Diyarname
BDP'ê ji bo Berendamtiya Şaredariya Wêranşarê, Şaredarê berê yê Wêranşarê Emrullah Cin ku nû ji girtîgehê derket dîsa nîşan da.
Emrullah Cih ku di sala 2004'an de bûbû Şaredarê Wêranşarê, di sala 2009'an de ji "doza KCK'ê" hatibû girtin. Cin hefteya borî hatibû berdan.
Ji bo eşkerekirina berendamtiya Cin îro li rêxistina BDP'ya Wêranşarê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Endamê MP'ya BDP'ê Mehdi Aslan, Hevserokê BDP'a Rihayê Celalettin Erkmen, Serokê BDP'a Wêranşarê Halis Aktaş û gelek kesên din beşdar bû.
Aslan got ku wan Emrullah Cin wekî berendam nîşan dane û diyar kir ku ew dê di hilbijartinê de bi ser bikevin.
Berendam Cin jî got ku ew dê li Wêranşarê herin cem her kesî û wisa got: "Li Wêranşarê 80 hezar deng hene, gere herî hindik em 70 hezar dengî bigirin. Ger em ew qas negirin ez dê vê yekê wekî têkçûnê binirxînim. Û li bajarê pêxemberan jî dê Osman Baydemir qezenc bike."
Her wiha Cin got ku li nav çar dîwaran hevalên me yên girtî hene û wisa dom kir: "Girtiyên nexweş hene û wan bernadin. Daxwaznameyeke dan wan, gotin hûn van îmze bikin hûn dê bêne berdan. Lê wan mirin hilbijartin lê poşman nebûn. Em ji bo layiqê xebata wan bin emê bixebitin. Emê bi hezkirin bixebitin û bi hev re bi ser bikevin."


