logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  3. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  4. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  5. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
news-details

'Mêşvan', 'Tenê deng û tarîtî', 'Zimanê min nagere' li benda we ne

Sê belgefîlmên derhênerên kurd. Her yek bi mijareke xwe ya cuda niha li benda temaşevanên xwe ye...

  • Dîrok: 06/06/2014
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz


Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentarist 7'ê mehê dest pê dike. Di Documentarist de belgefîlmên li ser kurdan derdikevin pêş. Ji van "Mêşvan"ê Mano Xelîl, "Tenê deng û tarîtî" yê Nurullah Fettahî jî hene.

Documentarist yek ji xebata nîşandayîna belgefîlman a girîng e li Tirkiyeyê. Her sal Documentarîst ji Tirkiye û dinyayê belgefîlmên balkêş û girîng tîne û nîşan dide. Documentarîst îsal 7'emîn car e vê xebata xwe li dar dixe. Di nav bernameyê de li dor 70 belgefîlmî hene. Belgefîlmên ji Polonyayê bi taybetî derdikevin pêş ku divê bêne temaşekirin. Ji Tirkiyeyê jî belgefîlmên balkêş di beşa "Panoramaya Tirkiyeyê" de têne nîşandayîn. Di nav van de belgefîlmên derhênerên kurd* jî hene.

Di vê nûçeyê de em sê belgefîlman derdixin pêş û pêşkêşî we dikin. Ew jî "Mêşvan", "Tenê deng û tarîtî" û "Zimanê min nagere" ne.

Mêşvan / Arici / The Beekeper 

Derhêner: Mano Xelîl, Swîsre - Fransa, 2013, 107'

Fîlmê derhênerê kurd Mano Xelîl "Mêşvan" heta niha beşdarî gelek festîvalan bû û li gelek festîvalan xelat girt.  Belgefîlm çîroka meşvan Xalê Îbrahîm nîşan dide. Xalê Îbo li Kurdistanê dijî lê dema li Bakur şer dest pê dike, gundê wî jî tê valakirin. Xalê Îboyê ku di vî şerî de mêşên xwe jî winda dike, lê ev hezkirina wî ya vî karî wî ber nade. Dema bar dike Swîsreyê li wê derê jî dest bi mêşvanî dike.

Roja nîşandayînê: 10'ê mehê, saet 20.00 li Bexçeyê Balyozxaneya Hollanda

11'ê mehê saet 18.00'an de li Aynali Geçit

Tenê deng û tarîtî / Sadece Ses ve Karanlik / Just Sound and Darkness

Derhêner: Nûrûllah Fettahî, Îran, 2013, 30'

Di dema şerê Îran-Iraqê de li ser sînorê Kurdistanê gelek mayîn hatin çandin. Belgefîlmê "Tenê deng û tarîtî" li ser vê mijarê hatiye kişandin. Bi ser şer re 25 sal derbas bûne lê hê ew mayîn di bin axê de ne û her sal gelek kes ji van zerarê dibînin. Belgefîlm her wiha dîmenên gelên li wir dijîn û sewalên wan jî nîşan dide.

Roja nîşandayînê: 10'ê mehê, saet 16.00 li Navenda Çanda Fransiz

11'ê mehê, saet 18.00'an de li Bexçeyê Balyozxaneya Hollanda

Zimanê min nagere / Dilim Donmuyor

Derhêner: Serpil Turhan, Tirkiye, 2013, 93'

Ji Erzîncanê di sala 1973'yan de malbateke koçî Berlîna Almanyayê dike. Derhêner neviyê vê malbatê ye, diya wê qet vegeriyaye Erzîncanê lê ew û piştî salan yekem car ligel pîr û kalê xwe vedigere gund. Belgefîlm nîşan dide ku malbateke kurd çawa nasnameya xwe winda dike. Her wiha belgefîlm çîrka bi êş a vê malbatê ji çavê sê nifşan nîşan dide.

Roja nîşandayînê: 8'ê mehê, saet14.00, li Salt Beyoglu

 

 

Nûçeya eleqedar: 

*Deriyê belgefîlman di Documentarîstê de vedike 


Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 05 06 2026

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

news
  • 04 06 2026

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

news
  • 03 06 2026

Festîvala Fîlman a 'Uçan Supurge' dest pê kir

news
  • 24 05 2026

Derhêner Mungiu cara diduyan Palmiyeya Zêrîn girt

news
  • 23 05 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Mala Apê Mûsa kirin muze

ad

Vaye Konsera li Zêrzevanê (Hat nûkirin)

ad

Ji bo Rojava kampanyaya pirtûkan dest pê kir

ad

Wekhevdubûn û Wekhevî

ad

Lîsta CEO'yanê ke zehf pere kar kerdê

ad

Ne şer ne tirsê nekarî bi Fûara Amedê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname