logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin
news-details

Spas Helîm Yûsiv ev e bersiva te

Li welatekî wekî welatê me, ku nevê wî di tu nexşeyan de tune ye, ne bawerî û helwest mirov dajo, belê...

  • Dîrok: 07/08/2008
  • Beş: Serbest

 

Fethulla huseynî
 
Li welatekî wekî welatê me, ku nevê wî di tu nexşeyan de tune ye, ne bawerî û helwest mirov dajo, belê, mirov li pey xewnên xwe dikeve, razî be yan na, eveya jî muxamereyên bê hempa pêwîst e, dibe jî min yek ji wan kesê muxamirbim.
Dostê min Helîm Yûsiv, gava ji min dixwaze ez bi kurdî bersiva wî bidim, xweş dizan e ku ezê bersiva wî bi hesanî bidim, tevî ku nivîsandina bi kurdî li ba wî gelek hêsan e her wiha wê li ba min jî ne dijwar be.
Min ne bihêrsek e wiha bê mana, hêrs da, belê, gotina dawî ya gotara Helîm, bi rastî, min aciz kir, ku çawa Helîm nivîskar û mirovekî ne mey xwir be û verşiya wî bê, li ber hevpeyîna hevalekî wî.
Helîm, wekî romanivîs û rojnameger bi rastî her dem ciyê rêzgirtinê ye, her wiha jî wekî yekî ji nifşê bê omîd û bê neyaz, ku îro ew nifş belavbûye, li Ewropa, Libnan, başûrê Kurdistan, Stenbol, zindanên belayî û gorên bi xirecir yan gorên bê deng cudahiya wan tune, em tevde li hale hev dipirsin dibe rojekê ev jiyana berovaj rast bibe.
Spas dostê Helîm Yûsiv, ku te anî bîra min ku careke dî bi kurmancî binivîsim, piştî 4 salan ji ne nivîsandina bi vî zaravî, lê min kurmancî ji bîr nekirye haaaa, her bi vî zaravî jî eva silavê li te dikim, her wiha, dibêjim birê min, dinya bi kurmanciya reş xweştir e, wisa jî nîqaş û pevçûn, lê problema gewre- wekî birayên te û xaltîkên te yên  soran dibêjin- ku ême nezanin pevçûnan bikin, belê zanin nîqaşê bikin, birrrrrrrrrrê min, eger yek ne xwendekarê Zanîngeha Helebê be, nezan e angoya gotina "birê min"!!.
Ez qet bi lez gotinan naxwînim, qet jî bilez bersivê nadim, lê dibe ku ev xewnên me, yên cuda dihêlin em hindekî zû û bilez, bersiva xwe bidin, tevî ku gazin ji heval û dostên me bin jî, diyar e her kes nema kare xwedê hilgire.
Li Soranistanê rewşa kurmanciyê, hevokek e kurmancan gelekî dêşîn e, li herêma Kurdistanê, ji ber yek sedemê, ku kurmanc li vê herêma pîroz afirandin û dahênanê dikin bi azadiyek bê sinor, her wiha dizanin sînorên xwîna wan heta kîjan radeyê xweşik e, eger, li yekîtiyek fireh û dewlemend wekî Yekîtiya Ewropa ya ji 98 ji 100 2 dahênanvan yan nivîskarên derbeder karê xwe dikin, wekî dahênanvan. Min ji bo te, hevalê Helîm dibêjim ku li Kurdistana azad her kurdek di cihê xwe de ye bê minetî.
Setelayta "gelê Kurdistan" ya ku ew hevpeyvîn bi min re çêkir û te dît û lê guhdarî kir, heşt kurdên binxetê lê kar dikin wekî bêjer, amadekarê program, nûçesaz, her wiha bêhtirî rojnameyekê kurdê binxetê li Silêmaniyê diweşînin yek ji wan rojnameyan rojname me "elemel"e ku ez cîgarê sernivîskarê wê me, her du hefteyan carekê bi zimanê erebî, tê weşandin, tu xweş dizanî birê min.
Ji aliyê zimanê kurmancî, dibe hinek kêmasî hebin, lê belê ew kêmasî nabin cihê rexneyê, eger em bizanibin, yek rastiyê, ku me bi xwe ew kurmanctî ne daye pêş, ji ber hin sedeman, yek ji wana ku bi dehan rojname , yên rojane û heftane bi zarav ê soranî çap dibin û belav dibin û hindek ji wan rojnameyan bi dehan hezar dane têne firoştin, duyem ku şarekî wekî Silêmaniyê bi nifûsa xwe kêm gelo xelkên wê Karin zaravekî dî li xwe zêde bikin, piştî ku ew qas rojname bi zaravê ku xelkên wê tê digihêjin têne belavkirin û weşandin.
Ez şaş naxwînim, lê dibe dibe dem ne dema rastgoyaye, dibe tu di kurmanciya nim de tê negihêjî wê gavê piroblem a te ye.
Carek din spas, ku te min vexwendina min kir bo nivîsandina bi vî zaravî kir, piştî çar salan ji ne nivîsandinê bi vî zaravayê xweşik wekî mirina me, her wiha piştî ew qas nivîsadin bi zimanê ne zimanê me, zimanê tevî biyaniya wî dihêle em bêriya tûtina Xursê bikin.

fethullahuseyni@yahoo.com

***

Nivîsa Helîm Yûsiv a bi mijarê ve girêdayî: Li ser bersiva Fethullah Huseynî çend gotin

Parve Bike

Youtube Me
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 08 06 2026

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

news
  • 06 06 2026

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

news
  • 02 06 2026

QEREÇÎ; Aşiq-Roman-Çingene

news
  • 01 06 2026

Muzîk, Hişê Çêkirî û Kurdî: Li ser van mijaran çend gale gal

news
  • 30 05 2026

Çûyîna Bavo ya Hecê!

news
  • 25 05 2026

Di 'Dirindeyên Hesinî' de helbest, hêma, sembol û tiştên din

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Hevserokê Birca Belek nivîskar Mîrza Ronî hat binçavkirin

ad

Mourinho li Dadgeha Ewropayê giliyê Tirkiyeyê kir

ad

Li 10 bajaran Rewşa Awarte hat ragihandin

ad

Hunermendan deng da Şengalê (Vîdyo)

ad

Bavê nivîskar Edîb Polat wefat kir

ad

Tabloyên lehengên wêjeya Rus li Tirkiyeyê ne

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname