Hevpeyvîn: Cemil Oguz
Taylan Şahan Tarhan bi çîroka xwe “Min bi perên kevokan bifirînin” di Pêşbaziya Qala Aştiyê bikin ku Kovara Tîroj û Evrensel Kulturê bi hev re li dar xist de bû yekemîn. Bi kurtahî me xwest wî nas bikin:
Taylan Şahan Tarhan bi çîroka xwe “Min bi perên kevokan bifirînin” di Pêşbaziya Qala Aştiyê bikin de bû yekemîn. Bi kurtahî me xwest wî nas bikin:
- Tu hinek dikarî qala xwe bikî?
Bavê min di sala 1986’an de roja 16’ê gelawêjê li ber deriyê mala apê min çok daniye, di devê wî de cixareyek û li ser bîbokên wî keneke bi hêvî heye ku mizgîniya çêbûna min digihijîninê. Rojbûna min ne wekî pirraniya kurdan 01.01.1986 filan e, raste rast 16’ê gelawêjê ye. Ez ji Batmanê me. Ji navçeya Bişêrî, gund Barincê me. Min dibistana seretayî li gund û Bişêriyê xwend, a navîn li Batman û Sêrtê û lîse jî min li Batmanê qedand. Niha ez li Zanîngeha Hacettepe di beşa Fîzîk Tedavî û Reh de dixwînim.
- Te kengê dest bi nivîsandina kurdî kir? Kî tesîr li ser te kir?
Sê sal berê dema min dest bi zanîngehê kir. Di somestra duyemîn de min pirtuka Siyabend û Xecê û pê re jî ferhengek stand. Lê hefte derbas dibûn min nema diqedand. Ev yek pir zora min diçû. Her kes bi zimanê xwe her tişt dixwîne lê hêj me tîpa “x”yê nas nedikir. Mekteb qediya ez hatim Batmanê. Min mamoste Merdan Newayî nas kir. Li mala gel a Musa Anter de dersa zimanê kurdî dida. Werhasil me dest pê kir. Her çiqas ez nêzikê mamoste Merdan -ku jê re dibêjim “Mamosteyê Gelê” me-bûm, min bêhtir ji kurdî hez kir. Min bêhtir bala xwe da ser kurdî.
- Têkiliya te bi wêjeyê re kengê çêbû?
Ya rastî ez nikarim demek e diyar li ber we raxim. Di dema xwendina min a dibistana navîn de min dest bi xwendina pirtûkan kir. Ji hingê ve pirtûk di nav jiyana min de ciheke girîng digire. Lê bêhtir tiştên siyasî bûn. Di wî demê de ji bilî helbestên Ahmet Arif min zêde bala xwe nedida wêjeyê. Belê min pirtûkên Tolstoy, Dostoyewski, Victor Hugo jî dixwendin lê bêhtir ji naveroka wan dibûn sedema xwendina min. Min ji naverokê ve tehm jê distand. Ji alî wêjeyê min li wan nedinêrt. Yanî destpêka xwendina min giş politîk bû. Heta nivîsandina kurdî min di wêjeyê de ciheke inaktif digirt. Piştî ku min dest bi nivîsandina bi kurdî kir, min dest bi nivîsandina helbest, maqale û çîrokan kir. Pişt re min tehm ji çîrokên wêjeyî, ji helbest û hwd. girt.
Aştî ji bo min kulîlkeke rengîn e.Ew kûlîlke ku qet naçilmise û her tim jî bi rengên xwe di hemû demsalan de bêhn dide. Lê ji bo jiyîna wê ax divê. Li vî welatî jî mixabin ew ax beyar û bêyar e. Mirov çiqas av jî dide ax û kûlîlk li hev nakin. Li dijî tebîatê goştê hev dixwin. Ji bo aşitiyeke gihiştî û rasteqîn divê ev ax wê kulîlkê di pêsîra xwe veşêre. Neke ku pel û guliyê kulîlkê di nav kevir û zinara vê axê de biperçiqe.Heta neha bi hezaran kûlîk perçîqîn, divê êdî bes be. Divê ne bi rondikên dayikan, bi baranên nîsanê bêne avdan.Dîsa divê ne bi ba û bahoza bombeya bi destên dayikên cefakar bê pelandin.
Çima tevlî pêşbaziyê bûm? Ji ber ku bi dû zimanî bû û mijara pêşbaziyê jî pir xweş bû ez tevlê vê pêşbaziyê bûm. Ya rastî eger wekî hemdemên me tenê li ser peyvan aştî xwestibûna wê bi zimanê serdest pêşbazî amade kiribûna. Ji ber ku ji dil ve armanaceke paqij min ji her kovar û saziyan hêstkir, daxwaza tevlîbûna pêşbaziyê di hişê min de cih girt. Û min xwest ku rengeke kurdî bidime vê pêşbaziyê. Hêvî dikim ku me dabe jî.
- Çîroka te bû yekemîn, hestên te çi ne?
Belê, ez pir bi heycan im. Ev cara yekem e ku ji bo nivîsandina kurdî xelat distînim. Bi heycanê re berpisiyariyeke mezin jî da ser milê min. Ji vê pê ve divê baştir û bi qewetir binivîsinim. Û ez di vê baweriyê de me ku hinek be jî me derbek li rûyê asîmîlasyonê xist-hêj wext ji bo tolhildanê maye-,ji ber ku berê ji kurdînivîsandinê re girtîgehan, tade û zilm, qeyd û kelepçe rewa didîtin îro va ye em xelatan distînin. Ev ji bo kurdî tiştekî pîroz e.
- Qîmeta çîrokê li cem te çi ye? Tu çiqas jê hez dikî?
Ez gelek ji çîroka kurdî hez dikim. Bi taybetî çîrokên gelêrî. Ji ber ku ji nav kevneşopiya me tê. Mirov dikare pêrgî lehengên wan çîrokan li sikakan, li gund û zeviyan were. Her çîrok ji derekî nas tê, bêhna diya mirov ji wan tê, bêhna şîr û nanê tenûrê ji wan tê. Çîroka kurdî hûn jî dizanin ku ji bingeha wêjeya devkî tê. Bi saya dengbêjan ev kevneşopî di rûpelên dîrokê de winda nebûye. Çawa ku dengbêj bi rojan dikarin çîrok û meseleyan bêjin, ez bawerim em jî dikarin bi rojan li ber guhdarkirina wan bin. Ez bi vî rengî ji çîrokê hez dikim.
- Tu her çîrokan dinivîsî yan ev yekem e?
Ez kêm caran çîrokan dinivîsim. Heta neha li tu derê çîrokeke min nehatiye weşandin. Zêdetir gotar û helbest min dane weşandin. Lê di ajandaya min de çend çîrokên min hene.
- Di nav wêjeyê de tu her ji çîrokê hez dikî yan beşeke din?
Ez herî zahf ji kurdî...Belê ev ne cureyeke wêjeyê ye lê ew mifte ye ku deriyên hemû cureyên wêjeyê bi min dide vekirin. Ya rastî bêhtir ji romanan hez dikim. Ji romanên dîrokî û biyorgrafîk. Lê tiştek heye çi xweş be divê mirov wî bixwîne. Çi helbest, çi roman, çi çîrok hwd.. Hinek roman hene pirr xweş in her kes dixwîne, dinirxîne. Wekî nimûne, “Gotinên Gunehkar” a Hesenê Metê min pir eciband. Lê hinek jî peyv hene hêjayê romanek in. Nimûne min di helbesteke xwe de gotibû: “Min erd û ezman li bin piyê te rêtin.” Mesela ev peyv û gotin jî pir xweşa min diçe. Di encamê de wêje riya hezkirinê ye, mirov ji çi hez bike ew tiş baş e. Ji bo min Hesenê Metê, Jan Dost çiqas hêjayê xwendinê bin-ku pirr hêja ne-,Arjen Arî, Ehmed Huseynî, Evdile Pêşew jî bi heman rengê hêja ne. Derî pir in lê mifte yek e; KURDÎ.
***
Û çîroka ku di Pêşbaziya Qala Aştiyê bikin de bû yekemîn em pêşkêşî we dikin:Min bi perên kevokan bifirînin*
Taylan Şahan Tarhan
Bixwîne çûka min
Bixwîne çûka min,
Bixwîne çûka min a delal,
Xelq çi dibêjin bila bibêjin Min dil berdaye te.
