. Ew birînek e. Zimanê me wekî welatek bi dehan parçeyan e, ew hal qasî arîşe be jê bêhtir avantaj e, mîna baxçeyek rengîn e ku bi halê xwe ê wesle wesleyî derfetên zengîn pêşkêşî me dike.
Ji bo xwendevanên hêja, merheba, dibêjim, em ê bi hev re bin; bi kurdî, bi bîra hev bixin! Kurdî welatê min e, welatê min kurdî ye!


Hin Nivîsen Nivîskar

Tecrûbe û Zanîst

  • 20 Gulan 2008

 Tecrube di civakên Mezopotamyayî û Anatoliyê de wekî referanseke bingehîn cih dide xwe. A rast ji alî şaristanî ve bingeheke tecrubeyê ya xurt jî heye. Lê...

Portreyên di paşila edebiyata me de

  • 20 Rezber 2008

 Carê nasekî behsa rewşa edebiyata me ya salên şêstî de dikir. Wî serboriya xwendina xwe ya helbestên kurdî wiha der dibir: “Di salên şêstî de...

A!A!A!Ê!Ê!Ê

  • 20 Tîrmeh 2009

Li metropolekî mamosteyekî esilkurd li taxekê, ku bi piranî kurd lê dijîn, qursa zimanê tirkî dide jinên kurd ên navsere. Mamoste ji bo dengê “e” bi...

Hemû Nivîsen Cîhan ROJ

Cîhan ROJ kî ye?

Cîhan Roj, di sala 1965'an de, (di qeyda fermî de 1964) li gundê Înaqa Gimgimê ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gund, ya navîn û lîse li Gimgimê xwendiye. Despêka bi kurmancînivîsana wî 1993 ye. Di heman salê de helbest û çîrokên wî têne weşandin. Di salên du hezarî de ew hinek termên matematîgê diafirîne û ji Enstituyê re bi rê dike. Ew xebat di sala 2006'an de di Azadiya Welat de tê weşandin. Nivîskar ji sala 1993'yan heya sala 1997 an li Mêrdînê, li sendîkaya kedkarên qada perwerdehiyê, wekî sekreterê perwerdehiyê rêveberî dike. Di sala 2001'ê de, bi pêşniyara wî, li Îzmîrê, ‘Konferansa Nivîskaran’ tê lidarxisitin. Li dû konferansê, ew qerar digire û bi tenê bi edebiyatê re mijûl dibe. Dîwana wî ya ewil “Ratîka” di sala 2002'yan de çap bûye. Di gelek malper, rojname û kovaran de, nivîsên wî hatine weşandin. Romana wî “Perde” bi navê “Mahrum” bi tirkî derketiye. Bi tevî pirtûkek di derheqê Cîgerxwîn de hatiye weşandin, di pirtûka bi navê “Kawayê Min” de û di pirtûka kurteçîrokan a ji hêla Şaredariya Amedê ve hatiye çapkirin de ew jî yek ji nivîskaran bû.
Heya niha gelek pirtûkên wî ên helbestê, çîrok û romanên wî hatine weşandin. Dosya helbestan a nû  "Asê", romana wî a nû “7 AV 7 Agir 7 Derî” bi tevî hemî berhemên wî wê heya payîza 2023'yan ji nav weşanên Peywendê werin weşandin. 
Cîhan Roj hê jî bi romanûsiyê re mijûl e.

Youtube Me
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Şaredarên MHP'ê û AKP'ê fîlmên Mahsun Kirmizigul qedexe kirin

ad

Kanala televîzyonê ya Îxvanê ji Tirkiyeyê bar dike

ad

Endamê MP yê HDP'ê bi kêran birîndar kirin

ad

Yên sîlueta Stenbolê xira kirin dê ya Sûrê biparêzin?

ad

Sersaxiyên ji bo malbata Alataş

ad

Bahoz li BEKSAV'ê ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname