Diyarname
Ji tîmên mezin kîjan herî zêde lîstikvanên xwe şandin Kûpaya Cîhanê ya 2014'an? Ji kîjan welatî çend lîstikvan çûn û herî zêde kîjan welatî lîstikvan şandin? Tirkiyeya ku tîma wê ya neteweyî têk çû û nekarî here tûrnûvayê ji tîmên wê çend lîstikvan çûn?
Vane di vî warî de hemû agahî:
- Ji dinyayê 32 welat beşdarî Kûpaya Cîhanê dibin, her tîm 23 lîstikvanên wan hene. Bi giştî 736 lîstikvan ji bo tûrnûvayê hatine vexwendin.
- Di nav welatên ku nekarîne herin Tûrnûvaya li Brezîlyayê herî zêde lîstikvan ji tîmên Tirkiyeyê çûn. Ji Tirkiyeyê bi gşitî 28 lîstikvanên tîmên cur bi cur di nav lîsteya tîman de cih girtin. Ji van 28 kesan 6 lîstikvan ên Fenerbahçe, 6 ên Galatasaray in.
- Di nav welatên ku karîne herin Brezîlyayê de herî zêde Îngilistanê lîstikvan ji tîmên xwe (ji 28 klûbên wê) şandin Brezîlyayê. 114 lîstikvanên tîmên lîga Îngilistanê çûn Brezîlyayê. Dûre ji lîga Almanyayê 81, ji Îtalyayê jî 78 lîstikvan çûn.
- Bi giştî ji 297 klûbên fûtbolê yên dinyayê lîstikvan çûn Brezîlyayê.
- Tîma ku herî zêde lîstikvan şandine Bayern Munih a Almanyayê ye. 15 lîstikvanên B.Munîhê çûn Brezîlyayê. Piştî wê Manchester United (MU) a Îngilistanê tê ku ji MU 14 lîstikvan çûn.
- Lîstikvanên Rusyayê yên ji bo Brezîlyayê hatine hilbijartin hemû di Lîga Premier a Rusyayê de dilîzin in. Rusya di Koma H de dilîze û teknîk dîrektorê wê ji Îtalayê Fabio Capello ye.
- Yê Îngilistanê ji 23 lîstikvanan 22 jê li Îngilistanê dilîzin, tenê yek qeleparêz Fraser Forster (di tîma Skoç Celtic de dilîze) hatiye hilbijartin.
- Di tîmên Bosna Hersek, Gana, Qerajê Aj û Ûrûgûay de ji 23 kesan 22 jê di lîgên derveyî welatê xwe, tenê yek di lîgên welatên xwe de dilîzin û ew girtine nav tîma neteweyî.
- Ji 736 lîstikvanên fûtbolê 236 heb berê jî beşdarî tûrnûvaya Kûpaya Cîhanê bûne, yên din yekem car beşdar dibin.
- Ji tîma Spanya'da 16, ji Ûrûgûay 15, ji Kamerûnê 13 lîstikvan cara diduyan, yan jî sisêyan dê di kûpaya cîhanê de bilîzin.
- Li gor temenên wan "tîma herî extiyar" ya Arjantînê (temen li dor 29), "tîma herî ciwan" jî ya Gana (temen li dor 25,6) ye.