Diyarname
Cafe’M ku ev çendeke bi gotûbêjên wêjeyî, şêwrên helbestxwendinê, guhdêranên muzîkê, ji bo nivîskar û stranbêjên kurd rojên îmzeyê û çalakiyên têvel lidar dixe û hewl dide ku “bazara kesad a kurdî bikeve rewaca kurdan” û zemîna heyî ya kurdî li Mêrsînê hinekî din bilive, vê carê yek ji roman-çîroknûsên kurd ê hilberîner Dilawer Zeraq dike mêvan.
Şewra Dilawer Zeraq 14 pûşperê saet di 16:00’an de li Mêrsîn Cafe’M’ê ye.