Diyarname
Bankeya Amerîkayê Goldman Sachs ji niha de serketiya Kûpaya Cîhanê ya 2014'an eşkere kir. Li gor bankeyê dê Brezîlya kûpayê bi dest bixe.
Goldman Sachs îstatîstîkên bi ser 14 hezar heb maçên fermî yên ji sala 1960'î û vir ve girtin dest, li gor vê modelê eşkere kir ku di Kûpaya Cîhanê ya 2014'an de Arjantîn û Brezîlya fînalê bilîzin û di dawiyê de Brezîlya dê kûpayê bi dest bixe.
Goldman Sachs ji bo her maçê texmîna regresyonê bi kar anî, ji bo vê li 14 hezar çavdêriyan nêrî, ji bo her maçê aliyên ku gol avêtine hatin raçavkirin û di encama analîzê de eşkere bû ku Brezîlya bi sedî 48.5 dê fînala Kûpaya Cîhanê ya 2014'an de Arjantînê têk bibe û kûpayê bigire.
Li gor vê îstatîstîkê sedî 14.1 dê Brezîlya û sedî 11.4 dê Arjantîn derkeve fînalê. Piştî van Almanya tê. Aborîzan Jan Hatzius, Sven Jari Stehn û Donnie Milar ev rapora Goldman Sachs amade kirine û di daxuyaniya ku dane de wisa gotine: "Helbet ne surprîz e mirov bibêje yek ji tîmên herî serketî yê Kûpaya Cîhanê li mala xwe wê bi ser bikeve. Lê di sazkirina vê modela me de avantaja Brezîlya derdikeve holê."
Ji Golman Sachs çend îdîayên balkêş bi vî rengî ne:
- Brezîlya dê tîmên wekî Hollanda, Urugay û Almanyayê têk bibe û derkeve fînalê; ji bo Arjantînê jî dibêje ku dê Arjantîn tîmên Ekvator, Portekîz û Spanyayê têk ibbe û here fînalê.
- Li gor raporê Brezîlya bi 3-1 di maçê de dê bi ser bikeve.
- Bi îhtîmala sedî 12,5 dê Lionel Messi yê ji Arjantînê bibe Golavêjê Qral ê tûrnûvayê û her wiha ewê Xelata Pêlava Zêrîn jî bi dest bixe. Piştî Messi, Neymar bi sedî 10, ji Uruguay Luis Suarez û ji Portekîzê Ronaldo bi sedî 7.1 tên.
- Îngilistan dê qet maçan de bi ser nekeve û xatir bixwaze.
Wekî notek: Di sala 2010'an de jî Goldman Sachs texmînên xwe eşkere kiribû. Li gor wê texmînê di Kûpaya Cîhanê ya 2010'an de ku li Afrîkaya Başûr li dar ketibû de sedî 26.6 dê Brezîlya bi ser biketa. Lê Brezîlya di çarîk fînalê de li hemberî Hollanda bi 2-1 têk çû. Di wê maçê de Felipe Melo qerta sor dîtibû û tîma xwe 10 kes hiştibû.
Di heman raporê de gotibû ku dê bi 15.7 Spanya bibe tîma duyemîn, lê Spanyayê Kûpaya Cîhanê bi dest xistibû. Di fînalê de Hollanda û Spanya hatibûn hemberî hev. Di deqîqeya zêdek a maçê de Iniesta gol avêtibû û Spanya gihîştibû mirazê xwe.
Maçên Kûpaya Cîhanê ya 2014'an 12'yê pûşperê dê dest pê bikin û maça fînalê jî dê roja 13'yê tîrmehê li dar bikeve.