Diyarname
13’emîn Bîenala Stenbolê ku îsal dê di navbera 14’yê rezberê û 20’ê kewçêrê de li dar bikeve, mêvan dê bikaribin bê pere li pêşangehên Bîenalê temaşe bikin
Bîenala îsal bi kuratoriya Fulya Erdemci, di bin sernavê “Dayê, gelo ez barabar im?” li dar dikeve û wekî forumeke polîtîk berê xwe dide qada raya giştî. Bîenala ku her sal lêtemaşekirina li pêşangehên wê bi pere û bilêt bû, îsal çûyîna temaşekirina pêşangehan bê pere ye.
Navê Bîenala îsal ji pirtûka helbestvan Lale Muldur a bi heman navî girtine. Ev sernavê ku têkiliya helbest, wêje û helbestîbûnê nîşan dide, di heman demê de bi peyva “Barbar” ji bo em “yên din” fêm bikin, yan jî ji bo em wateyeke bidin “dinyaya pêşerojê” balê dikişîne ser zimanên em pê nizanin û yên ku divê em kifş bikin.
Pêşangeha ku di bin sponsoriya Koç Holding de li dar dikeve, dê cihên pêşangehan û lîsteya hunermendên ku beşdar dibin di rojên pêş de bê eşkerekirin.
Ji bo kesên bixwazin agahiyên firehtir bi dest bixin:
13b.iksv.org