Gazin*
çavên min bide, generalê min
tu çavên min bide ji kerema xwe!
te du çav hene generalê min
min ew winda kirin, û du destên xwe!
ez Memedê te me, generalê min
te ez şandim şer, û te ne got min
şerê ku tu diçiyî çavan jî dixwe!*
Bendehelbesta bi sernavê ‘gazin’
*Ji pirtûka: Ev çiya rûspî ne, Weşanên Avesta, 2002