Çirûskên nûjeniyê
Dîroka helbesta kurdî-V-
ce beyanewe,ce beyanewe
xalê dîm we beyn dû beyanewe
hesen kenoşê cinûbî
Em baş zanin ku împaratoriya Osmanî di sedsala 16’an de ket per pêla têkçûnê. Her çiqasî ev pêl bi despêkê de ne xurt be jî, lê her ku çû wekî ava cihê xwe veguhere biniya Împaratoriya Osmanî qewart. Helbet sedemên vê gelek in, lê ya herî xurt qewimînên li parzemîna ewropayê pêk dihatin di demeke kin de xwe digihandin vê erdnîgariyê jî. Bê guman vê bizavê kir ku kurd jî hem ji hêla siyasî û hem jî di qada wêjeyê de xwe nû bikin. Kurdan bi saya mîrîtî (nîv-destladar) û medreseyên xwe yên ku xwendingehên netewî bûn, karîn van reformên Ewropayê hem bişopînin û hem jî bi gor wê xwe saz bikin. Vê pêla nuh rê da ku helbestvanên kurd sedsalên 17-18 yê ku ewropî jê re dibêjin çerxa ronahiyê de li wê parzemînê di qada mafên insên, felsefe, zanist û teknolojiyê de pêşketinên ber bi çav û karîger pêk hatin. Di hêla olî de guhertinên ber bi çav pêk hatin. Serdestiya katolîkan hilweşiya, mezhebine nû damezrînin. Encam; sersanserê Ewropayê bû xaka hizr, raman û çeşnên hunera bedew. Di Împaratoriya Osmanî de jî ev qonax wekî qonaxa Çerxa Laleyê dihête vegotin ku nemaze huner remz û simbola vê qonaxê ye. Her wiha kurd jî bi saya van şert û mercên siyasî û kulturî bingeheke xurt ji bo wêjeya xwe xasma jî di helbesta xwe de pêk anîn.
Vê kîşwera guncav rê da ku helbesta kurdî bikeve nav tevgereke nûjen û bergeh û asoya xwe fireh bike.
Hestên neteweyî ku bingeh û hizra wê Ehmedê Xanî danîbû, bandoreke erênî li ser nifşa dû xwe kir. Êdî her berhemdar û afrîner, her li dora vê “xewnê” zivirîn û xwestin jê re wargeh û gulistaneke şên bi destê wêjeyê lê bikin. Ev hestiyariya netewî bivê nevê mohra xwe li helbesta kurdî xist. Teşe, naverok, mijar û honandina helbestê veguherî. Ev bandor bi awayekî berbiçav xwe di malikên Wîdaî (îro ji destê felekê) û Hacî Qadirê Koyî de xwe dide der;
Le kurdan xeyrî Hacî û şêxî Xanî
Esasî nezmî Kurdî danenawe.
Bi helbesta xwe ya “ta rêk nekewin” de gilî û gazindan ji kurdan dike ku ji bilî wan kes nemaye ku yekîtiya xwe ava nekirine û komara xwe nedamezrandine. Her wiha tîran bera siyasetmedaran dide ku çima qedrê zimanê xwe nagirin;
Ustadî xet in le em siyane
Wek dî lu zubanî xoy nezane
Evî zatî hê di wê demê de helbestek nivîsiye û navê helbestvanên berî xwe bi lêv kiriye, wekî ku bibêje her helbestkar mecbûr e helbesta xwe li ser kelepora xwe bi laş û gewde bike.
Ev pêla pîroz û kartêker xwe gihand Şêx Riza Talebanî û helbesta “Suleymaniye ke darulmilkî Baban bû” nivîsand. Dîsa Şêx Evdirehmanê Axtepî “Ji kurmanciyê” bi heman armancê lê kiriye.
Her wiha mijar, tenêtî, mirin, işq, welatparêzî, xweza, rexnekirin, pesinandin, felsefe, li ser xwendinê, pend û şîret, fabl in.
Helbestên li ser alav, amûr û tiştine din (me derziyek hebû) Şêx Tahayê Mayî.
Mînakek tenê be jî di helbesta Xuwa min û to…ya Ehmed Pirîsî de em rastî rengên ateîzmê (xwedênenasî) yê tên.
Xuwa mib û to ba bibîne hesaw
Hîç diruy newî web î çaw raw
Em dikarin bibêjin ku rengên hest û dilînên çinayetî jî bi awayek nepen be jî xwe daye der;
Qeta me nedît li nik te qedrek
Her çend tu mîr ez geda me (Wîdaî)
Hespê hêma û hunera vegotineke berz û bilind di helbestên evînê de rabûne pêdarê, lê her şibandin an danberhevkirin-mubalaxa, giş kiras û kakilê xwe ji tiştine şênber û berdest vegirtine;
Te got ji awazê sirîşkê min giraniya gıhar e,
Xalfî ji vê durê behrin û eqîqê kaniye.(Nalî)
Ziman sade û rewan e, hema bibêj peyveke biyanî di wan de naxuye. Heta em rastî vegotineke bi zimanê rojane tên;
Çavê min kor in, nabînin tu kes,
Birûyê min yek-yek tîrê bizmar in bê te.(Nalî)
(Dê bidome)
Beşên din ên vê rêzeyê:
Mijara: 2008 û helbesta me -4-
2008 û helbesta me -3-
2008 û helbesta me -2-
2008 û helbesta me -1-