Enqere
Heyeta BDP'ê ku ji Cîgerên Hevserokên BDP'ê Pervin Buldan û Îdrîs Baluken pêk tê îro serê sibê ji bo bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin çûn Girava Îmraliyê. Di heyetên berê de Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş hebû lê hikumetê nehişt Demirtaş here giravê û ji dêvla wî Baluken di nav heyetê de cih girt.
Piştî mehekê heyeta BDP'ê careke din çû Îmralî. Hikumeta AKP'ê berê pêşî li Ahmet Turk, Sirri Sureyya Onder, Altan Tan girtibû nehiştibûn herin giravê.
Ahmet Turk di hevdîtina 3'yê rêbendana îsal de cih girtibû. Lê piştî ku Turk nirxandina "Dema bi ser Qendîlê re balafirên şer û heron bigirin, muzakere çênabe" kiribû û piştî vê yekê hikumetê nehiştibû careke din Turk here cem Ocalan.
Mebûsê BDP'ê Sirri Sureyya Onder jî ji ber di nav berxwedana çalakiyên Geziyê de cih girtibû, pêşî li wî jî hatibû girtin.
Her wiha Altan Tan ku ew jî careke çûbû girava, lê careke din di nav heyetê de cih negirtibû.
Dîsa li hemberî Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak û Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk jî hikumetê helwest nîşan dabû û nehiştibûn ew di nav heyetan de cih bigirin. Her du mebûs ji ber li Culemêrgê, di rê de rastî gerîlayan hatibûn û ew hembêz kiribûn, hikumetê nehiştibûn ew di nav heyetan de cih bigirin.
Û niha Demirtaş nîn e!
Û niha jî hikumeta AKP'ê nehişt Demirtaş di nav heyetê de cih bigire. Demirtaş hefteya borî li Amedê daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xistibû û "paketa demokrasiyê" ya AKP'ê rexne kiribû. Demirtaş wisa gotibû: "Ev paketa ku hatiye eşkerekirin tu eleqeya wê bi pêvajoyê re nîn e. Hikumetê bi awayeke fiîlî dawî li pêvajoyê aniye."
Duh jî Cîgerê Serokê Giştî yê AKP'ê Beşir Atalay axivî bû û Demirtaş wekî hedef nîşan dabû.
Wekî nota dawî: Hefteya borî birê Ocalan Mehmet Ocalan çûbû serdana Ocalan û di vegerê gotibû ku dê Ocalan roja 15'ê mehê li ser rewşa dawî ya pêvajoyê dîtinên xwe bîne ziman.