logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir

Cîhan ROJ

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cîhan ROJ

Cîhan ROJ

Kurdên ji bo ferhengekê nikaribin karekî hevpar bikin wê çawa doza welatekî bikin?

  • Dîrok: 21/01/2015
Belkî ji halê min yê bi heyecan be, bi metirsî me ku, xasme, di warê afirandina peyv û têgehan de,  di xebatên ferhengî de, belawelî, tevlîheviyek, bêmantiqiyek pêk were ku ê problemên cidî xwe bidin der. Hê jî, bi awayek, problemên zimanekî standart têne jiyîn. Bi tevî gelek probleman,  wisa xuya dike ku her kes “ferhenga xwe” diafirîne! Ya ku bû sebeb ev nivîs were nivîsîn ew hal e.
Ji alî wate û bikaranîna zimên ve, wekî nivîskarekî, mafê me ye ku em metirsî û gazinên xwe der bibin da zimanzanên me rê li ber me bixin, dengê xwe bi ser her kesî bixin ku ew li meydanê ne, wê kes nikaribe ji ber xwe ve hin xeletiyan bikin.
Bi mînakek du mînakan ê mebesta min xweştir were fêhm kirin.
A yek, her ku min lingê xwe avêtine ser “yuruyen merdiven” ê, ku bi tirkî ye, fikirîme ku bêmantiqiyek tê de heye ji lew derenceyên mekanîk nameşin; însan, mih, berx dimeşin, çûk fir didin… “Yuruyen merdiven” nedibû! 
Em dibin şahid hin kes an derdor, di kurmancî de heman halê bêmantiqî tevlî kurmancî dikin. Îtîraz û gazinên min ji bo wê ye. 
Min, bi saya googlê, li awayê fransewî û îngilîzî nihêrî; di her du zimanan de, peyv an jî komepeyv ne derî mantiq bûn, BI BINGEH BÛN:
Tirkî: Yuruyen merdiven
Fransewî: escalier mécanique, escalier roulant
Escalier: Derence
Roulant: Gindêrbûn.
İngilîzî: escalator, moving staircase, moving stairwa
Moving: halê bitevger
Staircase: Derence
Bala we lê ye, ne? Di frensewî de hal û mantiqê gindêrbûnê esas hatiye girtin, di îngilîzî de halê bi tevger esas hatiye girtin ku tê de mantiq heye.
Baş e, heke ku ji bo kurmancî lêkolîn were kirin hûn, wekî di tirkî de li ser esasê “meşê” tevbigerin hûn ê bêmantiqiyê tevlî zimên bikin, bi gotineke din ev qetl e!
Di jiyana kurdî de, qayiş xiş dibe. Gere mantiqê “xişbûnê” esas were girtin. Êdî hûn dibêjin, derenceya xişek, hûn dibêjin, derenceya xişkar/ber… Hûn halê bitevger esas digirin, an mekanîkê… Hûn dizanin. 
Ev ne karê min e ne jî qerara min e, ya ku gere esas were girtin mantiq e, bingeh e, mafê kesî tune, ziman bêrih û bêcan bihêle, ev muhîm e. Peyv ji bo ziman û edebiyatê esas in, ne îşê henekan e.
Mînakek din; di ferhenga ji hêla "Turk Dil Kurumu" (Saziya Zimanê Tirkî) ve hatiye amadekirin de, ji bo “Duduklu tencere”yê, “beroşa bifîrfîrk” hatiye lêkirin.
Hêja Zana Farqînî, di sohbetekê de got, min lêkolîn kirin, di farisî de, “zûpêj” tê gotin, bi ya min ji bo kurmancî jî em dikarin esas bigirin”.
Ev bangek e, hawarek e, li komên wekî Koma Kurmanciyê, li sazî û dezgehên wekî Enstîtuya Kurdî, li şexsîyetên wekî Fêrgîn Melik Aykoç, Zana Farqînî, Sami Tan, Îbrahîm Seydo, Husein Muhammed û gelek kesên rêzdar… Hê wext zû ye, gerek her metirsî û şert li derekê bêne hiştin, ferhengek were amade kirin da ku her kes wê ferhengê esas bigire. Di merîyetê de, hukmê xwe, yê saziyeke modern û dîsîplînî bide der. Behsa karekî hevpar dikim.
Dibe ku sernavê nivîsê provakatîf xuya bike, di eslê xwe de xwedî rastiyekê ye; heya niha her siyasetê (behsa hemî siyasetan dikim)meyl û hêl da nivîskar û rewşenbîran. Ji vir bi şûn de qet nebe zanyarên me û rewşenbîrên me bi karên wisa re hin gavan pêkbînin ê gelek gêdûg bimînin li ciyê xwe.
Nîşe:
Di zimanê me de, kesekî ku bi lingên xwe nikaribe bimeşe, yanî, ku ling bêtevger bin, tê gotin ku, xwe kaş kir, çû, kaş bû. Vêga ev jî dikare esas were girtin ku însan peyvên wekî kaşkaşek, hilkaşek jî têxe nav lîsteya alternatîfan…

