“Baba Tahirê Uryan, Hayatı Goruşleri Diwani” (Baba Tahirê Uryan, Jiyan Fikir û Dîwana Wî)
Berhema hêja, ya ku yek ji referansa edebiyata me ya neteweyî a bingehîn e ji alî birêz Kadri Yildirim ve hatiye amade kirin, ji nav Weşanên Avesta derçûye.
Birêz Yildirim destnîşan kiriye ku Baba Tahirê Uryan ew kes e ku Heyam maye di bin tesîra wî de. Pirsa gelo ji bo çi Heyam ew qas di dinyayê de navdar e lê Baba Tahirê Uryan ne ew qas navdar e yek ji wan pirsan e ku em kurd êdî baş bi bersiva wê dizanin.
Dilxweşiyek e ku kesên wekî Birêz Yildirim di heman demê de pirsa ku me kir û gelek pirsên wisa hildiweşînin, hewl didin (ne qeder) bala her kesî bidin jiyana ku klasîkên me heq kirine.
Di kedeke wisa de em ê balê bidin ser wergera Kurmancî-Tirkî ku Baba Tahirê Uryan heq nekiriye. *
Li berga paş ya kitêbê wisa hatiye nivîsîn:
“Kadri Yildirim yê ku di derbarê çanda kurd de, bi gelemperî çanda Rojhilata Navîn de xwedî danehevek bêhempa ye. Ew lêkolînerek e ku medrese û akademiyê gihandine hev.”
Ev agahî û rastî referans in ku însan bi heweskarî nêzikahî li berhemê bikin. Mixabin em nikarin ji bo wergera Kurmancî-Tirkî heman dilxweşiyê der bibin. “Diwan’in ana lehçesi olan Loricenin latinize edilmesi ve Kurmanci lehçesi ile Turkçeye çevrilmesi bize aittir.” Rp.7 ( Latînîkirina Lorî ku zaravayê bingehîn yê dîwanê ye û wergera Kurmancî – Tirkî bi aîdî me ye.)
Baş e, yê ku wergerandî ye birêz Yildirim e. Piştî mînakan em ê gotinek du gotinan bêjin.
Rp 202:
Ez buhurîm di ber goristanê re sibehek
Min bihîst li wir nalîn û hawar û ahek
…………………………………………………..
…………………………………………………
Bir sabah uğradım ben kabristana
Kulak verdim inilti, feryat ve figana
………………………………………………
……………………………………………
Çi eleqeya buhurîn û “uğradım” pev heye?
Wekî tê dîtin bi vî awayî dubeyt wateya xwe wenda dikin. Ugradim wateya “serdanî-serîlêdanê” dide der.
Heyf ku gelek xeletiyên wisa hene. Ez ê yek bi yek gişkan lê nekim. Hew mînakeke din ya ku însan bi tu awayî hêvî nake bidim:
Rp .266
“Xemên tarî bar bike heta ku tu dikarî”
Ev riste bi vî awayî hatiye wergerandin:
“Gam yükle, gücün varsa işin buymuş.”
Heyf e, çawa bi vî awayî ew riste hatiye kuştin? Gelo kîjan tirk ji wê risteyê ê çi fehm bike? Di Tirkî de tu wateyê nade der.
Gelek xeletiyên wergerê yên teknîkî jî hene ku divê kesên wergêr bigengêşin. Mînakeke din bes e ji bo vê nivîsê ku hê gelek xeletiyên din hene.
Rp. 178:
“Xema derd di dilê min de bêhesab e
Xwedê dizane çûka dilê min kebab e
Ramûsim dest û bazûyên te cellad!
Eger tu min bikujî wellahî sewab e”
“Gönül derdimin gamına yoktur hesab
Allah bilir ki gönül kuşum oldu kebab
Ellerini ve pazularını öpeyim cellad!
Beni öldürsen vallahi olur sana sevap”
“Xwedê dizane çûka dilê min kebab e” di vê ristê de ji alî demê ve dem berfireh e, wekî rastiyek her heyî xwe dide der. Di wergera risteyê de hatiye gotin ku çûka dilê min bûye kebab!Di helbest û dubeytan de rastiyên wisa gelek muhîm in heta heyberiya dubeyt û helbestan hildiweşe, dibe tiştek din. Hêma namîne an jî teng dibe.
Risteya “Ramûsim dest û bazûyên te cellad!” wekî, “Ellerini ve pazularını öpeyim cellad!” hatiye wergerandin. Di Tirkî de, wextê hûn bêjin, ellerini ve pazularını öpeyim, bê hukum dimîne, di dewsa wê de ku , ellerini ayaklarını öpeyim, bihata gotin ê bi hukum ba.
Wextê însan bi nav kitekitan dikeve hew gotina, heyf e, ji devê însan dertê. Însan dibêje, însan çawa dikarin bi wî mafî tevbigerin ku klasîkan têxin vî halî! Mînakeke din:
Rp.260
“Keziyên xwe yên zincirîn belav meke.”
Wisa hatiye wergerandin:
“Zincirimsi zülüflerini sakın dağıtma.”
Gelo çi ciyê peyva “sakın” (ebed) li vir heye?
Di risteya bi Tirkî de ew peyv bûye ku yê ku dibêje emir, ferman li yara xwe bike. Halbukî di Kurmanciya risteyê de tiştek wisa tune, hew daxwaz ji yarê hatiye kirin.
Wekî tê dîtin kitekit û rastiyên wisa çawa dikarin berhemekê biguherînin heta ji rûmet û qîmeta wê bikin.
Vehesînek xwe di edebîyata me de dide der ku jê bi tirs im; vehesîn ew e ku îhtimal nayê dayîn ku kesên navdar, saziyên pêşkeftî xeletiyan bikin. Di jiyana akademîk de ciyê vê nêziktêdayînê nîn e. Xweşî û rastî li ciyên xwe, kêmanî û xeletî li ciyên xwe.