Bernameya bi navê “Dengê Gel” a Roj Tv yek ji bernameyên ku ez zêde lê temaşe dikim e.
Taybetmendiya Dengê Gel ew e ku her çînên civakê dîtinên xwe bi riya telefonê tê de tînin
zimên û mirov dikare wê bernameyê wekî neynika civaka kurd binirxîne.
Konsepta bernameyê
Bername bê mêvan e û pakêt jî nayên amadekirin. Bername tenê bi telefonên ku temaşevan ji
bernameyên re vedikin dimeşe. Pêşkêşvanekî bernameyê heye û peywira wî
moderatoriya bernameyê ye. Peywira pêşkêşvan li studyoyê wergirtina telefonên temaşevanan e
û bilêvkirina babeta wê carê ye. Mudaxelekirina gotinên tûj û bibîrxistina babetê ya ji bo
kesên telefonê vedikin jî yek ji peywirên herî girîng a pêşkêşvan e. Mesrefeke taybet
ya bernameyê nîn e, ji ber ne mesrefa beşdarbûna mêvanan heye, ne paket ji bo bernameyên têne
amadekirin û ne jî telefon ji televîzyonê ji bo beşdarbûna pisporan têne vekirin.
Bername bi kurtî mîna bernameyên klasîk ên radyoyê ye.
Profîla bernameyê
Bername heta niha êvara şemiyan ji hêla Rêşad Sorgûl ve dihat birêvebirin û ev demeke ji hêla
Diyar Bohtî ve tê pêşkêşkirin. Di van demên dawî de dema weşana bernameyê hatiye berfirehkirin û ji bilî êvarên şemiyan, di nava hefteyê de piştî nîvro jî bi awayekî zindî tê weşandin. Ev jî nîşana vê yekê ye ku elaqe ji bo bernameyê pir e û ji vê yekê pêdevî ji bo
berfirehkirina bernameyê hatiye dîtin. Ji xwe dema mirov li bernameyê temaşe dike,
telefon li ser telefonê tê û pêdeviya ku pêşkêşvan hewl bide dema bernameyê bi peyv û
hevokên xwe tije bike namîne.
Asta temaşevanên ku beşdar dibin
Ji her çînên civaka kurd hewl didin dîtinên xwe yên di derbarê babeta ku ji hêla pêşkêşvan
ve hatiye diyarkirin bînin zimên. Gelek temaşevan car caran ji bilî babeta hatiye diyarkirin dîtinên xwe yên di der barê rojevê de bi awayekî tînin zimên. Ji ber ji her çînên civakê kes beşdar dibin, car caran gotinên ku pê li hinek hesasiyetan têne kirin jî derdikevin lê belê dîsa jî piraniya
beşdaran di çarçoveya babeta hatiye destnîşankirin de dîtinên xwe tînin zimên.
Zîrekiya pêşkêşvanan
Digel bername ji hêla amadekirin û teknîkî ve hêsan be jî, lê ji ber hesasiyetên diyar, pêşkêşvaniya wê zêde zehmet e. Rêlibergirtina sixêf û heqaretê, hesasiyetên neteweyî, olî, hizbî û hwd. girêdayî zîrekiya pêşkêşvan e. Pêşkêşvan heta ji dest tê hewl dide ku bername bibe dengê hemû temaşevanan û ji ber vê yekê neçar dimîne ku mudaxaleyî hinek gotinan bike. Di vî warî de
pêşkêşvanên Dengê Gel hêjayî pîrozbahiyeke taybet in.
Encam
Ez vê bernameyê mîna neynika civaka kurd dibînim û ji ber vê yekê hewl didim li gora derfetên wext temaşe bikim. Bi bernameyê xweş diyar dibe ka çiqasî bandora erênî ya tv´yên kurdan di der barê zimên de li kurdan bûye. Piraniya kesên beşdar dibin kurdiyeke baş bikartînin û bi gotina gel “Zimanê Roj tv” baş daxivin. Ev jî destnîşana vê ye ku bi vekirina Med tv re kurmancî ber bi
standartbûnekî ve çûye û pêşketiye.
Ji hêla din ve daxwaza beşdarbûna bernameyan bi qelîtetir bûye; Êdî piraniya kesên telefonê
ji Dengê Gel re dikin, li ser armancekê telefonê dikin û ne bi tenê niyeta ‘heme beşdar bibe,
çi bêje xem nake.’ Di nava civakê de axaftin û girêdayîmayîna babetê pirsgirêkeke mezin e.
Dengê Gel di vî warî de xizmeteke mezin dike û axaftina serî heta binî ya girêdayîmayîna babetê
de dibe nimûneyeke baş ji civakê re. Û di dawiyê de ezê vê jî bibêjim; Hilbijartina rêzdar Rêşad
Sorgûl û niha jî ya rêzdar Diyar Bohtî ji bo pêşkêşvaniya vê bernameyê gelekî di cih de ye.
Ol û bawermendî hê jî di nava civaka me de yek ji mijarên herî bi hesasiyet in û ji ber vê yekê
hilbijartina van her du rêzdarên ku ji olê fêm dikin gelekî di cih de ye. Ez vê yekê wisa dibêjim,
ji ber navê bernameyê ‘Dengê Gel’, bername ji hêla gel ve tê birêvebirin û bêguman ji bo vê
jî divê pêşkêşvan bi ‘zimanê gel’ bizanibe.