Heft heşt sal in di Diyarnamê de bi dilxweşî û serbilindî dinivîsînim. Di her rêveçûnekê de bêhnvedan an jî rawestgehek heye, yê min jî heya vir.
Pirtûka bi navê “Anna Dostoyevski-Fyodor Dostoyevski” ku ji Weşanên Remzî Kîtabevî derçûye dixwînim. Heger ne ji xêra wê kitêbê bûya min ê li vir aniha bi sedan tişt di derbarê weşanxaneyan de, hin xwendevan û hin rexnegiran de, derbarê siyasetê de, derbarê xwe û gelek nivîskaran de, derbarê çanda me û edebiyata me de bigota!
Carek din, Dostoyevski hat hawara min; naxwazim derbarê tu kesî û tu tiştî de tiştekî lê bikim, dixwazim ji Dostoyevski fêm bikim, dixwazim carek din derbarê heyatê de bifikirim…
Bila ew tişt û gelek kes bimînin di nav halê xwe de.
Dosya 1: Gîtara Bê Têl, roman, bi kedeke bi mehan ji nû ve hatî nivîsîn…
Dosya 2: Ro Bi Bask e, helbestên bijare û helbestên nû…
Dosya 3: Nivîsên ceribî…
Dosya 4: Serkêş, roman…
Hin dengan dibihîzim ku niha dibêjin, waa, dîsa çiqas nivîsîye!..
Min navê dosyayên xwe lêkirin, da li vir wekî qeydekê ji bo nifşên pêşerojê bimîne, ev jî hal’ek e…
***
Têbiniya Diyarnameyê: Sipas ji bo hevalê me Cîhan Roj ku heta niha bi nivîs û pêşniyarên xwe keda wî kete nava Diyarnameyê û gelek caran jî wekî endamekî Şêwirmendê Weşanê fikrên xwe gotin. Ew kengê bixwaze deriyê vî quncikî jêre vekiriye. Hevalê me Cîhan Roj navberek da quncikê xwe lê keda wî ya ji bo Diyarnameyê, dîsa rola wî ya di nav Lijneya Şêwirmendên Weşanê yên Diyarnameyê de dê bidome.


