QAMIŞLO
TEV-DEM’ê daxuyaniyên Nêçîrvan Barzanî yên derbarê şoreşa Rojava de şermezar kirin û got, “PDK li dijî şoreşa Rojava hemleya sîstematîk a reşkirinê dide meşandin. Dixwazin têkiliya şoreşa Rojava û hêzên din ên şoreşgerî xirab bikin. Mafê tu kesî nîn e ku bêjin têkiliya şoreşê bi rejîmê re heye. Ger ku hinek wisa bêjin jî, divê yê herî dawî dibêje Nêçîrvan be. Qet nebe rêveberên şoreşa Rojava leşker û tangên dijminê gelê kurd nexwestin û êrîşî hêzên din ên kurdî nekirin.
Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) derbarê daxuyaniyên Nêçîrvan Barzanî yên derbarê şoreşa Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev demeke rêveberên PDK’ê li dijî şoreşa Rojava hemleyek sîstematîk a reşkirinê didin meşandin û bal hat kişandin ku ev hemle bi êrîşên DAIŞ’ê yên li ser herêmên Kobanê û Cizîrê, her wiha têkçûna çeteyan re, dijwar bûne. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi hemleyê hewl tê dayîn ku wekî şoreşa Rojava bi rejîmê ve girêdayî ye bê nîşandan û bi vê yekê re jî tê xwestin ku şoreş ji bo DAIŞ’ê û hemû rêxistinê din ên çete bibe hedef.
Di berdewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ku yek ji armancên vê reşkirinê jî ew e ku têkiliyên xurt ên di navbera şoreşa Rojava û hêzên din ên şoreşgerî yên Suriyê de, bêne xirabkirin.
‘Daxuyanî nêrînên rêveberiya Başûr nîn e’
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku daxuyaniyên Cîgirên Serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî ne cîh de ne û bêbextiyek e, her wiha êrîşên çeteyan ên li dijî Rojava rewa dike. Di daxuyaniyê de hate gotin ku daxuyaniyên Barzanî nêrîna hêzên siyasî ku rêveberiya Başûr pêk tînin, nîn e û ne li gorî daxwazên gelê kurd ê Başûrê Kurdistanê ye.
‘Qet nebe şervanên Rojava li ser tangên dijmin êrîşî bajarên kurdan nekirine’
Îdîayên Barzanî yên wekî “TEV-DEM bi rejîmê re di nava têkiliyan de ye” di daxuyaniyê de hatin redkirin û wiha hate domandin: “Em eşkere dikin ku em wekî tevgerekê li siyaseta reşkirinê nameşînin. Em hewl didin bi aliyên din re li hev bikin. Lê mafê tu kesî nîn e ku bêjin têkiliya şoreşê bi rejîmê re heye. Ger ku hinek wisa bêjin jî, divê yê herî dawî dibêje Nêçîrvan be. Ji ber ku qet nebe şervanên Rojava li ser tangên dijmin bi hinceta ‘rizgarkirinê’ êrîşî bajarên kurdan nekirine. Piştî komkujî, enfal û çekên kîmyewî tu rêveberên Rojava kujerên kurdan hembêz nekirin. Tu rêveberên şoreşa Rojava leşker û tangên dijminê gelê kurd nexwestin û êrîşî hêzên din ên kurdî nekirin. Em careke din dibêjin ev daxuyanî ji bilî ku xizmeta berjewendiyên gelê kurd nake, banga êrîşên çeteyan dike.”