Enqere
Wekîla Serokê Koma BDP’ê û parlamentera Îdirê Pervîn Buldan, bombebarana artêşa tirk a di 16’ê rezberê ya li gundê Sûsikê ya girêdayê Serêkaniyê bi pêşniyarpirsekê bir meclisê. Buldan ji Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan pirsî û got: “Armanca vê mudaxaleyê û hinceta wê ya hiqûqî çi ye?”
Buldan ji bo ku Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan bibersivîne pêşniyarpirsek da û got: “Li gorî nûçeyên ku di çapemeniyê de hatin weşandin, bi şerê navxweyî yên li Sûriyeyê didome re li dijî komkujiyên ku hêzên çeteyan pêk tînin, hêzên YPG’ê ket nava pevçûnê û piştî pevçûnê El Nusrayê windahiyên mezin dan. Tê îdîakirin ku bi armanca piştgriya ji bo El Nusra ji Qerekola Numan Beg ya Akçakaleyê, bi top û tanqên giran li hemberî mewziyên YPG’ê êrîş pêk hatine û piştî van êrîşan 3 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dane.
Di pêşniyarpirsê de wiha hat gotin: “Der barê mijarê de ji aliyê Fermandariya Giştî ya YPG’ê ve daxuyaniyek hat dayîn û hat diyar kirin ku ev îdîa rast in û Tirkiye ji vê bûyerê berpirse. Her wiha hişyariya bila êrîşan bi dawî bikin kiribû.”
Bulan ev pirs ji Erdogan pirsî:
Li gorî îdîayan, ji qerekolên deriyê sînor yên Tirkiyeyê, mewziyên YPG’ê hatine bombebarankirin. Gelo ev îdîa rast in? Ger rast bin armanca vê mudaxaleyê çi ye û hinceta wê ya hiqûqî çi ye?
Ligel ku ev îdîayên mijara gotinê ne rastin jî, gelo qet nayê fikirîn ku ev êrîşên li dijî YPG’ê pêk tên li dijî pêvajoya agirbest û diyalogê ne û zirarê dide pêvajoyê?
Gelo îdîayên ku Tirkiye piştgiriyê dide El Nusra û ÎŞÎD’ê ku girêdayê El Qaîdeyê ne û ligelek welatên cîhanê bi seden kesê sivîl qetiklirine, rastin an na? Armanca vê piştgiriyê çi ye?