Dema par hikûmeta Venezuelayê lîsensa televizyokî betal kir û bi wî awayî ew qenal mecbûr ma weşana xwe tenê li ser qablo û satelîtê (peykê) berdewam bike, hikûmeta Almanyayê reyaksiyoneke tund nîşan da û ev yek pêkanîneke li dijî mafê ramanê nîşan da.
Dev ji betalkirina lîsansa antênên klasîk berdin, hikumeta Almanyayê bi xwe vê carê hemû cureyên xebatê yên Roj Tv yên li Almanyayê qedeye kir. Ev yek bi serê xwe binpêkirina xala pêncemîn a Destûra Bingehîn a Almanyayê ye ku mafê medya û ramana azad mîsoger dike.
Em vê yekê deynin aliyekî; medyaya tirkan dema were şopandin, xweş tê dîtin ku hem nijadperest e, şer germ dike û kelema herî mezin a li pêşiya entegrasyona tirkên li Almanyayê ye.
Ev nakokî xweş dide diyarkirin ku dirûtiyek li dijî kurdan heye. Bi vî awayî tê fêmkirin ku nêzîkbûna siyaseta dewletan li gor bejewendiyan e.
Tawanê kurdan di girtina Roj Tv de
Bi baweriya min pirsa herî girîng ji bo kurdan divê ev be: Gelo em di xebatên xwe yên li Almanyayê de çiqasî serketî ne û me kariye bi riyên xebatê çi deriyan ji xwe re bidin vekirin?
Ez bi xwe dîtinên ku Almanya mîna “dijminê kurdan“ didine nîşandan di cih de nabînim. Dostbûn û nedostbûnên dewletan girêdayî berjewendiyên wan in.
Xebatên dîplomasî, lobî û yên siyasî yên kurdên Almanyayê zêde qels in. Piraniya komeleyên kurdan ji erka ku bibin pira di navbera kurd û almanan de dûr in. Kurdên ku dixwazin di nava siyaseta alman de cih bigirin tenê li dora Partiya Çep diçin û tên.
Ev egerên jor dibin sedem ku qedexekirina Roj Tv di medyaya alman de wekî nûçeyeke rûtîn derbas bibe, saziyên medyayê, sendîqa, rêxistinên sivîl û derdorên siyasî li dijî vê biryarê bêdeng bimînin.
Xweş tê bîra kurdên li Almanyayê ku di salên nodî de medyayê cihekî girîng dida pirsgirêka kurd. Koma dostaniya bi kurdan re di parlementoyê de hebû. Ambargoya çekan li ser Tirkiyeyê dihate danîn. Sempatiyeke gel ji bo doza kurdan hebû.
Bi bûyerên girtina otobanan û çalakiyên bi vî rengî medyaya alman pozîsyona xwe guhart û girêdayî wê sempatiya vekirî ya ji bo kurdan kêm bû.
Xebatên ji bo berovajîkirina qedexeyan
Ji bo berovajîkirina rewşê xebat lazim e. Divê komeleyên kurdan erka xwe ya komelebûnê pêk bînin. Bi riya projeyên entegrasyonê yên ku hikumet destekê dide têkiliyan deynin. Ger niha sed komeleyên kurdan bi şaredariya xwe re bi awayekî aktîf di nava têkiliyê de ba, ev tê wê wateyê ku dê sed şaredariyên Almanyayê û girêdayî wê, komele, sendîqa û saziyên cure yên li wan bajaran dê reyaksiyon li dijî qedexekirina Roj Tv nîşan bida.
Divê siyastmedarên kurd ne tenê dest li deriyê Partiya Çep bidin. Di hilbijartinên derbasbûyî de di namzetdayîna li Berlînê diyar bû ku Partiya Çep jî nêçîrvanê dengan e û bi wî awayî şanseke mezin neda namzetên kurd yên ku namzetbûn heq kiribûn. Pêwîst e siyasetmedarên kurd êdî di nava partiyên bi hêz de jî cih bigirin.
Îdîaya ku Roj tv ji bo lîstika futbolê hate qedexekirin
Û di dawiyê de dixwazim vê jî bibêjim; Di nava gel de mirov gelek caran dibihîze ku maça Tirkiyeyê û Almanyayê bi bedelê qedexekirina Roj Tv hatiye firotin. Ez bi xwe ne di wê baweriyê de me û ez bawer dikim amadekirinên qedexekirinê ji mêj ve dest pê kiribû. Lê belê roja ragihandina qedexekirinê ne tesadûf bû. Roj Tv rojekî pêşiya lîstika di navbera Tirkiye û Almanyayê de hate qedexekirin.
Almanya di nava tirsa ku şer di nava tirk û almanan de derkeve bû. Ji siyasetmedar, wezîr û rojnamegeran bigire, heta wezîra karê entegrasyonê daxuyaniyên xweşbîniyê dan û digotin ku dê ev maç bibe wesîleya hevaltiya di navbera gelan de. Heta ji ber vê yekê UEFA’yê biryar stand ku berî lîstikê kaptanên her du tîman duxuyaniyeke li dijî nijadperestiyê bidin.
Girêdayî wê, bi îlankirina qedexeya Roj Tv ya rojekî berî lîstikê di nava her du welatan de ev mesaj ji tirkan re hate dayîn: Binêrin em dostê we ne û me Roj tv...