Roja 22'yê mehê, roja salvegera wefata Cegerxwîn de Saziya Zimanê Kurdî li Qamişloyê, Saziya Çand û Hunerê jî li Qamişloyê helbestvanê navdar bibîr anî.
Li ser gora wî bibîranîn pêkhat
Helbestvanê navdar ê kurd Cegerxwîn (Seydayê Cegerxwîn), di 29’emîn salvegera koça dawî de, li ser gora xwe, hate bibîranîn.
Saziya Zimanê Kurdî (SZK), bi beşdariya nunerên Tevgera Civaka Demokratîk, Navenda Zanist û Perwerdeyê ya Jinan, Konfedresyona Xwendekarên Kurd yên Welatparêz, Saziya Ramanê ya Nûrî Dersimî, nivîskar, rewşembîr û Navenda Rewşen Bedirxan a Jinan Seydayê Cegerxwîn bibîr anî.
Bi munasebeta bîranînê, li ser gora Cegerxwîn a li hewşa mala wî ya li bajarê Qamişlo yê rojavayê Kurdistanê merasîmek hate lidarxistin.
Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de li ser navê SZK, Navenda Zanist û Perwerdeya Jinan, Tevgera Civaka Demokratîk û Saziya Ramanê ya Nûrî Dêrsimî axaftin hatin kirin. Di hemû axaftinan de li ser rola Cigerxwîn a di wêje, helbesta Kurdî û perwerdeya zimanê kurdî de hate rawestîn.
Li Hesekê Cegerxwîn hat bibîranîn
Ji bo bibîranîna Cegerxwîn li Hesekê semînek li dar ket. Semîner li navenda Çand û Hunerê ya Hesekê bi beşdariya dehan helbestvan û welatiyan bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endamê Saziya Çand û Hunerê Ehmed Ereb li ser jiyana Cegerxwîn û rola wî ya di pêşxistina wêje û helbesta kurdî de axivî. Ereb, diyar kir ku Cegerxwîn di heman demê de ji bo civaka kurd jî gelek têkoşîn daye.
Helhestvanê kud Cegerxwîn ku navê wî Mele Şêxmûsê Hesen Mihemed Elî ye, di sala 1903'yan de li gundê Hesarê yê girêdayî bajarê Êlihê ji dayik bûye û di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de tevî birayê xwe koçî rojavayê Kuridstanê kiriye. Cegerxwîn ku li bajarê Amûdê bi cih bûbû, di sala 1978'an de koçî Ewropa kir û di 22'ê kewçêra 1984'an li paytexta Swêd Stokholmê jiyana xwe ji dest da.
Cegerxweîn gelek pirtûkên giranbuha li pey xwe hiştin û gelek helbestvanên Rojava di dibistana Cegerxwîn de fêrî nivîsandina helbestê bûne.