H.Huseyin Korkmazgîl
Rojek ji rojên çileyê ên sar, sitûr û dijwar bû,
Bavê min Serkîs û diya min Gulvart, ku me jê re digot “mayrik”*,
Xwe dabûne rêya bajarê qedîm, axa mirovan, cih û warê siltanan Stenbolê,
Stenbola ku navê “Constanîn” lê,
Dema em gihiştin “Constantînopolîsê” ez heft salî bûm,
bejn dirêj, çavkûr, deng zîz û zelal..Û wext li min teng bû,
Şevekê bi dizê ji mal reviyam. Şev; dirêj û tarî bû, xewn; şîrîn û germ bû,
di wê şeva tarî û dirêj de dema min çavê xwe vekir,
mêrikekî rîsipî destê xwe dirêjî min kir,
peyre pê hesiyam ku wa ez di nav selikeke masîvanan de me, li qiraxa kûmkapî,
bi bêhna masiyên wek min penaber, bêkes, hêvîşikestî
wisa dest pê kir kurteçîroka jiyana min, an kurtedîroka mirina min.
Belê, ez ê dest pê bikim, dest bi mirina xwe,
Mirina ku rêwitiyeke bêdawî,
Mirina ku ji serî heta binî bêdengî,
Rûnên li kêlaka dilê xwe, li kevokan guhdarî bikin,
Li dengên wan, hest û ramanên wan, ji nikilên wan heta rengên wan...
Ez ji welatên dûr ji we re dinivîsim, ev nameya min ku ji we re rê dikim,
bi wan hest û ramanan, bi wan rengên sipî, bi wan nikilên xweşik digihijin we.
Ji vir, li welatên ji dinê dûr, her tişt baştir tê dîtin,
Belê dizanim ku min gelek dirêj kir, ez ê werim ser mijarê,
Hûn zanin li vir wext ne wek li cem we zû derbas dibe, hêdî hêdî, gav bi gav e.
Piştî girtina min a di selika masîvanên Kûmkapî de, ez birim sêwixaneya Gedikpaşa.
Dereke xweş bû, dost û hevalên min tev mîna min penaber bûn,
Tev mîna masiyên Kûmkapî yên di selikekê de li ser hev dagirkirî, di hembêza hev de bûn.
Masiyan nizanim lê zarokên “Armenya” tev bermayiyên qomkujiyekê bûn.
Em tev ji dê û bavên hev, xwişk û birayên hev bûbûn.
Wek nanê li ser sifrê me dil û canê xwe ji bi hev re dabeş dikir.
Her roj me maseyan bi hev re paqij dikir, derdorê dida hev û me bi hev re dilîst,
Carina jî me zimanê “mayrik” bi hev dida fêr kirin.
Rojek dîsa ji wan rojê ku me her tişt bi hev re dikir,
çavên keçikeke çardeh salî di çavên min ên li hêviya wê de, beriqî.
Min navê wê pirsî,
Bersiv da bi dengekî şermokî: “Rakel”
Rakela min, belê dibêjim Rakela min ji ber ku çawa min ew çavên xezalî dît,
Bi vegotineke helbestî “Min dil ketê”
Rakela min,
Rakela çardehsalî, weka Şivan(Perwer) dibêje “me destê hev girt,(em)bi hev re rabûn.” Wiha jî bû, her tiştî êdî me bi hev re dikir.
Delala min, ji bilî kurdiya “letîf û nazik” bi tu zimanî nizanibû,
Berî her tiştî min ew fêrî zimanê zikmakî kir, dûre tirkî...
Min jê re digot;
–Yes kezi gi sirem**
Bersiv dida,
–Ez jî ji te gelek hez dikim, “Çutag”.(bi vê peyvê bangî min dikir).
Ji kurdî pirr hez dikir, bav û kalên wê bi navê “Eşîrê Varto” dihatin binavkirin. Di dema qirkirina fileyan(dema qomkujiya Ermenan) de pênc malbat derketibûn ser Çiyayê Cûdî û bîst û pênc sal li ser wî çiyayê berz mabûn, dûre daketibûn Cizîrê. Dema hatibûn deştê, kurdan navê “Varto” li eşîra wan kiribû.
Pîştî çend salên zor û zehmetî ên bi êş û kulê derbasbûn, em zewicin. Sê zarokên me çêbûn Xwedê wan bihêle, her sê jî ji hev zîz û zelaltir, jîr û delaltir in.
Bi hiyeyeraşiya jorîn nêzik dibû kurtedîroka mirina min. Hêdî hêdî, gav bi gav..
Carina ez difikrim hingê-di vê demê de-her tiştê zarokên me hebûn, lê tu tiştekî wan jî tune bû.
Her tiştê wan hebû;
ji ber ku xwedî hêviyeke xurt bûn, bi hêviya aşitî û biratiyê mezin dibûn,
Her tiştê wan hebû;
ji ber ku xwedî dê û bavekî bi hev re bûn,
Tiştekî wan jî tune bû;
Ji ber ku mafê azadiya welatê wan hatibû dagirkirin, bê ax û war, bê av û dar mezin dibûn;
Dareke ku di siya wê de rûnên tune bû,
Dareke ku ji pelên wê bêhna Ararat bihata, dareke ku ji kokê heta serî bi dengê Yerîvanê...
Çarenûsa wan jî wiha hatibû nivîsîn, çi hewceye gotin?
Ez jî wekî zarokên xwe bê dar û bi hesreta Yerîvanê mezin bûm. Her şeva ku li min dibû zilm, her xewna ku ji min re dibû jehr, bi hatina “Agos”ê re dev ji min berdan.
Êdî şev xweştir, xewn jî geştir bûbûn.
Min hest û ramanên welatê xwe, pêşveçûna miletê xwe, pêşeroja zarokên xwe zelaltir dikir. Min maf û azadiya her mirovekî mîna nikilê kevokekî diparast, ne hewce bû ew mirov ji alî polîtîkî ve nêzî min be. Min nola Voltaire dikir, çawa ku digot: “Ez ji sedî sed fikrên te naparêzim û naecibînim. Lê, ji bo ku tu fikrên xwe bi serbestî vebêjî, ez bi her awayî li pişta te me..
Ev tev Agos bûn,
Agos mala “Apê Mutafyan, Xalê Pîtros û Xwişka Sasonya....” bû, mala hemû Armenya bû.
Agos;
Êdî xwediyê bêhna miletek bû ku bi sedan salan têde, zilm û mirin ditîbûn.
Nalenala miriyên komkujiyê bû, hawar û gaziya keçikan bû ku serbazên devbixwîn
dest avêtibûn namûsa wan,
Agos. Ey Agos;
Sedema koçberiya min a bêdawî, bêveger....
Agos, rojekê ku ez dîsa bi kêf û coş ji nivîsgeha rojnameyê derketibûm û diçûm malê, bi guleyeke mêrkuj ji mejiyên min ber bi kolanên Stenbolê ve rijiya. Di wê demê de bîskek ez bêdeng mam, piyê min tevizî, li erdê qelîbim.
Baş nayê bîra min ka di wê demê de min çi hîs kir, lê tiştê ku tê bîra min serma bi piyê min girtibû. Ji ber ku sola min qul bû min hevza germahiya laşê xwe nedikir. Wê rojê ku ez ji nivîsgeha rojnameyê derketim min ê biçûya du cot sol bikiriya, yek ji bo xwe, yek jî ji bo kurê xwe. Lê nebû, ez bi soleke qul derketim rêwitiya xwe ya bêveger, an jî bêhndana xwe ya bêdawî. Carina li vir jî piyê min dicemide lê ez ji hevalan re dibêjim ji ber berf û baranê ye, li min dikenin.
Tiştek qet ji bîra min naçe, di nav wê sermaya dinê de, laşê min ê dirêjkirî şerekî dijwar li himber cemedê dikir. Di nav wî şerî de tenê Agos hatibû alîkariyê min, xwe li min pêçabû, bi rikeke li dijî tabiatê mirinê.
