EDÎB POLAT
Li Amedê di 12-13ê avrêlê de Sempozyuma Zimanê Zikmakî ji alî KURD DER’a Enqereyê ve bi alîkariya Yekîtiya Ewropayê pêk hat. Di du rojan de çar panel civiyan, digel ku hin kêmasî hebûn jî hemî danişîn bi hilberîner û serketî bûn.
Sempozyûm bi tevlîbûnek navnetewî hatibû amadekirin, rewşenbîrên ji çar aliyên Kurdistanê, ji Tirkiyeyê û ji nûnerên kêmarên Ewropa nîqaşên rengîn pêk anîn, pirzimanî û pirnetewetî coşek dida sempozyûmê. Yek ji panelên roja ewil de moderator kurd bû, beşdar hemî akademîsyen bûn û bi tirkî axifîn. Lê dilê wan ji bo kurdan lê dida, rola zimanê dayikê ji aliyê pedagojiyê ve baş lêkolandibûn. Di danişînekî de nûnerê suryaniyan hebû, mixabin bi suryanî nizanîbû, lê bi salan li xurbetê mabû, di nava saziyên suryanan de dixebitî, pirsgrêkên zimanî û yê olî jî anî ziman (xasma li Mêrdînê). Pirsgirêka Bask û Katalanya ji aliyê akademisyenek wan ve bi îngilîzî hat bi lêv kirin û her wiha, derheqa samîyên li Ewrûpa (Ew ne Samiyên li Rojhilata Navîn in, di nava tuxubên Norwec, Danîmarka û hwd. de dijîn) de cara ewil amedî agahdar bûn. Nexşeya samiyan ya li Ewropa ji aliyê axaftvan ve li ser sînevîzyonê bi zelalî hat zimên.
Di sempozyûmê de panela herî balkêş ya ku Serokê Enstitûya Kurdî a Stenbolê û Serokê Beşa Kurdî ya Zankoya Artûklûyê tê de bi hev re cîh girtibûn bû. Birêz Samî Tan wekî Serokê Enstîtuyê qala werariya pêşketina ziman û çanda kurdî kir, paşê jî dîroka damezrandina enstîtuyan, vekir û girtina qursên kurdî, tevgera kurdan ya derbarê gavên fermî de anî ziman. Tan di vê derbareyê de Tevgera Zimanê Kurdî (TZPKurdî) jî rexne kir da çima alternatîfek siyaseta ziman nayê amadekirin û pêk anîn. Hem tevgera ji bo dersên hilbijarî û hem jî tevgera li dijî Zankoya Artûklû rexne kir û vê saziyê û TRT 6’ê ji hev cihê nirxand. Serokê Enstîtuyê got ku ji ber kurdan alternatîfek akademîk neafirandiye, divê di nava xebatên akademîk ên fermî de jî cîh bigrin.
Piştre mamoste Qedrî Yildirim li ser navê Zankoya Artûklû soz girt, pirtûka dersa kurdî ya 5’an rê beşdaran da û xebatên Beşa Kurdî, xurtkirina xebatên akademîk, têkoşîna li dijî helwestên veqetandina zaravayê Kirmanckî (Zazakî) nîqaş kir û nirxand. Mamoste Qedrî got ku ger kurd û partiyên wan serî li Zankoya Artûklû nedin, ger saziyên çand û hunerê endamê xwe neşînin vê beşê, dê ev beş ji alî hêzên din ve were dagirtin. Mafir ku em dê di nava tuxubê dewletekî de bijîn, em mecbûr in ji van saziyan berjewendî bigrin û tevlî xebatên wan bibin.
Her wiha mamoste Haydar Diljen ku bi deh salan e li Swêdê li ser zimanê kurdî dixebite, axaftinek balkêş pêk anî, raçaviya xwe ya li dibistana Elî Emîrî ya li ser dersên hilbijarî parve kir. Wî bertek ji tevgera li dijî van dersan nîşan da û bang li dayik û bavên kurdan kir ku zarokên xwe bişînin dersên kurdî yên bijarî. Bi gotina wî, mafir ku kurd li derveyî sîstemê nikarin pergala perwerdehiyê ava bikin, çima zarokan di himêza tirkî de dihêlin, bi xurtî, bi girseyî dersên kurdî nabijêrin.
Di vê sempozyûmê de balê kişand ku du endamên perwerdehiyê, du akademisyenên li Zankoya Artûklû panelîst bûn û ev yek wekî qedandina sarbûna di nava Zankoya Artûklû û enstîtu û saziyên kurdan de.
Rewşa Rojavayê Kurdistanê hem ji alî siyasî û hem ji aliyê ziman û sîstema perwerdeyê de bi gotara panelîstekî rojavayî ve hat ziman. Balkeş bû ku pirtûkên perwerdehiyê li Kantonan pir kêm in, perwerde hemî bi kurdî ye, lê kêmasî gelek in.
Sempozyûm serkeftî bû, encamnameya ku hat daxuyandin jî balê kişand ser rewşa heyî ya ziman. Bi hêviya pirkirina xebatên bi vî rengî....
edippolat@yandex.com
**
Nûçeyên li ser sempozyûnê:
- Encamname: 'Ji bo kurdan statu ji bo zimanan azadî'
- Sempozyuma Perwerdehiya bi Zimanê Zikmakî dest pê kir