Diyarname
Îro guleyê topeke ku çeteyên DAIŞ'ê avêt li gundê Etmanekê ya Pirsûsa Rihayê ket. Hin birîndar hene.
Ji destpêka êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ve kurdên bakurê Kurdistanê li ser sînorê Kobanî-Pirsûsê çalakiya nobetê digrin. Çeteyên DAIŞ'ê yên êrîşî herêma Kobanî dikin carinan topên wan ber bi Bakur ve jî tên. Yek ji wan jî îro li gundê Etmanekê yê Pirsûsê ku çalakiya nobetê lê ye ket. Topek li malek ket û 2 kes birîndar bûn.


