logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin
news-details

Platforma Abantê: Pirsgirêka kurd pirsgirêka herî girîng û sereke ye

Platforma Abantê got: Pirsgirêk kurd pirsgirêka herî girîng û sereke ya Tirkiyeyê ye.

  • Dîrok: 06/07/2008
  • Beş: Nûçe

 

Enqere
Konferansa 'Pirsgirêka kurd: Lêgerîna aştî û pêşerojê ya bi hevre' ya ji hêla Platforma Abantê ve hatî pêkanîn, bi eşkere kirina encamnameyê bi dawî bû. Di encamnameyê de pirsgirêk kurd wekî pirsgirêka herî girîng û sereke ya Tirkiyeyê hate ravekirin.

Konferansa 'Pirsgirêka kurd: Lêgerîna aştî û pêşerojê ya bi hev re' ya ji hêla Platforma Abantê ya bi nêzîkahiya xwe ya cemaeta Gulen tê zanîn ve hate pêkanîn, bi dawî bû. Di encama konferansê de encamnameyek hate weşandin. Encamnameya konferansa ji bo çareseriya pirsgirêkê referansa ol hate pêşniyarkirin û pirsgirêka kurd bi piranî wekî pirsgirêkek aborî hate nirxandin. Encamname ji aliyê Prof. Dr. Mete Tunçay, nivîskar Altan Tan, Prof. Dr. Mumtazer Turkone ve hate eşkere kirin. Di encamnameyê de pirsgirêka kurd wekî pirsgirêka herî girîng û sereke ya Tirkiyeyê hate daxuyandin. Di encamnameya ku ji aliyê nivîskar Altan Tan ve hate xwendin de wiha hate gotin:

"Çareseriya pirsgirêkê girêdayî avakirina hawira diyalogê, şikandina pêşdarazan û avakirina baweriya dualî ye. Armanca platformê ew e ku ji bo çareseriyê hawirek baş bê avakirin. Li şûna peydakirina mutabaqatekê, armanca platforma avakirina zemîna nîqaşkirina pirsgirêkê ye. Prensîba platformê ew e ku heta bangawaziya eşkere ya şidetê tune be, hemû fikir bi awayek serbest bên nîqaşkirin. Hemû hewldanên şidetê dihundirînin lazime bên redkirin. Em vê yekê ji bo çareseriya pirsgirêkê wekî xala sereke dibînin. Em polîtîkayên asîmîlekirina kurdan red dikin. Di pirsgirêka kurd de gelek êş hatin kişandin. Lazim e ev êş wekî tecrubeyekê bên nirxandin û pirsgirêk wekî xwîndariyê neyê dirêjkirin."

Di encamnameyê de hate xwestin ku li herêma ku kurd lê zêde dijîn ên wekî herêmê aborî bê pêşxistin û ev tişt hatin xwestin: "Divê şeref û heysiyeta gelê herêmê wekî heq dikin bê bilind kirin. Pêwîst e hemû mafên çandî, siyasî û civakî bêyî kêmasî bên qebûlkirin. Bikaranîna zimanê zikmakî ya di warê perwerdehî û hîndekariyê de mafek herî bingehîn ê mirovan e û astengkirina vî mafî bi tu awayî nayê îzahkirin. Ji ber ku rêzgirtina li hemberî ziman, rêzgirtina li hemberî mirov e. Em hemû pêkanînên di pirsgirêka kurd de derdikevin derveyî zagonan red dikin. Ev hewldana me hêza xwe ji hev re jiyana bi sedan salan e digire û hêvî dike bibe wesîleya hewirek demokratîk û pêvajoya çareseriyek demokratîk."

Her wiha hate zanîn ku li ser daxwaza beşdaran piştre ev xal li encamnameyê hatin zêde kirin: "Lazim e bingeha zagonek efûyê bê amadekirin. Ligel hemû gelên li Iraqê dijîn kurd jî birayên me ne. Em pêşvebirina têkiliyên bi rêveberiya Federal a Kurd re elzem dibînin. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, pêşvebirina demokrasiyê elzem e. Ji bo vê yekê parastina perspektîfa Yekîtiya Ewropayê girîng e."

Ji DÎHA'yê hatiye girtin

 

Parve Bike

Youtube Me
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Silêmanî û Sine ketin nava lîsteya UNESCO'yê

ad

Dilo: 'Min li ser rêça helbestên Cegerxwîn û Arjen Arî nivîsî'

ad

Weşanxaneyên kurdan ên beşdarî Fûara Pirtûkan dibin diyar bûn

ad

Yekem car kovara Notosê çap nebû

ad

Husnu Mubarek tê berdan

ad

Obama careke ji bo Serokdewletî hat hilbijartin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname