HEWLÊR
Li Hewlêrê hinan bi wesayîtên bombe lêbarkirî êrîşek li dijî Muduriyeta Giştî ya Emniyetê ya li kêleka Wezareta Karên Hundir a Herêma Kurdistana Federal pêk anî. Li gorî agahiyên pêşîn di êrîşê 6 wezîfedarên asayîşê mirine û 36 jî birîndar hene.
Li hemberî Muduriyeta Giştî ya Emniyetê ya li kêleka Wezareta Karên Hundir a Herêma Kurdistana Federal, bi wesayîtên bombebarkirî êrîş hat kirin. Di êrîşa li taxa yek ji taxên qelebalix ên bajêr ku bi navê "60 metre" jî tê zanîn rû da. Hat ragihandin ku di êrîşê de wesayîteke ambûlansê hatiye bikaranîn.
Li gor agahiyên ku îro li dor saet 13.30'yî ji aliyê komek ve li çar cihan çalakiyên întîxarî çêbûne. Hêşî otomobîleke teqiyaye û paşê teqînên din çêbûne. Tiştê balkêş teqîna çarem wekî ambûlansek bê birîndaran bibe hatiye cihê bûyerê û bi ambûlansê re teqîn çêbûye.
Çavkavaniyên herêmî dibêjin ku 36 birîndar hene û 6 kesî jî jiyana xwe ji dest daye.
Di sala 2007'an de li heman cihî dîsa bombe teqiya bûn û gelek kesan jiyana xwe ji dest dabûn.


