NAVENDA NÛÇEYAN
Heyva Sor a Kurdistanê reşemiya 2013'yan de dest bi alîkariya ji bo Rojava kir û encama salekê eşkere kir.
Li gor encama kampanyaya salekê ya Heyva Sor a Kurdistanê ya ji bo Rojava ev agahî hatin parvekirin:
- Di nava salekê de li Almanya û piştgiriya saziyên alîkariyê yên li Welatên Ewropa û Skandînavyayê bi giştî mîlyonek û 658 hezar Euro ji bo Rojava hate şandin.
- Di kampanyayê de 300 konên malbatî yên taybet, 35 ambulans, 22 hezar û 250 çenteyên dibistanan û amûrên kirtasiyeyê, cîhaz û alavên nexweşxaneyan, xwarinên amade (konserwe), 140 ton şîrê zarokan û bi dehan ton derman hatin şandin.
Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê di daxuyaniya xwe de malavahiya tevahiya kurdistaniyên li Ewropayê kir û wiha got: "Tevî hemû kêmasî û zehmetiyan jî, kampanya me ji bo Rojava baş derbas bûye. Emê xebatên xwe yên alîkariyê dewam bikin."


