Kêliyên lihevhatinê ger em wekî demsalekê bifikirindişibe halê atmosferê yê biharê; geh ewr be geh sayî. Wextê ewr be jî yê geh ewrê zîpikê be geh ewrê baranê geh jî yê şilope wê bibare. Ev giş bi siyasetê ve girêdayî ne.
Li vir niyeta min tune gotinên ku ji bo siyasetmedaran bibin bang lê bikim. Em ê li têlekî din bidin ku ew têl xîtabî hêviyan dike. Her wiha pirsan bibîr tîne.
Em jî bi bîr bixin, kes naxwaze dengên sar bibihîze. Kes naxwaze balîf ji xwêdanê li wan bibe av. Kes naxwaze xewnên şewitî bibîne. Her kes bi hêviye ku aştî û gavên tên avêtin bibin jeng û çekan birizînin.
Ger aştî bibe deng û reng em ê mîna hineyê helbestên xwe li destên xwe bikin, her ku em destan vebikin ê rengê helbestan xwe bide der. Ê helbest ji bo her zimanî, ji bo her olî, ji bo her sewdayê bin.
Bila ev nîşe ji bo aştiyê bin. Tişta ku divê pirsan bide der rastiyên jiyaneke normal in. Ji bo takekesan a herî muhîm ev e. Her kes der dibe ku ê ev pêvajo ne kin be. Baş e,wekî takekes em ê karibin pirsan ji xwe bikin. Ji rastiyên asîmîlasyonê bigirin heya xemên jiyaneke demokratîk, ji çandinî hilberînê bigirin heya pirsgirêkên dorhêlî, ji mezinkirina zarokan bigirin heya xwendinê…
Bi kurtî em giş êdî dizanin ku ev jiyan bi vî awayî nabe. Baş e, em xwe layîqî jiyaneke çawa dibînin? Ev pirs muhîm e, helbet bersivên amade hene lê gerek em li xwe mukir werin ku wexta em bersivan didin divê em bizanibin ku em di wê kêliyê de dikevin bin barên giran. Ew bar çiqas giran be jî ji ber ku derî li jiyaneke din vedike ê ew qas bi me sivik û xweş jî were.
Di guherîn û veguherînê de kî karibe bêtir pirsan ji xwe bike, kî karibe rexne li xwe bigire, kî karibe xwe ji siyasetên derî siyasetê ango siyasetên veşarî bike, li hember însanan çi dibêje her tiştî li gorî gotinên xwe bi cih bîne dê ew ê bibin sazkarên jiyana nû.
Kî çi dibêje em ê guhdarî bikin, lê a muhîm dil û hişê me ye, zîneta me ye. Em çi ji xwe re dibêjin û xwedî çi fikrî ne ew muhîm e. Wexta em serî datînin ser balîfê, ger em bi xwe re rast bin, karibin îtîraf bikin û wan îtîrafan ji derdora xwe re bêjin ê gelek tişt nekevin halê kronîk.
Adetek Xiristîyaniyan heye. Ew diçin li Dêrê guneh dadiweşînin. Di ola Îslamê de jî rastiyek heye, tê gotin ku gerek her însan her êvarî karibe ji xwe bipirse bê ji bo Xwedê çi kiriye. Ne heman tişt bin jî nêzî hev in. Însan ku karibe li xwe mukir were, gunehan daweşîne wê roja dîtir ji bo wî/ê rojek din be. Ev neyên kirin wê çaxê pêşdarizî û ezîtî bibe rastiya însan. Ê dil û hiş her bi mohr be.


