Ji bajarê Helebçe yê başûrê Kurdistanê hejmareke bilind kes heta niha çûne Sûrî û wekî mîlîtanên cîhadî di nava DAIŞ'ê de li dijî YPG'ê ketine nava şer. Der barê vê yekê de di 20'ê pûşperê de rojnameya "Die Welt" nûçeyeke balkêş bi îmzeya nûçegihanê xwe Alfred Hackensberge ji Hewlêrê bi sernivîsa "Halabdscha, das Raetsel um Giftgas und Islamismus - Helebçe, xaçepirsa kîmyabaranê û îslamiya tundrew" weşand.
Nivîskarê me Zekî Ozmen li ser meseleyê nivîsî. Vaye nivîsa Ozmen:
- Herî zêde ji Helebçeyê bi navê cîhadê diçin Rojava