Wê rojê min di xewna xwe de dît. Min ji serê Ararat li deşt û zozanên Armenya temaşe dikir. Dîsa ezman bi ewr bû, li ber baranê bû. Sermayek piyê min girt, dikir ku bimrim. Wiha min dest û piyê xwe berhevkir. Li benda tîrêjên rojê mam da ku sarmahî bela xwe hinek ji min veke. Hew min dît ku xortekî heftdeh heştdeh salî nêzî min dibe. Hat li kêleka min, dest û lingê xwe berhev kir û çok danî. Em biskek bêdeng man, nizanibûm ka ew kî ye ji bo çi li wir e, ew jî nola min mirî ye an sax e, min jê jî nedipirsî. Xorto! çavên xwe ji awirên min direvand, bi şermokî bû; weke ku tawanbarê tiştekî be, an kêmasiyeke wî hebe, an bixwaze tiştekî bêje.. Paşre du cot solên nû danî ber piyên min, dageriya, bê peyv û gotin vegeriya çû, wenda bû.
Ji wê roja ku min xewna çiyayên Ararat dît vir de, heftiyekê derbas bûbû ku min tu xewn nedîtibûn, tu carî jî piyê min ne cemidîbû. .Duh bi şev Xwedê xêr bike dîsa min xewnek dît. Dîsa ew xortê bi kumikê sipî, dîsa bi hewayeke ewr û ber baranê, dîsa piyê min dicemide, hat li kêlaka min çok da. Hêj min pirs nekir ka tu kî yî, dest bi axaftinê kir.
–Ev çend roj in ez di xewa xwe de dikim bimrim, bêhna min diçike, dinya li min teng dibe. Bi xwêdanê laşê min dibe weke avê. Radibim qedehek av vedixwim û dîsa radikevim, dîsa ew xewnên ku bêhn li min diçikînin dest pê dikin. Ez her roj, her şeva ku dikim rakevim wê xewnê dibînim. Di xewna xwe de dibînim ku di destê min de kêrek heye û bi hezaran kevokan dikûjim, serê wan jê dikim, davêjim. Destê min her di xwînê de, radibim dinêrim destê min sor e, di destşoyê de dikim nakim soriya destê min naçe. Wê rojê ku ez yekemîn car hatim cem te, ji bilî kuştina kevokan, di nav ronahiyeke ku li asîmanan diberiqî de min tu dîtî. Te, bi serê xwe, bi halekî ji sermayê qefilî li vê deştê mêze dikir. Ev rêyek bû ku min xwe bi te bidaya bexşandin û bi bexşandina te jî ez ji wan xewnan bifilitiyama. Wa ye hatim, min dîsa solên nû ji te re anî, piyê te dicemide, bêxe piyê xwe. Te çima ew solên berê nexist piyê xwe.
Ez di cî de tevîzîm, deng ji min nediçû. Belê min ew xort nas kir. Min tu peyv û gotin ji devê xwe dernexist. Xortê bi kumikê sipî bi bêdengiya min, bi xemgînî rabû çû. Hêviyên wî şikestibûn, ji ber xwe digot cehnima ku her roj pê dijîm ê her bidome.
Piştî çûyîna wî, min sol xistin piyê xwe. Min ew çima afû kir ez jî nizanim. Lê hingê gotinên Rakel hate bîra mîn.
Gotinên li dadgehê, li pêş ruyê wan dadgerên şirikê kuştina kevokan,
Gotinên ku rastiya sed sale radixistin holê,
“Îro li vir pitikên(nûza) mêrkuj hene, kanê yên di reşiyê de ku ew afirandine li kû ne?”
Delala min ev gotinên te, bûn sedema afûkirina wî “nûzayê mêrkuj”. Belê delala dilê min, min her tiştên ku te ji bo min, na ne ji bo min, ji bo mirovan di dadgehê de diparast, an li meydanan bi lehengî dianî ziman, bihîst. Ji te û hevalên kevokparêz re sipas dikim.
Gelî guhdaran, kurtedîroka mirina min hewqas e. Lê daxzwaziyeke min ji we heye ku; her bi kevokan re bin, dengê wan guhdarî bikin û nekin ku deqeke reş bi perên wan bikeve. Bawer nekin, kevok namrin. Min jî bawer nedikir ku li wî welatî karibin kevokan bikujin. Li vir ew bûne ferîşteyên aşîtiyê, bikin ku her bifirin da ku aşîtî her hebe.
Têbinî
*dê
**ez ji te hezdikim
***
NOT: Ev hevpeyvîn û çîrok di kovara Tîrojê de hatine weşandin