DIRBÊSIYÊ
Alîkariya mirovî ku ji aliyê welatiyên bakurê Kurdistanê û rêxistina Mîdîko International a Almanî ve hatibûn şandin, gihişt rojvayê Kurdistanê.
Alîkariyên mirovî ku ji aliyê welatiyên Bakurê Kurdistanê û rêxistina Media International a Almanî ve hatibûn şandin, di Deriyê Sînor ê di navbera Dirbêsiya Bakur û ya Rojvayê Kuristanê de derbasî bajarê Dirbêsiyê yê Rojava hatin kirin. Alîkarî ji aliyê Komîteya Xizmetê ya Desteya Bilind a Kurd ve hat wergirtin.
Endamên komîteyê diyar kir ku alîkariya ji ard, savar, şekir, rûn û hin pêdiviyên tenduristiyê pêk tê, bi 10 qamyon û 3 wesayîtên biçûk gihîşte Dirbêsiyê.
Endamê Komîteyê Fehed Ebdo destnîşan kir ku Komîteya Xizmetan dê piştî 27'ê berfanbarê alîkariyan li hemû herêmên rojavayê Kurdistanê li malbatên xizan belav bike.
Ebdo spasiya kurdistaniyên ku alîkarî şandine û rêxistina Mîdîko International kir.
ANHA


