Diyarname
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dersên xwe yên li ser ziman dide didomîne. Enstîtu vê carê ji bo mamosteyan bigihîne dersê dide. Qurs dê heta gulan 2015'an bidome.
Li Enstîtuya Kurdî Stenbolê perwerdehiya "Asta Mamostetiyê" bi beşdariya 45 kesan dest pê kir. Kesên ku beşdarî vê perwerdehiya vê astê dibin, dê heta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ya sala 2015'an her hefte roja şemiyê waneyên rêziman, rê û rêbazên hînkirina zimên, dîrok û wêjeya kurdî bibînin.
Piştî ku ji azmûnê derbas bûn û teza qedandinê jî amade kirin, ew ê karibin ji bo Enstîtuya Kurdî Stenbolê mamostetiyê bikin.


