Diyarname
Li Zanîngeha Bîlgî bernameyeke berfireh bi sernavê "Di dema sînor tên şikênandin de kurd: Cihên diguherin û nasname" li dar ket. Di panela dawî ya bernameyê de rojnameger Fehim Taştekîn (Ji Radîkalê), Frederike Geerdink (rojnamegera serbixwe) û Îrfan Aktan (ji kovara Express) axivî.
Frederike Geerdink qala hevdîtinên xwe yên li Bakur bi gelek kesî re kirine kir. Got ew dixwaze rojnamegeriya aştiyê bike û di vî warî de hêviyên xwe anî ziman. Geerdink got ku berê wekî pirsgirêka mafên mirovan il meseleyê dinêrî, niha êdî wekî pirsgirêka nasnameyê li meseleyê dinêre.
'Muzakere jî têkoşînek e'
Rojnameger Îrfan Aktan jî qala serdema 2003'yan kir ku Amerîka ket Iraqê, diyar kir ku hê wê demê Ocalan hin tişt dîtine û wê demê ferman da rêxistina xwe ku li çar parçeyên din ên Kurdistanê rêxistinan ava bikin û wê demê li Îranê PJAK, li Iraqê PÇDK û li Sûriyê PYD ava kir. Aktan got ku li Sûriyê bihara kurdan di sala 2004'an de dest pê kir. Aktan li ser sala 2003'yan diyar kir ku hikumet dibêje wê çaxê min nikarî rewşê bigirim bin dest loma li Başûr rewşek nû derket holê, lê niha dixwaze pêşî lê bigire.
Aktan wisa got: "Di sala 2003'yan li Başûr bi çêbûna rewşeke nû re li Tirkiyeyê nijadperestî bilind bû. Niha jî piştî Kobanî mimkûn e tiştek wisa çêbe. Dibe ku di rojên pêş de em pergela civakî nîqaş bikin. Ger Tirkiye hê jî di her tiştî di destê navendê de bigire û raye nede herêmî dibe ku pevçûna civîkî çêbibe. Li Sûriyê ger rewş ber bi serketina kurdan ve biçe li Tirkiyeyê dê pêleke neteweperest derkeve holê. Gere em hay ji vê hebin."
Rojnameger Aktan li ser pêvajoya çareseriyê jî wisa got: "AKP mecbûr hat hiştin ku bikeve nava pêvajoya çareseriyê, ne ku wê bi xwe xwest. Lewma ji bo xurtkirina têkoşînê divê mirov piştgirî bide HDP'ê û vê rêxistinê. Muzareke di heman demê de têkoşîn e. AKP, dewlet dijî maf û serketinên kurdan in. Bila ev wisa baş bê zanîn."
'DAIŞ'ê kir ku PKK li herêmê xurtir bibe'
Rojnameger Fehim Taştekîn ku gelek çû Mexmûr, Şengal, Rojava û bajarên din ên Kurdistanê û hevdîtin kirin, ji hevdîtinên xwe, ji tiştên ku dîtin, ji rewşa ku derketiye holê hin nimûne pêşkêş kirin. Vaye ji axaftina Taştekîn hin not:
- Bêyî ku mirov guh bide kurdê li Qampa Mexmûrê mirov nikare pirsgirêka kurd fêm bike. Ew çima li Başûr in, çima li herêma Misûl in? Ne tenê fêmkirina PKK'ê, ji bo mirov baş têkiliyên nav kurdan bi xwe jî fêm bike divê mirov guh bide wan. Wan vê carê ji ber DAIŞ'ê, bi giştî 8'emîn car cih guhart.
- Hêza PKK'ê li çar parçeya heye. Êrîşên DAIŞ'ê bû sebeb ku PKK li herêmê xurtir kok deyne. PKK êdî ne ew 5 hezar kesên li Qendîlê ne. Li gelek cihên lêgerînê PKK û pêşmerge bixwe lêgerînê dikin. Ez çûm Başûr, cihek lêgerînê hebûn, pêşmergeyan nasname xwest, min xwe da nasîn, cih de yekî PKK'yî ji wir hat, 'Got kerem bike' ez ji wir derbas bûm. Ez çûm navçeya Beşîr ku ew der cihê tirkmenan e. Li wê derê jî qonrol û ewlehiya wir di destê PKK û pêşmergeyan de bû. Ger em dixwazin meseleyê çareser bikin divê êdî bi vî awayî em li meseleyê binêrin.
- DAIŞ'ê tiştek din kir: Kir ku xirecirên di navbera hêzên kurd de ji holê rabin. Piştî êrîşên DAIŞ'ê PKK êdî li her derê ye û bi xweşbînî tê pêşwazîkirin. PKK'yî dema ji nav bajêr re derbas dibin gel dadikevin û ji bo wan li çepikan dide. Li Şengalê tenê 7 endamên PKK'ê li hemberî DAIŞ'ê şer kirin û gel parastin. Berê li Şengalê kesî nedizanî PKK çi ye, niha PKK li wê derê bûye efsaneyek. Êdî PKK ji bo wan bûye hêzeke rizgarker.
- Statuya Rojava raste rast bi hêza PKK'ê derketiye holê. Min li Rojava jî gelek hevdîtin kirin. Du hevserok hene, yek kurd, yek ereb e. Min ji Hevserokê Ereb pirsî, 'Li vê derê, li her derê wêneyên Ocalan hene. Hûn ji vê aciz nabin', got: "Em nexşerê, felsefeya Ocalan baş dibînin, wê qebûl dikin. Ev felsefe ji bo her kesî baş tê."
- Dewleta Osmanî li Serêkanî ji bo parastina wir çeçen bi cih kiribûn. Niha hejmara çeçenan li wir li dor 30 hezarî ye. Hêzeke wan a çekdar a ji 200 kesî pêkhatî li nav YPG'ê ye. Van çeçenan jî ew model qebûl kiriye. Lê mixabin yên ku herî zêde zorê didin Rojava dîsa çeçen bi xwe ne. Lê ne ew çeçenên wir, çeçenên ji Kafkasyayê hatine ketine nava DAIŞ'ê.
- Di dema ku DAIŞ'ê xwest ev modela li Rojava têk bibe de Tirkiyeyê jî piştgirî da DAIŞ'ê. Tirkiyeyê bawer nedikir ku li Rojava dê modeleke wisa derkeve holê, loma jê aciz bû.
- Ji niha û pêde li Şamê kî bibe desthilatdar bila bibe, pergala Rojava dê bi Şamê re bazariyê bike. Ev pergal wekî xalek dê bikeve nav Zagona Bingehîn a Sûriyeyê. Ev modela Rojava wisa hatiye çêkirin ku serxwebûnê naxwaze, bi stratejiyeke hatiye çêkirin ku gelên wê derê dike ku bikişîne cem xwe. Di warê erebên li wê derê dijîn de bi ser ketiye, lewra ew ereb kişandine cem xwe.
- Ev model gelek qîmetê dide jinan jî. Mînak li Rimelan Akademiya Jinan heye. Ji her derê jinan tîne vir, 20 rojan li wir perwerdehiyê dide wan. Jinên ereb jî beşdar dibin lê hindik in.