Diyarname
Di Kûpaya Cîhanê, di maça yekemîn a çarîk fînalê de Almanya û Fransa derketin pêş berî hev. Di maçê de hê di deqîqeya 13'yan de cihê ku ji aliyê çepê ev qele didît Toni Kroos ê alman gog ber bi cihê penaltiyê ve bilind kir, Mats Hummels rabû û bi serê xwe li gogê da, gog li dîreka jorîn a kelehê ket û ket nava torê: 1-0. Piştî vê golê Almanyayê gelek firsend bi dest xistin lê nekarîn golek biavêjin. Fransayê jî hin firsend bi dest xistin lê qeleparêzê alman Manuel Neuer rê neda Fransayê serê dîkê Fransayê jê kir. Di deqîqeyê dawî de, dema dîk dipirpitî de jî Fransayê kir golê biavêje lê encam neguherî: 1-0. Bi vê encamê Almanya derbasî nîv finalê bû.
Êvara 4'ê mehê saet 23.00'an de dê Brezîlya û Kolombiya bi hev re bilîzin. Ji van kîjan bi ser bikeve dê bibe reqîbê Almanyayê.*
Fransa: 0 - Almanya: 1
Stat: Maracana
Hakêm: Nestor Pitana, Hernan Maidana, Juan Pablo Belatti (Arjantîn)
Fransa: Hugo Lloris, Mathieu Debuchy, Raphael Varane, Mamadou Sakho (Dq. 72 Laurent Koscielny), Patrice Evra, Paul Pogba, Yohan Cabaye (Dq. 73 Loic Remy), Blaise Matuidi, Mathieu Valbuena (Dq. 85 Olivier Giroud), Antoine Griezmann, Karim Benzema
Almanya: Manuel Neuer, Philipp Lahm, Mats Hummels, Jerome Boateng, Benedikt Höwedes, Bastian Schweinsteiger, Sami Khedira, Toni Kroos (Dq. 90+1 Cristoph Kramer), Mesut Ozil (Dq. 83 Mario Götze), Thomas Müller, Miroslav Klose (Dq. 69 Andre Schürrle)
Gol: Dq. 13 Mats Hummels (Almanya)
* Êvarê Brezîlyayê Kolombiya bi 2-1 têk bir û derbasî nîv fînalê bû. Di nîv fînalê de Almanya û Brezîlya dê bi hev re bilîzin. Maç wê 8'ê mehê saet 23.00'an (ligor saeta Tirkiyeyê) bilîze. (Ev not paşê li vê nûçeyê hatiye zêdekirin.)