Hin Nivîsen Nivîskar

Însan ji bo çi dinivîse

  • 20 Sermawez 2009

Di nivîsevaniyê de cihek vê pirsê ya muhîm heye; kêm zêde, di her hevpeyvînê de ev pirs tê kirin. Berî pênc-şeş salan min ev pirs ji helbestvanên me...

‘POZÎSYONA BI SEYR Û TAYBET’

  • 01 Rezber 2012

Di rojnameya Milliyetê de, (30 Gelawej 2012) nûçeyek hate weşandin. Nûçe ev e:“ ‘Norweca Pirçandî Misteheqê Breivik e’Nivîskarê Fransî...

Pirs û perestgeha êşê

  • 20 Sermawez 2008

Ez aniha pirsan ji xwe dikim; ez im, barana hûr a hewaya hênik e, şeva ker û lal e, peyv û dilê min e…û bersiva zarokekê ye; zarokan difikirim…ji min nepirsin bê min...

Hemû Nivîsen Cîhan ROJ

Cîhan ROJ kî ye?

Cîhan Roj, di sala 1965'an de, (di qeyda fermî de 1964) li gundê Înaqa Gimgimê ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gund, ya navîn û lîse li Gimgimê xwendiye. Despêka bi kurmancînivîsana wî 1993 ye. Di heman salê de helbest û çîrokên wî têne weşandin. Di salên du hezarî de ew hinek termên matematîgê diafirîne û ji Enstituyê re bi rê dike. Ew xebat di sala 2006'an de di Azadiya Welat de tê weşandin. Nivîskar ji sala 1993'yan heya sala 1997 an li Mêrdînê, li sendîkaya kedkarên qada perwerdehiyê, wekî sekreterê perwerdehiyê rêveberî dike. Di sala 2001'ê de, bi pêşniyara wî, li Îzmîrê, ‘Konferansa Nivîskaran’ tê lidarxisitin. Li dû konferansê, ew qerar digire û bi tenê bi edebiyatê re mijûl dibe. Dîwana wî ya ewil “Ratîka” di sala 2002'yan de çap bûye. Di gelek malper, rojname û kovaran de, nivîsên wî hatine weşandin. Romana wî “Perde” bi navê “Mahrum” bi tirkî derketiye. Bi tevî pirtûkek di derheqê Cîgerxwîn de hatiye weşandin, di pirtûka bi navê “Kawayê Min” de û di pirtûka kurteçîrokan a ji hêla Şaredariya Amedê ve hatiye çapkirin de ew jî yek ji nivîskaran bû.
Heya niha gelek pirtûkên wî ên helbestê, çîrok û romanên wî hatine weşandin. Dosya helbestan a nû  "Asê", romana wî a nû “7 AV 7 Agir 7 Derî” bi tevî hemî berhemên wî wê heya payîza 2023'yan ji nav weşanên Peywendê werin weşandin. 
Cîhan Roj hê jî bi romanûsiyê re mijûl e.

Youtube Me
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Sînemaya Serbixwe' taybetiyên fîlmên kurdî nîqaş dike

ad

Desthilata Wêjeyê

ad

Televîzyon jî 'Stranên me ji bo Wanê ne' diweşîne

ad

Bi 4 mîlyon dolarî piştgiriya xwe eşkere kir

ad

Amedsporê 3 pûan xistin bêrîka xwe

ad

Hunermendê evîndarê doza xwe

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname