QAMIŞLO
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê li bajarê Qamişlo ofîsek vekir. Di merasîma vekirina ofîsê de nûnerên partî û rêxistinên kurd, ereb, asûrî û suryanî amade bûn.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) buroya xwe li navenda herêma Cizîrê Qamişlo vekir. Merasîma vekirinê bi beşdariya Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koçer û nûnerê KNK'ê yê Rojava Ebdulkerîm Umer pêk hat.
Merasima li salona Rewabî bi tevlîbûnda nûnerên partiyên siyasî yên kurd, ereb û suryanî û endamên Meclisa Rêveber bi rêzgirtinê destpê kir. Di merasîmê de hevseroka KNK'ê Nilîfur Koç got ku vekirina ofîsa KNK'ê li Rojava bi armanca xizmeta hemû gelê herêmê pêk hatiye. Koç, detnîşan kir ku dê hemû hêza xwe bixin xizmeta gelê Rojava ku berxwedaneke bê hempa nîşan daye.
Di merasîmê de Hevserokê Meclisa Gel Ebduselam Ehmed, Endamê Sekreteriya Giştî ya ENKS'ê Nimet Berekat, Serokê Şaxa Heyet El-Tensîq ê Hesekê Elî Sed, Nûnerê Desteya Niştimanî ya Ereban Mihemed Reşad Minawer, Nûnerê Partiya Asûrî Wail Mîrza, Nûnera Yektîya Star Henîfa Mihemed, Serokê Desteya Karên Hundir a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Kamil Exta, Endamê Meclîsa Biratiya Gelan Ebulfetah Fatimê, Endamê Dîwana Edaletê ya Herêma Cizîrê Qehreman Mihemed û Serokê Partiya Yektîtiya Suryaniyan Îşoi Goriyê axivîn.
Di axaftinan de bi awayekî erênî li vekirina ofîsê nêrîn û kêfxweşiya xwe anîn ziman.